Şerm û guneh di biwara Kurdî de

Em berê xwe didinê ku tiştek wekî şermekê timî wekî endamên civaka Kurdîaxêv xwe li nav dev û guhên me dixe. Ev şerma hanê, dema mirov pêşî lê dinihêre, şermeke neheq diyar e. Ev sir û razek nîne, ez behsa bikarneanîna zimanê me yê malê, yê dayikê, ew ê ku êdî para bêhtir ji bo zarokên me ne yê malê û ne jî yê dayikê ye. Belkî zimanek e ku dê û bavên wan carinan pê bi hev re, carinan bi kes, dost û gundiyên xwe re pê dipeyivin. Ne parçeyek ji jiyana rojane û giştîbûneke ruhî ya ferdî, lê fîguranekî zimanî di nava jêhatîbûna wan a komunîkasyonê de. Mala Xwedê ava muzîk heye û bi rêya muzîkê gelek caran Kurdî xwe digihîne ruh û guhên zarokên me.

Em li wê şermê vegerin. Hîsa şermê ji wê yekê ye ku ji me nehat em vî emanetê bi qîmet ên ku pêşiyên me dayî me, bidin zarokên xwe. Em çiqasî şerm bikin? Pîvana wê divê çi be? Em lê dinihêrin ku me barê wê ewqasî giran kiriye ku; a) em xwe her gunehbar dikin; b) em xemsar dibin, c) em hinekên din gunehbar dikin. Em li eslê meselê vegerin û muhasebeyekê bikin. Cihê şermê ye ji bo me ji ber ku em bi erka xwe ya dêûbavtiyê ranebûn, virde û wêdeya vê yekê nîne. Ango weke dêûbav erkek e ku mirov mîrateya heq a zimanî bide zarokên xwe, me bi pirranî ev nekir.

Em lê dinihêrin di warê berxwedan, têkoşîna siyasî de, bi hin tercîhan me gera çerxa asîmîlasyonê ranewestan, heta li hin cihan me kir ku ew xurttir bigere; me bi xwe serê xwe xist bin kevirê wî aşê asîmîlasyonê û me serê xwe da hêran. Êdî waweylê nikare vî gunehê me bişo. Weke lingua franca bikaranîna Tirkî di nava sazî û dezgehên Kurdî de gunehekî siyasî ye ku di stûyê tevgera azadiya Kurd de ye. Mirov belkî karibe hin sedem yan jî hincetan bibîne û bi wan vê yekê rave bike, lê ji weşanên du zimanî yên wekî Serxwebûn û Berxwedanê, ber bi weşaneke yek zimanî ya bi navê Serxwebûnê me rê kudandibe, li deverekê şaşîtiyek hatiye kirin û divê em vê rexne bikin û lê mikur werin.

Em li dêûbavan vegerin, yên ku Kurdî kirin zimanê xwe yên malê jî, bi wê erkê pê ranebûn ku zarokên wan zimanê ruh û hestên xwe bikin Kurdî; ji ber wê jî nifşên didu û sisiyan ên piştî asîmîlasyonê, malbatan zimanê xwe kirine zimanê malê jî, nikarîbûn vî zimanî li malên xwe bikin zimanê malê. Ev nifşên didu û sisiyan tenê bi Kurdî dizanin.

Ev qazs qisûr û kêmasî helbet ji bo wan kesên têgihiştine çi qewimî, wan dikarî çi çêtir bikira cihê şermê ye. Ne tenê mumkin e ku ew xwe gunehkar hîs bikin, lê belê ya rast û lazim ew e ku xwe gunehkar hîs bikin. Lê belê ev yek nabe ku sûcdar û gunehkarê bi rastî bi me bide jibîrkirin. Ew jî dewlet û saziyên dewletê ne ku bi projeyên asîmîlasyonê rabûne û ew li ser miletekî ferz kirine. Ji bo wê jî ya ku karibe bike ev şerma li jor min behsa wê kir sivik bibe, divê berxwedan û têkoşîna li dijî çerxa siyasî ya vê dewletê were xurtkirin, divê em bikin ku çerxên asîmîlasyonê yên aşên vê dewletê û saziyên wê hew bigerin. Dema ku me weke dêûbav karî bi vê erka xwe rabin, wê barê şerma me siviktir bibe. Lê barê sûc û gunehê dewletê siviktir nabe. Ji bo wê jî em çi qasî karibin û zanibin, ewqasî Kurdî bixin zimanê mala xwe, ewqasî bikin zimanê agahdarbûna xwe û yê danûstandina xwe, ev rengê herî besîd û serketî yê vê têkoşînê ye. Û ev bi rastî jî wezîfeyeke ku her dêûbavê Kurd dikare xwe bide ber barê wê û bi ser bixe.   

Yazarın diğer yazıları