Şengalê xatir ji şehîdên xwe xwest

Şengaliyan 6 têkoşerên xwe îro li şehîdgeha şehîd Berxwedan û şehîd Dilgeş bi awayeke girseyî spartin axê. 

Cenazeyên 4 şervanên YBŞ/YJŞ’ê, endamekî Asayîşa Êzdîxanê û gerîlayekî HPG’ê ku di êrîşa komên çete yên ser bi PDK’ê, ya li dijê Xanesorê de şehîd bûbûn, ber bi Çiyayê Şengalê ve hatin birêkirin.

Cenazeyên gerîlayê HPG’ê Newroz Guvercîn (Çekdar Sinan), şervanên YBŞ’ê Elyas Xelef Îsa Xidir (Çiya Zerdeşt), Zuleyha Sarialtun (Tekoşîn Serhed), Xidir Meto Quto (Şoreş Sîba) û Feysel Xelef Nepsa Dirbo (Arif Tilqesep), endamê Asayîşa Êzdîxanê Selam Elî Mixebir (Amed Şengalî) li van herdu şehîdgehên navbirî hatin veşartin.

Rêveber û nûnerên saziyên Şengalê jî ji bo oxirkirina cangoriyên berxwedana Şengalê tevî karwanê şehîdan ber bi Şengalê ve çûn.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Hiso (Orhan Baran) jî, wê li warê wî, bajarê Qamişloyê li Rojavayê Kurdistanê were veşartin. 

ROJNEWS / ŞENGAL

Yazarın diğer yazıları

    None Found