Şoreşa Kurd elaqedarî ziman e

RÛKEN DEMÎR / AHMET KANBAK / MA / IZMÎR

Hunermend Mîkaîl Aslan, amadekariyên albuma xwe ya nû dike. Aslan ji bo dubare rojevbûna tirkîkirina muzîka Kurdî got: “Eşkerebûna vê yekê pirr girîng e.”

Hunermend Mîkaîl Aslan ku di muzîka Kirmanckî de deng û awazeke girîng e, xebatên xwe yên ji bo albuma nû dewam dike. Aslan, behsa xebatên xwe yên albuma nû kir û bal kişand ser ji nû ve rojevbûna tirkîkirina muzîk û stranên Kurdî.

 

Albûma nû li ber weşanê ye 

Aslan, diyar kir ku ev 6 meh in ew der barê albuma xwe ya nû de dixebite û got, “Wisa difikirim ku di dawiya meha Kanûnê de ew ê biqede.” Aslan da zanîn di albuma wî ya nû de bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî stran cih digirin û ev agahî dan: “Çend besteyên me yên berê û çend kilamên ji hozanên me wê tê de hebin. Lê bi pirranî albûm wê ji stranên nû ku pirranî aîdî me ne, pêk bê.” 

Peyama têkoşînê bidomîne

Aslan, diyar kir ku ew naxwaze niha navê albuma xwe ya nû eşkere bike û wiha peyivî: “Lê belê, naveroka wê; li ser serê me dûxanek heye. Serê hin mirovên enteluktuel jî bi dûman e. Hem jî ji ber şewata daristanên Dersimê mij û dûxanek heye. Ya duyemîn jî şîlobûneke polîtîk heye. Di nav vê şîlobûna polîtîk de album têmayeke ‘Tim pêşiya xwe bibîne. Zelal e, tawîzan ji xeta xwe nede. Riya xwe bidomîne. Têkoşîna xwe bidomîne. Firra xwe bidomîne’ dihewîne. Aslan, diyar kir ku di warê konser û tûrneyan de ew ê meha Kanûnê plansaziyekê çêkin û ew ê li Tirkiye û Kurdistanê konseran li dar bixin. 

 

Ji melodiyan tê derdixe ku ji Kurdî ne

Aslan, der barê ji nû ve rojevbûna tirkîkirina stran û muzîka Kurdî de jî got, “Guherandina mîrateya civakekê, dûrxistina ji koka wê berdewamiya polîtîkayên bişavtinê ye. Di vî warî de ji nû ve rojevbûna guherandina kilaman zaf girîng e. Carinan dema di serê xwe de guhdariya melodiyekê dikim, hay jê çêdibim ku ev melodiya Kurdî ye. Yanî hay jê çêdibim ku ew di esasê xwe de ne bi Tirkî ne. Dibêjim, teqez ev ya ji Kurdî ye yan jî ya Ermenkî ye. Eşkerebûna vê yekê pirr girîng e.” 

Aslan, dest nîşan kir ku ev yek ji bo Dimilkî ango Kirmanckî jî wisa ye û wiha dewam kir: “Mînak; ‘maden daği dumandir’, ‘Bitliste beş mînare’. Tirkiya wê pirr ecêb e. Dema mirov guhdarî dike hay jê çêdibe. Wek muzîka Lazî. Bi Lazî tiştek tê gotin, lê dema bi Tirkiyeke şikestî tê gotin gel dibêje, qey ev bi Lazî ye. Lê ne wisa ye. Ew devokeke Tirkiyeke şikestî ye. Zimanê wê yê dayikê heye. Divê ew derkeve holê.” 

Zimanê min ê dayikê…

Ji bo Kirmanckî Mîkaîl Aslan dibêje, ew zimanê min ê dayikê ye û wiha dewam dike: “Ez hestên xwe bi vî zimanî îfade dikim. Em nikarin bibêjin ku strangotina bi Kirmanckî li welatê me belav be. Yek ji sedeman helwêsta dewleta Tirk li beramberî vî zimanî û zimanên din e. Meseleya duyem jî, tiştekî zehmet e mirov di nava hindikahiyekê de hindikahiyek be. Li deverên em diçinê, heger kesên ji deverên Tirkiyeyê hebin, radibin îtîraz dikin, dibêjin, çima hûn bi Tirkî nabêjin. Li deverên Kurmanc lê pirr in jî, hin kes radibin, dixwazin em bi Kurmancî bibêjin. Ev hesteke cuda ye. Bi qasî ku ez dibînim, bi keda xwe tiştekî zêde ez li zindîmana Kirmanckiyê zêde nakim.

Ez bi zaroka xwe re tenê bi Kirmanckî dipeyivim

Kêfa min tê ez bi zimanê xwe stranan bibêjim. Ez vê ji bo xwe dikim. Ez li ser vê dihizirim. Zimanek tenê bi kirina muzîkê, bi huner dikare bê rizgarkirin. Helbest tesîreke wan heye. Lê belê meseleya zindîbûna zimanekî elaqedarî wê yekê ye, ka ew ziman bi zarokên xwe hildiberîne yan hilnaberîne. Heger îro mirovên bi Dimilkî dipeyivin, vî zimanî fêrî zarokên xwe nakin, ev ziman êdî tine dibe. Ev rastiyek e. Weke mînak ez bi zarokên xwe re tenê bi zimanê xwe yê dayikê dipeyivim. Lê belê mesele ev e; em bibêjin serjimara Hozatê 5 hezar e li Dersimê, ji van 5 hezaran 2 kes wisa dikin. Ew kesên ku di warê siyasî de têdikoşin, di vê di nava xwe de asîmîlasyonê rawestînin. Li derve em gelekî siyasî ne. Lê di nava mala xwe de em vê nakin.”  

Meseleya zimên timî taloq dikin

Mîkaîl Aslan îşaret bi sedemên vê yekê dike û dibêje, hewldanên tinekirinê yên sîstema heyî bi rola xwe radibin li aliyekî, lê belê li aliyê din jî tevgerên siyasî yên li dijî sîstemê jî vê meseleya zimên timî taloq dikin û wiha dewam dike: “Şoreşa Kurd elaqedarî wê yekê ye ku li dijî vê asîmîlasyonê li her derî zimanê xwe fêr bike. Heger mirovê ji xwe re dibêje şoreşger vê neke, naxwe kî wê vê yekê bike? Ya muhim ew e ku li nava mala xwe em vê bi ser bixin. Lê ev nabe.”  

Mîkaîl Aslan îaşret bi gazin û bahaneyan jî kir û ew weka şaş bi nav kirin û wiha dewam kir: “Li hin deveran bi gazin dibêjin, em fîm nakin. Ev şaş e. Çima? Ji ber ku ji sedî 99,9´ê Kirmancan bi Tirkî muzîkê dikin. Nexasim jî li Dersimê; bifikirin ji sedî 95 bi Tirkî muzîkê dike. Tenê ji sedî 5´ê wan bi Kirmanckî muzîkê dike. Bifikirin li devereke ku Kirmanckî evqasî xurt e, tu bi Tirkî muzîkê dikî, ev gelekî şaş e.”  

Yazarın diğer yazıları

    None Found