Tembûra min hevrêya min

ZEYNEP DURGUT

JINNEWS/WAN

Maşallah Işik: Bi rastî min di zarokatiya xwe de dixwest ez li tembûrê bidim. Lê dîsa jî li hemberî hemû şermdîtin û astengiyên civakê jî min dev ji lêdana tebûrê berneda. Bi piştgiriya hevjînê xwe ez niha xeyala xwe ya zarokatiyê pêk tînim. Ez bi tembûra xwe têdikoşim.

Di civakên bindest û feodal de herî zêde mafên jinan tên binpêkirin. Ji hûner heta bi aboriyê gelek warên jiyanê ji jinan re mîna şerm tê nîşandan. Li hemberî vê hişmendiya baviksalar, Maşallah Işik serî hilda û niha bi tembûra xwe têdikoşe.

Di gelek civakên baviksalar de jin ji her warê jiyanê hatine dûrxistin û gelek ji van waran jî li jinan mîna qedexe û şermê hatine asêkirin. Jina bi navê Maşallah Işik (40) jî yek ji wan jinan e. Maşallah a ku  ji saz û hûnerê gelekî hez dike, lê ji ber ku civak şerm dibîne piştî temenekî xwe digihîjîne mîrazê xwe û niha li Navenda Çand û Hûner Notaya 8’êmin bi  bi lêdana tembûra xwe, li hemberî hişmendiya baviksalar têdikoşe.

‘Ez bi tembûra xwe têdikoşim’

Maşallah Işikê anî ziman ku jin di civakê de her tim wekî kesên dûyemîn hatine dîtin û got, li hemberî vê hişmendiyê bersiva herî xurt têkoşîn e û wiha axivi; “Min ji zarokatiya xwe heta niha her tim dixwest ez li tembûrê bidim. Kêfa min pirr ji hûner re tê. Ji zarokatiyê heta niha mereqa min a li hemberî hûner gelek hebû. Civaka ku ez tê de bûm, pirr zêde feodal bû. Li gorî wan, jin piştî mêr dihat û her daxwaziyeke jinê jî diviya mêr biryar bida. Bi rastî ne tenê huner di her warê jiyanê de jin tên çewisandin û bindest tên hiştin. Jinên ku li gorî daxwazên mêr dijîn, ew li gorî civakê jinên herî jêhatî û serketî ne. Bi rastî min di zarokatiya xwe de dixwest ez li tembûrê bidim. Lê dîsa jî li hemberî hemû şermdîtin û astengiyên civakê jî min dev ji lêdana tebûrê berneda. Niha zarokên min hene. Bi piştgiriya hevjînê xwe ez niha xeyala xwe ya zarokatiyê li vir pêk tînim. Ez bi tembûra xwe têdikoşim û nîşan didim ku jin dikarin her tiştî bikin. “

‘Divê jin li ber xwe bidin’ 

Maşallah Işikê di dewama axaftina xwe de bang li jinan kir da ku di jiyanê de ti carî ji hêviyê qut nebin û wiha domand: “Gava ku ez li tembûrê didim, ez gelekî kêfxweş dibim. Her tim hevalên xwe yên jin kom dikim û em bi hev re bi kelecaneke mezin li tembûrê didim. Ev yek min gelekî kêfxweş dike. Tembûr giyanê mirov sivik dike. Mirov gava kêfxweş be jî û xemgîn be jî dikare li tembûrê bide. Bavê min digot ‘Jin nikare li tembûrê bide, ev ne karê jinan e’.  Lê min ev qebûl nekir û ez niha li pey xeyalên xwe me. Heta cîranên min jî ji min re dibêjin, tu xwedî 2 zarokan î, şerm e tu diçî perwerdehiya tembûrê, li malê karê xwe bike. Ji me re wisa dibêjin, lê ez ê bi hûnerê xwe vê hişmendiyê biguherînim. Ez li tembûrê didim û ez ê heta dawiyê jî lê bidim. Divê em jin her warê jiyanê bi rengê xwe bixemilîn û li hemberî hişmendiya ku dibêje, ‘Jin nikare’ li ber xwe bidin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found