Têkoşîn man e jihevbelavbûn neman e

Kongreya neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê di demekê de ku gelê Kurd ji bo parastina hebûna xwe şerê man û nemanê dimeşîne, 19. civata xwe ya giştî pêk anî.

Ji çar aliyên welêt endam û nûrerên partiyên siyasî yên Kurdistanî başdarî civatê bûn. Berxwedana dîrokî ya rûmetê ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tê meşandin mora xwe li civatê da.

Dewleta Tirk ya dagirker û qirker ji bo tinekirina destketiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke giran a dagirkeriyê daye destpêkirin. Di şexsê Rojava de êriş li dijî destketiyên gelê Kurd ên li Rojhilata Navîn hemûyan tê kirin.

Dixwazin careke din Kurdan bikin qurbanê berjewendiyên navdewletî. Ji ber ku dixwazin hevsengiyên kevn ên li Rojhilata Navîn bên hilweşandin û yên nû bên avakirin. Li lewra şerekî piralî ku navend Kurd û Kurdistan e, dimeşînin.

Bi taybetî dewleta Tirk a ku neyarê koka kurdan e ji bo Kurd nebin xwedî statu tişta jê tê dike. Em tev baş dizanin ku tenê yek meqseda dewleta Tirk heye; ew jî qirkirina Kurdan e. Di vê çarçoveyê de delege û mevanên 19. civata giştî ya KNK‘ê hemû gelekî hestiyar bûn. Min heta niha gelek civatên KNK’ê şopandin lê cara yekê ye min helwêsteke yekgirtî dît. Atmosfera civatê hêviyên mezin li cem min çêkir.

Hêvî û daxwaza min ew e ku ev di pratîkê de pêk were. Ez di wê baweriyê de me ku ev helwêst veguhere pratîkê wê xewn û xeyalên Kurdan yên yekîtiya neteweyî pêk werin. Ji ber ku cara yekê ye ku Kurd bi berxwedana xwe di nava raya giştî de ewcend cîh digrin. Sempatî û piştgiriyeke mezin ji bo Kurdan heye. Heman tişt di nava partiyên siyasî yên Kurdan de jî heye. Cara yekê ye ku Kurd hemû kîjan parçe ango partiyan dibe bila bibe dibêjin îro Rojava sibê Kurdistan hemû di hedefê de ye. Ji lewma di civata giştî ya KNK’ê de jî yek silogan hebû ‚Yek e, yek e, gelê Kurd tev yek e’.

Beşdarên civatê hemûyan di peyamên xwe de bi yêkdengî êriş û dagîrkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûrî rûreş kirin û bang li dînamîkên neteweyî yên Kurdistanî hemûyan kirin da ku yêkîtiya mezin ya Kurdistanê pêk bînin. Ji bo vê armanca mezin û dîrokî jî ji serok û rêberên Kurdan hemûyan hat xwestin ku di zûtirîn demê de Konferanseke netweyî li dar bixin. Ji ber ku îro li çar aliyên welêt bi rastî jî şerê man û nemanê tê meşandin. Ger partî û rêxistinên Kurd vê carê jî nebin yek ne gel û ne jî dîrok wê wan efû neke. Dibe ku li hemberî van êrişên hov û ne merdane pirsa ma gelo yekîtî dikare bibe bersiv an na? were kirin. Belê yekîtî dikare destkeftiyên Kurdan yên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê biparêze.

Ji ber wê jî divê hêzeke leşkerî ya neteweyî bê avakirin. Ji ber ku em dibînin dema mijar dibe Kurd hêzên bejewendîparêz hemû li dijî gelê Kurd û azadîxwazan dibin yek helwêst. Lazim e ku dînamîkên Kurd jî li beramberî neyarê koka xwe dewleta Tirk di yekçeperê de berxwedanê mezin bikin. Di vê pêvajoyê de, ger yêkîtiya navxweyî man be, jihevbelavbûna navxweyî jî ji bo Kurdan wê neman be. Lewma divê ji her alî ve ev pêvajo baş were xwendin. Li çar aliyê cîhanê meydan hemû bûne qadên berxwedanê li seranserî Kurdistanê jî nerazîbûneke xurt heye. Lazim e ku ev helwêsta bi rûmet ya li her derê bi yekîtiyê xurtir, mezintir û mayînde bibe. Lazim e ku peyam û helwêst di gotinan de  nemînin da ku hemû plan û projeyên dewleta Tirk ya antî Kurd û Kurdistan pûç bikin.

Niha bi navê agirbestê dîsa li ser Kurdan zext tê kirin. Bê guman ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin agirbest girîng e, lê ger samîmî bin. Em dibînin  tevî ku agirbest hatî ragihandin rojane topbaran li ser bajarê Serêkaniyê kêm nebûne. Roja yekê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk got; Heta ku êrişî wan neyê kirin wê girêdayî agirbestê bimînin jî êriş nehatin rawestandin. Ev jî diyar dike ku dewleta Tirk di êriş û qirkirina Kurdan de bi biryar e. Ji lewma jî divê li dijî cûreyên êrişan hemûyan di serî de jin partî û rêxistinên Kurd hemû ji bo avakirina yekîtiya neteweyî û lidarxistana Kongra neteweyî zend û bendan badin.

Yazarın diğer yazıları