Şervanên YPG’ê hatin defnkirin

 Girseyê saet di 10.00’an de her du cenaze wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Piştî karwan gihişt goristanê li vir merasîmek hat lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê Saziyên Civakî yên Sivîl Ebdulkerîm Sarûxan axivî û êrîşên çeteyên girêdayî El-Nusra yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Sarûxan got ku gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li dijî komên çete dê bi ser bikeve.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ferhad Murad, li ser navê malbata şervanê YPG’ê Cemal Faris bavê wî Mihemed Faris û li ser navê malbata şervanê YPG’ê Seyîtxan Şêxmûd Hesen birayê wî Cewad Şêxmûs Hesen axivî. Di axaftinan de hat gotin ku gelê Kurd dê heta dawiyê riya şehîdên xwe bişopîne. Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê Seyîdxan Şêxmûs Hesen û Cemal Mihemed Faris bi dirûşmayan û tilîliyan hatin defnkirin. Şervanên YPG’ê Cemal Mihemed Faris ê bi nasnav Zagros û Seyitxan Şêxmûs ê bi nasnav Mahabad wek şervanên nîvprofesyonel di nava refên YPG’ê de cihê xwe digirtin û ji bilî demên şer û pevçûnan li malên xwe bûn. Her du şervan hefteyek beriya niha di rojên cuda de ji taxên xwe yên li Qamişlo hatibûn revandin û piştî heftekeyê cenazeyên wan li derveyî Qamişlo hatin dîtin.
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Elî Ibrahîm spartin axê. Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Elî Ibrahîmê ku pêr saet di 13.00’an de di encama teqîna bombeya li ser riya Amûdê-Dirbêsiyê jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir a li Amûdê hat definkirin. Bi sedan kes li ber navenda tenduristiyê ya Amûdê ku cenazeyê şervanê YPG’ê Elî Iberahîm lêbû hatin cem hev. Piştî ku cenaze hat wergirtin ji aliyê sedan kesî ve bi diruşmeyan ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir ve hat oxirkirin. Li vir merasîm hat lidarxistin û piştî merasîmê cenazeyê şervanê YPG’ê Elî Ibarahîm bi diruşmeyan spartin axê. Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye: Nav û Paşnav: Elî Ibrahîm, cih û dîroka ji dayik bûnê: Gundê Sinceq Xelîl-Amûdê 1995.

QAMIŞLO/AMÛDÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found