Şerê taybet

Şerê ku ji aliyê dewleta AKP’ê ve hatiye destpêkirin, planekî siyasî û stratejîk e, piralî ye. Ev plan di tevahiya pêvejoya hilbijartinê de, ji aliyê  qurmayên AKP’ê, Artêşa Tirk ve hate amade kirin û dîplomat û stratejisyenên tirk jî, plan ji bo qada navneteweyî rûtûş kirin.

Lewra, DAIŞ tevlî operasyonê kirin, Incîrlik jî kirin bazarê û PDK’e tevlî şerê psîkolojîk bû.

AKP’ê, şerê li dijî Kurdan ti carî nedaye rawestandin. Berî hilbijartinê tecrîda li Îmralî dijwar kir, operasyonên provoqatorî dane destpêkirin. 

Di pêvejoya hilbijartinê de komkujî kirin pratîkê. Herî dawî komkujiya Pirsûsê kirin pratîkê. Ev pêxistina fitîla dawî bû. 

Şer pirralî ye û ne tenê AKP, MHP’e, CHP’e, medya, burokrasî, dagdeh, bi kurtî  sazî û dezgehên dewletê teva di vî şerî de hene. Li derve jî hesinê zingargirtî PDK’ê heye. 

MHP’e di eniya siyasî de daqoq e û sert e. CHP’e jî di eniya siyasî de „gêzer“ e. 

PDK’e jî, di hundir de cewherê civakî, enerjiya civakî şilû-avşolkî dike. 

Vêce, komkujiya Zengeliyê berdewama komkujiya Şingalê, Pirsûsê ye û planekî taybet e. Hewlêr bêdeng bû. 

Çeteyên DAIŞ’ê, Başûrê Kurdistanê dorpêç kirine, herî dawî fuze avêtin Maxmurê. Hewlêr dîsa jî, nexwest ji xewa şêrîn şiyar bibe. 

Kurdên Bakur, dorpêça Başûr jî, arîkariya ku dewleta AKP’ê, li ser sinorê Serxet û Binxetê, wek Elbeyli, xeta Dîlok û Cerablusê, Çobanbey û Elbeyli jî dibîne. Kurdên bakur dizanin ku li heman herêmê baragehên çeteyên DAIŞ‘ê jî hene. Li gorî vê jî têkoşîna li dijî dewleta AKP û çeteyên DAIŞ‘ê (bêyî ku hêzên Kurd berteref bikin) dimeşînin.

Yeke din: Di şerê  giştî yê li dijî Kurdan de, operasyona li dijî çeteyên DAIŞ‘ê maske ye, armanc qirkirina Kurdan e. 

PDK’e jî di vê pêvajoyê de, daxuyanî li ser daxuyaniya din dide û dixwaze PKK’e, gerila û Şoreşa Rojava berteref bike. Lê heman rayedarên PDK’ê, bi ciddiyet li dijî çeteyên DAIŞ‘ê beyanatan nadin. Çekan bi hêzên Kurd re parve nakin. 

Ev zihniyet berê jî hebû. Serpêhatî: Xewşo, mirovekî ji gundê Bêspînê ye, got, „di dema şerê Kurdan û Saddam de, ez û çend hevalên xwe, ji bo alîkariya Kurdan çûne Başûr. Em  li dijî eskerên Saddam di kêleka şervanên PDK’ê de, di kozikan de rûniştin. Hevalekî min, segvanekî baş bû û bi her teqîna çeka wî re, eskerekî Saddam dihate kuştin. Piştî ku hevalê min sê-çar eskerên Saddam kuştin, şervanekî PDK’ê, di kêleka min de got; Vî gawurî misilman qelandin. Piştî van gotinan, min tivinga xwe danî û bangî hevalê xwe kir û got: Rabin, em çi bikin xêr nake, dîse jî em gawur in. Min ji şervanê PDK’ê re jî got: Mirov, bes e, em nema misilmanan qir dikin, vêce  serê wê û wan di zikê hev de û bi xatirê we.“ em vegeriyan mal. 

Zihniyeta ku Şingal di destê çeteyên DAIŞ’ê de hişt, ev zihniyet e. Îro jî ligel misilmanên AKP’ê û MHP’e cih digire.    

PDK’e, cewher û enerjiya Kurdan ji bo berjewendiyên biçûk, teng xerc dike. Divê werê zanîn, enerjiya civakî, ne wek enerjiya rojê ye; dema elektron li atoman ket, enerjiya civakî, bi gotina Einstein dibe e=mc2 û wek  hêza volqanî diteqe. 

Di şerê 40 salî de, li Tirkiyê ev encam hatiye ceribandin; desthilatdariyên şerxwaz teva têk çûn. AKP’e jî wê têk biçe. Kurd ne ji AKP’ê, ji PDK’e hêviyan dikin.  

Binêrin MHP’e, AKP’e li dijî HDP şer ilan kirine. Bi awayekî bê exlakî êrîşî kesayetan dikin. 

MHP’e, dixwaze çavên Kurdan bi faşîstên xwe bitirsîne, gotina serşêwirmendê Bahçelî Metin Ozkan ku got, “ Lîstea 3 hezar kesan di çantê min de ne“, lîsteya Tansu Çîller tîne bîra mirov.  

Vêce: AKP’e di destpêkê de, wek partiyek hêviyan, ku dikare pêşengiya guhertinan li Tirkiyê bike derkete holê. Encam sifir… AKP’e bûye dewlet û enerjiya dewşirmeyên faşîstiya Tirk di xwe de kom kiriye. 

Di destpêka defactoya Başûrê Kurdistanê de û  bi yekemîn hilbijartinên giştî, cîhanê got, „mînekek demokratîk nîşan dan“. Encam sifir. Li hemberî 155 sortiyên 75 balafirên şer, yên Artêşa Tirk, bombardumana 400 cihûwarên Başûrê Kurdistanê, komkujiya li gundê Zengeliyê, şewitandina daristan, ax, av û hewa Başûr; dîse jî PDK’e ne li dijî AKP’ê, li dijî PKK’e û gerila şerê psîkolojîk  didomîne. 

Paşeroj-dahatûya Başûrê Kurdistanê, bi paşerojên Erdogan û AKP’ê ve ne girêdayî ye. Divê rayedarên Başûrê Kurdistanê, siyaseta xwe li gorî Kurdan dizayn bikin. NATO Erdogan, ji çavên xwe derketiye ev yek… Enqera jî, hej ji lîderên Kurd nake, ev du….  NATO ji bo berjewendî û erka cîhanşimûlî faşîstên wek Erdogan bereteref dike; Enqera jî, hebûna Kurdan têkçûna xwe dibîne û lîderên Kurd berteref dike.  
 

Yazarın diğer yazıları