Têlên direhî ew ji xezebê neparastin

Di dewriya hevpar a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de maşîneyeke zirxî da nav gundiyên ku dewriye şermezar kirin û jinek birîndar bû.

Tirkiye û Rûsyayê di navbera gundê Mars Mîle û Xerîb de dewriya hevpar kir. Xelkê nerazîbûn nîşanî dewriyeyê da. Di dema çalakiya gundiyan de maşîneyeke zirxî ya Tirkiyeyê li jinekê xist. Ew jin ji piyê xwe birîndar bû û ew rakirina Nexweşxaneya Kobanê.

Li aliyê din hat zanîn ku maşîneya zirxî li wesayîtên sivîl jî qelibîn û xesar li 2 wesayîtên sivîl kirin.

Di dema dewriyeyê de, xuya bû ku li maşînên zirxî ên Tirk ji bo xwepêşandêr xwe nêzîkî wan nekin, têlên direhî hatin pêçan. Lê xwepêşandêran kevir û molotofkokteylên xwe avêtin wan.

KOBANÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found