Şervan Muslim û dayika Eyşê

Zarokên me xatir ji me nexwestin, çûn û venegeriyan.

Ev gotin, destpêka Şoreşa Kurd e.
Di destpêka şoreşê de dayikên cengawerên Kurd gotin. Heman dayikan got, bedela azadiyê tenê dikare can be. Ji ber ku hemberî jiyanê tenê jiyan heye.
Ev gotin teva, berhemê çavkaniya 15’ê Tebaxê ye. Tê zanîn ku 15’ê Tebaxê cengaweriya mîratzedeyên Rustemê Zal Egîd û hevalên wî ye. Roja ku ejderhayê heft serî kuştin, çavkaniya ava jiyana “şemsê abad” jî vekirin û herka çemê dîroka gelê Kurd dest pê kir.
Azadî, her dem bûye berhemê cengawerên ku di riya rizgarkirina welat de bi canfedayî meşiya ne. Dijminên Kurdistanê, pira di navbera edalet û exlaq de xirab kirin û di riyên Appîna* de, çarmixên Spartakus û hevalên wî çikandin.
Li hemberî birîna volkanî ku li Çiyayên Zagrosê, di her sê danên rojê de, di sînga Promethause de diteqiya, riyeke nû vebû. Ev riya nû, bi pêşengî û ramanekî nû ronî dibû û ber bi demsalên ku hîna çavên rojê nedîtine dirêj dibû.
Tenê xwedawend dikarin vê herka volkanî ku tenê xwîna ciwanan xerca wê ye di mista xwe de bimeyênin û wek haveynê jiyaneke bi rûmet radestî mirovahiyê bikin.
Ev xwedawend Dayikên Kurd in! Dayika Şervan Muslim Eyşê ye.
Di kesayeta Dayika Eyşê de jinên Kurd, di aştiyê de pêşeng û di cengê de jî leheng in. Lewma jinên Kurd, îro bûne lehengê çîrokên efsanewî, bûne çavkaniya cengaweriya destanî. Tenê dayikên Kurd dikarin, bi zarokên xwe yên cengawer re destanan binivîsîn. Tenê dayikên Kurd, dikarin cengawerên mîna Rustemê Zal di hembêza xwe de ragirin, bi şîrê xwe xwedî bikin, bi loriyên xwe av bidin, bi rondikên xwe cewher bikin. Dema ku zarok û dayikan mil dane hev, wek du başokên dildar êrîş dikin, tirsê têk dibin, miriyan ji gora betonî sax derdixin.
Tenê cengawerên mîna Rustemê Zal dikarin, ejderhayê heft serî bikujin, pira navbera edalet û exlaq ava bikin û çavkaniya ava jiyana mirov vekin. Tenê Rustemê Zal ên hemdemî dikarin dibistanên dewşirmetiyê, keleh û bircikên dîlgirtina sedsalî bihêrivînin.
Îro, li rojavayê Kurdistanê ejderhayên heft serî, dixwazin çavkaniya ava jiyanê li ser gelê Kurd qut bikin. Rê û şivileyên paşerojan li pêşiya gelê Kurd bigirin, careke din di şikefta tarî de dîl bigirin. Ev tê wateya kuştina demsalên ku hîna çavên rojê ne dîtine, tê wateya kor kirin, lal kirin û kole kirinê.
Îro li Rojava şerekî ku entelektuel û dîrokzan newêrin binivîsîn çêdibe. Rojnameger û nûçegihanên demê, newêrin vî şerî li dijî hûtên heft serî û berxwedana destanî ya ciwanên Kurd li ser kaxezan xêz bikin. Siyasetmedar û dîplomatên cîhanê jî, newêrin vê rastiyê bixwînin. Ji ber ku hêzên cîhanê jî di nav de, her kes li hemberî dîlên sedsala bîstan, xwediyê xaka ku bi destê heman hêzan bû zindanên mirina bi saxî, mîna împaratoriya Roma, li hemberî serhildana Spartakusan şaş û metal man.
Spartakusên hemdemî, bi dilsoziya Parometheus, bi germahiya agirê dilê Kawa, li hemberî cîhana global şer dikin… Xewn û xeyalên bedenên di çarmixan de bizmarkirî azad kirin, zindanên mirina reş teva hêrivandin…
Ev demjiyaneke bi raz û efsûnan dagirtî ye. Ciwanên Kurd jî di vê demjiyanê de, cil û bergên efsûnî li xwe kirine û mîna Lord Bayron bi bedena xwe helbesta jiyanê dinivîsin. Helbestên bedenî, di canbediya dewşirmeyan de bûne erdhej, bûne brûskên ezmanî û wek ayetên pîroz têne xwendin.
Dewşirme, bûne zindan û mirin, bûne koçberî û qirkirin, bûne wêranî û xizanî, bûne bêzarî û neçarî, bûne înkar û selefkariya hiş û ramanê Ziya Gokalp; bûne xiyanetkarê Reyber, bûne Beko Ewan, bûne Çûkê Pepûkê. Û teva, teva di bedena xewn û xeyalên me de teqiyan.
Şervan Muslim jî wek her cangoriyê Kurd di destan û stranên Kurdî de bû hêz, bû bedewî, bû delalî, bû ronahiya azadiyê li ser baskên bayê Yenê suwar bû, ligel xwedawendê ku agir ji tifika ezmanê heftan anî, radestî mirovahiyê kir, bû efsaneyek û li ser textê çarîneyên helbestê rûnişt. Bû Zal-i Zêr, bû suwariyê Rexşen û di destanê Firdewsî de bû leheng, li ser baskê Teyrê Sîmur, di asoyên Kurdistanê de tewlên “bad-î jiyan”, “gah-î dewran” dane xwe.
Bila kes nebêje, zarokên atêşgeh-î Newroz bê kefen ketin, ew bûne ronahiya arz-i cîhan û di bextê mirovahiyê de bûne arş-i saadet…
Bila her kes zanibe, cangoriyên Kurdistanê, bûne rastiya jiyanê, bi xwîn û xwehdana xwe rastî nivîsîn. Îro cîhan bi rondikên dayikan rastiyê dixwîne. Ne hêza Gilgamêş, ne tevrê Humbaba, ne şûrê Skenderê Mekedonî, ne hovîtiya Cengîzxan, ne artêşa dewşirmeyên Osmanî, ne jî komploya hêzên global dikarê hêza wan têk bibe!
Ew in xwediyê daristan, çem û gol û çol, xwediyê deşt û newal û dolan, hûn in xwediyê gir û çiyayên Kurdistanê. Êdî ne Ehreman dikare gelê Kurd di tabutên betonî de bi cih bike, ne ehram dikare gelê Kurd di odeyên mumya de bi sfenksan veşêre…
Li hemberî hunerê jiyanê cangoriyên Kurdistanê, hûn di şexsê Şervan Muslim de bûne ocaxa paşerojan û di rengê argûnî de, bûne çira û finda şikeftên reşûtarî. Hûn bûne mifteya dergehê azadiyê!…
* Appîna, riya ku Saprtakus û hevalên wî bi çarmixê ve girêdan.

Yazarın diğer yazıları