Tenêtî, yekanebûn û ziman

Vegotin ne karekî hema wisa ye. Vegotin elaqeya xwe ya yekser bi civakê re heye. Heger civak nebe vegotin nabe, ango heger tenê ferd hebe, ti maneya vegotinê nîne. Tişta ku vegotinê menadar dike, hebûna têkiliyên di navbera ferdan û hebûna civakê bi xwe ye. Her xureyê gotin û vegotinê, şikandina wê zincîra tenêtiyê ye, tenêbûnê û tenêmanê ye. 

Vegotin tevahiya îdîayên ku elaqeya yekanebûnê û ferdbûnê bi tenêbûnê re ji serî ve pûç dike. Vegotin, bi bîra me dixe ku her gotina em bi kar tînin ji bilî îstîsnayên vê qaîdeyê piştrast dikin, berê di rewşekê heta bi milyaran rewş û kêliyan de ji aliyê kesekî û heta bi milyon û milyaran kesî ve hatine bikaranîn. Jixwe, dema dînên semawî cihêtiya mirov û xwedê dixwazin darîçav bikin behsa wê yekê dikin ku Xwedê gotin cara pêşî hemû afirandine û maneyên wan çêkirine û ji ber wê efsûna gotinan a li cem xwedê çêker û avaker e, yan jî xeraker e; çawa ku bi ferman “bibe” dikare ku tişt bibin, ji tine “çê” û “he” bin. Lê ev xisleta mirovan helbet nîne, ti mirov ji peywendên pirr alî yên civakî qut nayê dinyayê. Piştî ku hat dinyayê jî ji wan qut bi gewde nabe. Her tişta wî çê û xirab, qenc û pîs, ava û wêran hemû mohra tesîra peywendên civakî li ser û binê xwe digerînin. Belkî jî ji ber wê ye vegotinên gelêrî û anonîm di nava rista helbesta danîna gotinan de û di warê hostekariya pirrcarîkirina qalibên gotinan de serketî ne. Tişta ew îfade dikin tiştekî din, di peywendeke din de nikare îfade bike, ew yekane ne, lê ne tenê ne. Herçî nivîs e, ji devê mirovan bêhtir girîdayî gotin û peyvan e. Qalibên gotinê û gotinan jî di nivîsê de tine nabin. Îdeaya ku dibêje, fikr û hizra kesekî ya bi temamî nû û afirîner jî, tenê rastiyeke qismî û gelekî nisbî îfade dike. Lewma esasê fikr û hizra mirov bi ziman e û ziman anonîm e: xwediyê wê ne kesek lê civakeke. Armanca wê ya sereke ne xweîfadekirin e, ragihandin û danûstandin e. Ango civakîbûn û gotara giştî ya insanî ku ji civakîbûnê peyde dibe û bi xwe jî reng dide civakîbûnê. Li vir qetiyen nabe u mirov paşguh bike ku çawa gotin û ziman bi civakîbûnê peyde bûne, bi heman rengî gotin û gotara manedarkirinê jî dikare civakî û rengê civakîbûnê biguhere. Li vir em dikarin bi hêsanî di tesîra awayên vegotina edebî yên modern û nexasim jî romanê bihisin. Roman bi gotinên zimanekî ku bi xwe anonîm e dikare maneyên nû biafirîne, behsa wê civakê bi xwe bike, rexneyan lê bigire, yan jî wê teswîr bike. Dema vê dike jî mane û peyv ango gotara civakî bi rola diyarker radibin. Ji ber wê jî Goethe dikare bibe mezintirîn nivsêkarê edeba Elmanî, çawa ku Hermann Hesse dikarî bibe hostekarê realîzma hişk (li roman wê ya destpêkê Uterm Rad binihêre) û bibe hostekarê surrealîzmeke mentiq û aqlê sêwirandina romanê li piştê. Bi wî rengî ku Kafka karîbû Qesrê û Dawê ava bike. Xulase yekanetî û tenêtî û serketina wêjeyî ya van nivîskaran wan ji hebûna peywenda wan a civakî qut nake. Goethe bazara bi Iblîs re dike ji peywenda xwe ya civakî digire, Hesse dema ciwanekî biaqil ê ku di nava çerxên perwerdeya hişk a dawiya sedsala 19´an de diperçiqe, di dawiya romana xwe de di aveke sar a payîzê de dixeniqîne ha vê peywenda civakî heta bi şaneyên xwe yên herî dûr beden û ruhê xwe jî his dike. Jixwe, têkiliya Kafka bi bavê wî û civaka di navê de veguherî Veguherînê. 

Na babe na, yekanebûn û tenêbûn ne yek tişt in. Ew mafê telîfê jî em ê bidin kê, ez hîna nizanim, xeyala me eyarkirî ye, zimanê me ji berê de heye, dê, bav, xwişk, bira, hoste, hostekar, dost, dijmin, cîran û dûr û, û, û… 

Yazarın diğer yazıları