Şoreş diherikî li pey şoreşa azadiyê

Heta duh jî di navenda me ya nûçeyan de kursiyek vala nebû. Li pişt maseya ku niha gulek û wêneyek bi çarçove li ser bi cih maye, hevalek rûniştibû. Bêdeng û gelekî hêmin, bi gotinek rast heyranê hevalên xwe û jiyanê. Ez van gotinan niha ku êdî li gel me nîne, nabêjim, bi caran em ji ber fedakarî û helwesta wê ya bi hurmet li peyvekî digeriyan ji bo ku pênase bikin. Şoreş Mistefa Elî, çiqasî jî wek rastiya welatê xwe lê hatibû. Bi gundê xwe re wêran bibû. Bi bajarê xwe re hatibû kimyabaran kirin. Di temenê zarokatiyê de fêrî dengê teqîn û bombebaranan bibû. Tama sêv û gulên jehrî hêjî di pozê wî de bû. Bi caran behsa wê tama tal a jiyana li Kurdistanê dikir ji me re. Behsa koçberiyê dikir Şoreş ji ber ku bi caran li ser axa xwe penaber bibû. Bi caran behsa wê ku çawa avên mezin derbas kirine, çawa di bin baranê de meşiyane, çawa di rêwîtiyan de bi çavê xwe bûye şahidê mirina zarokên sêwî yên di pêçekan de. Şoreş bi hezar û yek hêviyên jiyanê ji Serdeşta Rojhilat berê xwe dabû Başûr lê paşê pê hesiyabû ku birînên Kurdistanê li hemû parçeyan yek e. Li Başûr jî bibû şahidê Enfal û komkujiyan. 

Êşa penaberî, komkujî û kimyabaranan tu caran Şoreş ji welat neda revandin. Ew bêhêz û bêçare nekir, wek rastiya ku li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn. Ji rika penaberiyê soz da ku wê hertim li ser axa xwe ya birîndar bimîne û wisa birînên xaka xwe bipêçe. Ji rika reva ji têkoşînê li hember hemû kevneşopî û nêzîkatiyên hizbî, eşîrî û malbatî sekinî û xwest bêhna felsefeya azadiyê li ber serê xwe bikşîne hinava xwe. Her cara ku berê xwe dida şîvereyên gerîlayên azadiyê soza vegera ji bo Serdeşt, soza ku bibe şoregerê şoreşa civakî û siyasî ya Başûr dida xwe. Her gava bayê Qendîlê porê wî şeh dikir soz dida xwe ku hestên Bakur û Rojava di dilê xwe de heta hetayî bihewîne. Şoreş wek ku li hemû parçeyan, parçeyek canê xwe bicih hiştibû li pey hestên xwe yên nîvcomayî digeriya. Dema behsa wê ku cara yekê çûye Bakur dikir, te digot zarokek nû jî dayika xwe welidiye li hember te rûniştiye. Dema cara yekê lingê xwe danîbû ser axa Rojava û bibû şahidê şoreşa azadiyê, pêşiya rondikên li ser hinarokên xwe negirtibû. Bi caran behsa wê kêliya xweş ji me re dikir û ji kêfxweşiyan di çermê xwe de nedisekinî ev mirovê bedew. 

Hevalê me yê rojnamevan Şoreş Mistefa ji ber vê çendê ewqas wek navê xwe kêliyekî jî nedisekinî û diherikî bi her çirûskek şoreşê re li her koşeya welatê xwe. Me Şoreş di helbestên Zîlan Pepûleyan de, di wêne û dîmenên Xelîlan de û di baweriya bihêz a Kawa Germiyanan de sparte axê. Me ew bi hestên heval, hevjîn û bavek dilsoz sparte axa wî ya pîroz. Li şûna xwe gelek tişt ji me re bicih hişt Şoreş, her roj em bi navê wî dest bi kar dikin, ji ber êdî ew jî sembolek e li Başûrê Kurdistanê. Her sibeh em gula wî av didin û silavekê li çavê wî yê bêguneh dikin. Awirên Şoreş li pêş me bi dinyayek ji hestên azadiyê û me vedixwîne erk û berpirsyartiya dîrokî ya rojnamevanî û şoreşgeriyê.

Yazarın diğer yazıları