Teşîrêsê çandparêzê

Jinên Kurd li keda hezar salan xwedî derdikevin.Çanda rêsandina hiriya bi teşiyê di nava gelê Kurd de xwedî cihekî taybet û kevnar e. Her çiqas mirov di bin pergala kapîtalîzmê de mane jî jina Kurd a bi navê Nofa Xelo ya 70 salî ku li Bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê dijî bi rêsandina teşiyê çanda kurdewar diparêze.

Dayika Nofa dibêje:”Ez hemû kilamên xwe ya bi hesreta azadiya Kurdistanê dema ku hiriya xwe bi teşiya xwe dirêsim, dibêjim. Ez dema ku teşiya xwe dirêsim ez gelek kêfxweş dibim.

Ji ber ku zarokatiya min tê bîra min û ez çanda xwe ya kevnar dîsa bi bîr tînim ez xwe gelek bextewar hês dikim.”

‘Nexweşiya min nabe asteng’

Dayika Nofa da zanîn ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristî hene lê ew dîsa jî çanda xwe diparêze û wiha got:”Ev mîrateya rêsandina hiriyê ya bi teşiyê ji dayika min ma. Ez li gund mezin bûm loma di nava xwezayê de ez hînî gelek tiştên baş bûm. Jiyana gundan jiyana mirovan zindî dike.”

SORGUL ŞÊXO/JINNEWS/ HESEKÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found