Tesbît û îdeolojî

Di mijarên sosyolojiyê de tesbîtên giştî û yên qerase bi serê xwe, xwe bi tişta darîçav xuya dike, dilebikînin. Yanî em bibêjin, gava li nivîsê dinihêre, tiştên di nava civakê de piştî nivîsê xwe dane der, peyde bûne, bi awayekî gelekî reduksiyonîst, weke encamên nivîsê dinirxîne. Gava li şoreşeke civakî, siyasî, pîşeyî yan jî teknolojîk dinihêre jî, encamên civakî bi vê reduksiyonîzmê dinirxîne. Heger ev nirxandin û ev awayê fikrê tenê di asta jor de bimana belkî tesîra wê bi qasî îro tevahiya civaka me pûç bike, nebûya. Civaka me tê pûçkirin, ji ber ku ev encamên ku darîçav û xuya ne, yên çi ne, bi rastî ne diyar e. Tevî vê jî pirraniya mirovan weke fêrkirî, bawer dikin, encama motora hilmê, hilberîna bêhtir, bilezkirina çûnûhatinê, veguheztina bi tesîr a madeyên xav, mal, meta û mirovan e. Heqîqet tiştekî din e helbet. Motorê hilmê rê li ber gelek tiştên din vekir. Komir bêhtir hat derxistin, dar bêhtir hatin birrîn, bêhtir karker hatin mêhtin, bêhtir CO2 hat hilberîn û ew berdan hewayê. Gund bêhtir vala bûn, bajar bêhtir tije û zêde bûn û bi carekê ew nifûsa ji gund û erdan re lazim bû, bû nifûseke bê serûber a li bajaran. Lê gelo, çend mirovên li dora me, li nofê yekê yê van encaman nafikirin?

Îstîsna bi xwe jî zêde kêm in. Xwende û ew mirovên divê têgihiştîbin jî ji ber îndoktrînekirineke bêhed û hesab de bi pirranî li vê nafikirin. Ez peyva îndoktrînekirinê belesedem bi kar nayînim. Di meseleya devkîbûn û nivîskîbûnê de ew hukmên belav û giştî yên li ser devkîbûn û nivîskîbûnê, di nava wan mirovên ku berhemên zargotinê berhev dikin bi xwe de jî gelekî belav û bi qasî ku neşikin hişk û qalibgirtî ne. Ev fikra hanê çi dibêje: devkîbûn qonaxeke bivênevê ya beriya nivîskîbûnê ye û bi peydebûna nivîskîbûnê jî hizra mucerred û pê re jî hilberînên li gorî modernîzma heyî, bipêşketî peyde dibin.

Li vir ya ku ez dixim ber lêpirsînê ne ew e ku piştî di nava civakekê de peydebûna nivîsî, têde guhertin çidibin. Berevajî vê, guhertin çêdibin, lê gelo sedema van guhertinan bi rastî nivîs e? Ya dinê jî, gelo ev guhertinên hanê erênî yan nerênî ne ji bo wê civakê û hawîrdora wê ya yekser bixwe? Ev herdu pirs heyatî ne. Bersiva pirsa pêşî gelek caran neketiye ber lêpirsînê, heta bi mînaka Yewnana Kevin*, weke ayeteke “Xwedê” hatiye dîtin. Lê ya ku bi rastî ji guherînê berpirsiyar îdeolojiya li pişta wê hizrê ye ku dibêje, nivîs “bi pêş dixe“.

Ev yek ne tenê ji bo nivîsê ji bo motorê mazotê jî lê ye. Heta ji bo dibistana dewletê, ji bo kapîtalîzm û sosyalîzma dewletê, ji bo “bipêşketina” teknolojîk û ji bo dinya dîjîtal jî lê ye.

Yanî ne tiştên darîçav û xuya, lê îdeolojî û fikra li pey “tesbîtekê” gelek caran bêhtir diyarker e. Yanî dayik û bavên ji gelek tiştan mexdûr, bêyî ku hay jê hebin ew qasî hatine îndoktrînekirin ku bixwe zarokan ji wê sîstema mexdûrker re digihînin, ku wan mexdûrbûnan careke din, ji nû ve û xurttir hilberînin. Reqabetê pirraniya xelkê di nava civakekê de mexdûr kirine, lê dê û bav ji bo ku zarokên wan çêtir bi kêra reqabetê bên, mesrefeke ecêb dikin. Wan dişînin dersan, mamosteyan digirin, dişînin dibistanên taybet heger ji wan bê û ji bo serketina wan a li dibistanê jî xwe diêşînin. Ew dixwazin zarokên wan hindiktir mexdûr bibin, lê ya ku derdikeve holê, ew e ku zarokên wan ji bo wê sîstema mexdûrker bi rengê ku ev mexdûrkirin ji nû ve û girantir bên hilberîn, digihin.

Yanî ji ya xuya û wê de dîtin, gelekî muhim e ji bo ku mirov zanibe, mexdûriyetên civakî, bi tedbîrên ferdî û bi gihandina ferdên xurt û bi kêra reqabetê tên, ji holê ranabin. Ev fikra reduksiyonîst li cem gelekan encama îndoktrînekirina giştî (bi pirranî bi destê dewletê û bi rêya dibistan û medyayê) be jî, refleksên me yên parastina xwe, kesûkarên xwe jî bi dewrekê radibe. Yanî di dawiya dawî de ne helwêsteke maqûl e ferdî ye jî. Ji ber wê pêhisîn û bi xwehisîna li dijî îdeolojiyên li pey tesbîtên giştî, dikare ji bo peydekirina çareseriyan heyatî be.       

* James Walter Ong. Orality and Literacy. Weşanên Routledge, London 2012 (çapa yekê ya vê edîsyonê 2002. Çapa yekê ya pirtûkê 1982).

Yazarın diğer yazıları