Têgihîştina me ya dîrokî şaş e

Fêrgîn Melîk AYKOÇ [email protected]

Ev serenav dîtin û angaşta min e, lê dibe ku hin rastiyan bîne bîra xwîneran, yan jî berê wan bide ser hizirandin û lêkolinan. Da ku em bikanin vî aliyê xwe yê di nava mijeke tarî de wenda bibînin û di ronahiya wê de bi têgihîştineke rexneyî û bi guman nêzîkê çavkaniyên dîrokî bibin.

Bi kêmasî, hin tiştan di serada destan, vegotin, stran, gotinên pêşiyan û çîrokên gelêrî re derbaskin, bi azîna rûberandinan bigihîjin rastiyê.

Em gişt baş dizanin ku dîroka me bi giranî bi destê dîrokzanên dagirkeran, yan jî ji dev û vegotinên dagirkeran hatine girtin û nivisandin. Dema em mijareyekê lêdikolin, neçar dimînin ku têkevin nava çavkaniyên Ereb, Faris, Tirk yan jî misyonerên biyanî yên destûr ji van dagirkeran standine û nivîsandine. Hin çavkaniyên me yên heyî jî di bin siya hişmediya bawerî û bîrdoza dagirkeran de ne.

Mînak dema mirov “Şerefnameya” Şerefxanê Bedlîsî dixwîne, dibîne ku ew nijad û riçala hemû mîrîtiyan dibe bi malbateke Ereban ve girê dide. Di berhema wî de ne rengê Kurdî rengê Îslamî Erebî serdest e.

Kesên li ser Salahadînê Eyûbî nivîsîne, di cihê bi çavekî rexnegirî nêzîkê mijarê bibe, bi giyaneke serkariya wî dewlet û serkariyeke Kurd be, nêzîk dibe. Ez berê vê bêjim, ez li vir mijara kesayetiya van kesên dîrokî nakim ber pirsiyariyê, tene hewl didin rastiya ku ew diteyisînin, derxim pêş.

Lewra nav gelek caran kirin û armanca mirovan jî diteyisîne. Em wek mînakeke balkêş navê Salahaddinê Eyûbî û Kiliç Arslanê Selçûqiyan bigirin û bidin ber hev. Carê navê Kiliç Arslan navekî Tirkî ye, bêhna dîn û koletiya dîn ji navê wî nayê, yê ku ev nav li wî kiriye; xwedanê armanceke xwerû ye. Kî vî navî bibîne dizane ku ew Tirk û Tirkmen e. Di dema rêveberiya wî de dîn di xizmeta serkariya wî de ye. Li hemberê wî navê Salahaddinê Eyûbî ne navekî Kurdî ye. Forma rast: “Salah ad-Din Yusuf ibn Ayyûb ad-Dawīnī,” bi hemû rengê xwe ve navekî Erebî Îslamî-Erebî ye. Ti bêhn û tirîjê rengê Kurdayetiyê jê nayê.

Yê ev nav lêkiriye jî, xwedanê armanceke Îslamî ye û encama vê armancê ji wî dipê. Salahaddin û serweriya xwe di xizmeta Îslamê de ye, ne Îslam di xizmeta serweriya wî de ye. Ji kesayetiyeke wiha xizmeteke ji bo kurdayetî payîn ne pêkan e. Di hemû erkên rêveberî û nivisandinên dema Selçûqiyan de rengê zimanê Tirkmenan heye. Di serkarî û rêveberiya Salahadînê Eyûbî de ti rengekî zimanê Kurdî tine. Navê wî di bala giştî de ne dijminahiya Îslam û Ereban, tersê wê dijminahiya Kurdbûnê afirandiye, bandora wî ya nerênî ta hetanî roja me ya îro jî hatiye. Lê mixabin ku nîvê Kurdan di têgihîştina xwe ya dîrokî de bi navê Salahedîn Eyûbî serbilind in. Di vir de şaşiyek heye. Divê ev bi kurahî were gengeşekirin.

Mînaka diduyê Têkiliyên Îdrîsî Bedlîsî ye. Îdrîsê Bedlîsî bi Yavûzê Osmaniyan re bi awayekî li hev kiriye û fermanameyek ji Yavûz wergirtiye. Lê di heman demê de li gor daneyên Pîr Alî Kalenderê Yarsanî, 40 000 yarsaniyên bakur (Qizilbaşên Kurd) hatine kuştin, yazdeh mîr jî çûne teslîmê Şah Îsmaîl bûne. Dema em li têgîhîştina me ya îro dinêrin; nîvê Kurdan Îdrîsê Bedlîsî wek rêber û qehreman û nîvê Kurdan jî wî wekî xayîn dibînin. Xuya ye, têgîhîştineke şaş jî di vir de heye. Herdu alî jî hetanî radeyekê ji nirxandineke hişmendî dûr in.

Di mijara Med, serwerê Med Aştiyago, rûxandina Med, Kuroşê Mezin û serkariya Persan de jî têgihîştinên pirr şaş û tevlihev hene. Hin derdor van wek reng guhertina împaratoriyên gelên Arî, hin bê rûberandin û fikirandin di çarçoveya xewjîna Herodot de dibînin û dinirxînin, hin jî wê têkçûna Medan tenê bi xiyaneta Herpago ve girê didin. Lê gelo rastî ev e? Ma împaratoriyeke wisa mezin û xwediyê ezmûnên dîrokî dikane tenê bi xiyanetekê têk biçe? Nebe ji kêşeya navxweyî ketibe nava pêvajoya têkçûnê? Mînak; gelek partiyên demjiyana me rastê xiyanetên pirr mezin hatine, lê têk neçûne.

Nirxandin û têgihîştina encama Referandûma Başûr jî di bin navê xiyaneta hin derdoran û qaşo hin dostên derve ve tê girêdan. Hin derdor aliyekî dikin qehreman, aliyekî jî Bekoyê Ewan. Ti kes hoye û têgihîştinên şaş yên navxweyî û rêvebiriyê, têkiliyên şaş yên bi hêzên derve re, pirsgirêkên afirandina saziyên neteweyî nanirxine. Bes hesta rikberî, yan jî alîgirî heye.

Di bingehê xwe de her demên dîrokê ji ber têgiştina me ya dîrokî ya şaş û li ser bingeheki qels e, yan jî di siya têgihiştinên biyanî de tên nirxandin, em tim di nava çerx û feleka şaş de bi sewsîbûna weşa şemitandinê tên û diçin, nikanin xwe ji wê têgihîştina şaş ya dîrokî rizgar bikin. Bi hêviya em bikanin di vî warî de kûr û hûr bibin, berê xwe bidin têgihîştin, pirsiyarî û rexnegiriyeke rast.

Yazarın diğer yazıları