Şengalê xwe di çavên reş ên Nûjiyanê de dît

Her canê dikeve ser vê xaka pîroz, dixemilîne bi pîroziya xwe xakê. Her jiyana reh berdide vê xakê, jiyaneke nû dide canê vê xakê. Nûjiyan jî wek her jiyaneke nû, di xaka xwe ya pîroz de bû rehê jiyanê. Dûr ji cihê ji dayik bûyî, dûr ji welatê xwe yê pîroz, di xakeke din a pîroz de li Şengalê hat veşartin, tovên jiyaneke nû di koka vê xakê de şîn bû. Dema ewçend jinên xama, jinên pîroz û xwedawendên xwediyên esîl ên vê xakê di tovên vê xakê de reh berdabin, şîn bibin, çawa ev xak wê were talankirin. Çawa ew ê were dagirkirin êdî. Piştî wê ferman û wêraniyê, gelek canên pak û jiyanên nû, xwe di rehên xaka Şengalê de berdan, êdî piştî Nûjiyanê careke din ferman ne gengaz e, ji ber ku bi hezaran jin û ya herî girîng jî welatek bi hemû hest û nirxên xwe li ser rûyê wê xakê jinûve şîn dibe. Kî careke din dikare vê xakê dagir bike gelo, dema nefesa pîroz a ewçend cangoriyên azadiyê hêj li ber guhê me ye. 

Nûjiyan Erhan piştî 19 rojan çavê xwe li cîhanê girt. Çûyîneke bê wext bû bêguman. Em hemû hevrêyên wê, piştî çûyîna wê, me dengê kengê wê nebihîst careke din û me gelekî bêriya wê kir bi carekê. Ji ber çendê cîk bi dilê me ket. Ev êş û cîka bi dilê me ketî, qet jî wisa biçûk û kêm nîne, gelekî dişibe êşên me yên din lê ewqas jî cêwaz e êşa Nûjiyanê. Êşa Nûjiyanê ji ber wê giran e ku xayînan tam li cihê ku fermanê gelek jin bi hovîtî qetil kiribûn, revandibûn, serê Nûjiyanê kirin hedef. Ji bo wê êşa me giran e û wê tola me jî giran be. Guleya xayînan li serê Nûjiyanê ket, ew gule di heman demê de li felsefe û ramana jina azad jî ketiye, bila her kes wisa bizane. 

Nûjiyan bi hest, ruh û dilê xwe bûbû parçeyek ji Şengalê, bûbû jinek Şengalî û li hember fermanê bi pênûs û kameraya xwe çûbû şerê zaliman, çûbû şerê tarîtiyê bike di dilê çiyayên wek deryayê yên Şengalê de. Dema nû çû Şengalê, li wir mirov bibêje, kevir li ser kevir nemabû, wê gotinek di cih de be. Ferman nû çêbûbû, te digot wê qet rojekê gul li van çiyan şîn nebin, pel wê qet bi daran ve neyên. Te digot qeyê wê qet careke din deng ji wir dernekeve. Ya rast, ji bo jiyan dîsa nû bibe, ji bo jin hewar û qirîna li ser dilê wan, di qirika wan de asê mayî, bigihînin cîhanê, Nûjiyanê berê xwe da Şengalê. Li Şengalê Nûjiyanê bi derfetên xwe yên pirr kêm, di wan şert û mercan de, hêjayî sekn û felsefeya RAJIN xebatên ragihandinê bi pêş xistin. Bi sedan keçên Êzîdî li gel wê gihaştin û bûne rojnamevan, ev ji bo jinên Şengalê tiştekî gelekî nû bû. Êdî hinek ne dengê wan bûn, ew bixwe dengê xwe bûn. Nûjiyanê li Şengalê li deriyê her malekê dabû, wêneyê awirên tije tolhildan ên her zarokekî, wêneyê her dayikeke êşkişandî, girtibû. Bûbû şahidê ken û kêfxweşiyên wan jî Nûjiyan. Kolan bi kolanên wêran ên bajarê Şengalê êdî nas dikir. Hemû Şengaliyan di çavê wê yên reş de li xwe temaşe dikir. Bi caran li çîrok û serpêhatiyên bi êş ên jinên Şengalê guhdarî kiribû bi sebreke mezin. Jixwe, dema mirov Nûjiyan didît, dest pê dikir û êdî nedisekinî. Dilê wê ji ber wan serpêhatiyan, wê rastiya fermanê gelekî tijî bû. Gelekî bi kîn bû Nûjiyan li beramberî kesên Şengal anîbûn wê rojê, kesên ew ferman bi serê wan jin û zarokan ve anîbûn. Nûjiyan di van du salan de û heta roja dawî jî dilê xwe yê mezin ji sirên hemû Şengaliyan re vekiribû. Ji bo wê ne tenê birîna serê wê, birîna di dilan de gelekî kûr bû, ji ber ku ew jî bûbû parçeyek ji wê rastiyê.

 Dema Operasyona rizgarkirina Şengalê dest pê kir, kêlî bi kêlî li gel gerîla û şervanan heta nava bajêr çû. Serê sibehê zû ku operasyonê dest pê kir, wek ku ez jî di qada şer de me, li navenda nûçeyan, agahiyên wê yên kêlî bi kêlî, me bi cîhanê re parve dikirin. Kêliyên dawî yên ku wê biketana Şengalê, min êdî jê re got, ez telefonê nagirim, heta tu ketî Şengalê. Bi dengê nefesa Nûjiyanê re kêlî bi kêlî ez li benda gotina wê ya ‘Rizgar bû’ dimam. Car qîr dikir, car dikeniya, car dengê guleyan û dengê nefesa wê ya ku heyecana azadiyê tê de bû, hêj li ber guhê min e. Ji ber derfetên kêm ên wan rojan, dîsa ew û kameraya xwe bi hev re li kêleka şervan û gerîlayan lingê xwe danîn ser xaka bajarê Şengalê. Qet ez hewara wê ya li pişt telefonê ku got; ‘Temam, Em ketin bajêr, Gerîla ket bajêr, Şengal Rizgar bû!’ ji bîr nakim. Min tenê li dengê wê guhdarî dikir, kelegiriya kêfxweşiyê qirika min girtibû û min tenê gotina wê kire nûçe. Belê Nûjiyanê li Şengalê gelek gavên destpêkê avêtin, tovên destpêkê wê li Şengalê di warê ragihandinê de reşandin. Mizginiya rizgarkirina Şengalê beriya her kesê wê da cîhanê. Ew li Şengalê bû dengê azadiyê di dil û ruhê me de. Bû hewara azadiya Şengalê beriya her kesî…

Yazarın diğer yazıları