Tirkiye astengiya mezin e

Salih Muslim:Em peyama Ocalan bi rêzdarî pêşwazî dikin. Divê Tirkiyê jî ji daxwaza Ocalan re rêz bigirin. Wê demê emê hê hêsantir li hev bikin. Tişta jê re hesasiyet tê gotin rêzgirtine beranberî hev e.

NAZIM DAŞTAN / MA /QAMIŞLO

Berdevkê PYD’ê Salih Muslim der barê hevdîtina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a 2’ê Gulanê de peyivî. Ocalan piştî 8 salan bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê parêzerên Ocalan metna hevpar ku îmzeya Ocalan û îmzeyên 3 hepsiyên li Îmraliyê li ser hebû, bi raya giştî re parve kir. Di metnê de peyameke ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re jî hebû.

Peyama Ocalan moral da me

Berdevkê PYD’ê Salih Muslim li ser vê peyamê nihêrînên xwe wiha îfade kirin: “Peyamên Ocalan nîşan dide ku em di rêya rast de ne. Hesasiyet di rêzgirtina beranberî hev re derbas dibe. Nihêrînên Ocalan gelekî kûr in. Ocalan bi Sûrî û Rojhilata Navîn baş dizane, nihêrînên Ocalan ên di vê mijarê de ji bo me gelekî bi nirx in. Em gotinên Ocalan di pratîkê de pêk tînin û çareseriyeke ku hevgirtina Sûriyeyê bi Destûra Bingehîn pêk bîne, dixwazin. Em dixwazin statuya herêma xwe fermî bikin. Em wisa bi hêsanî dev ji axa xwe ya ku me bi berdêlên gelekî giran bi dest xistiye, ber nadin. Peyama Ocalan moral da me.”

Hesasiyet rêzgirtina beranberî hev e

Muslim destnîşan kir ku ti carî ji Tirkiyeyê re nebûne gef û wiha axivî: “Me dest nedaye axa Tirkiyeyê û karên wê yên navxweyî. Em tişta ku Ocalan jê re gotiye, ‘Hesasiyetên Tirkiyeyê’  bi rêzdarî pêşwazî dikin. Em ti carî nebûne gef. Ev jî ji bo me nuqteya hesasiyetê ye. Lê ya rastî, aliyekî cuda jî heye. Çeteyên ku êrişî herêma me kirin, hemû ji Tirkiyeyê derbas bûn. Ji roja ku me pergala xwe ava kiriye ve, em rastî her cure gefê hatin. Bi gotinên xwe hewl didin pergala vê derê terorîze bikin. Ev helwêst hemû, ji Tirkiyeyê hatin. Em hêvî dikin ku ew jî ji daxwaza Ocalan re rêzê bigirin. Wê demê, em ê hê hêsantir li hev bikin. Tişta jê re hesasiyet tê gotin, rêzgirtina beranberî hev e.”

Divê çete ji Efrînê vekişin

Salih Muslim di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew dikarin bi Tirkiyeyê re bên gel hev û got, “Lê divê rewşa Efrînê û gefên li hemberî me bên zelalkirin. Em nikarin guhê xwe ji van mijaran re kerr bikin. Efrîn hatiye dagirkirin. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Li aliyekî, hem terorîze dike, li aliyê din jî dagir dike. Hem QSD´ê hem jî MSD´ê ev yek anî ziman. Heke ji dil çareseriyê dixwazin divê ji Efrînê vekişin. Divê çete ji Efrînê vekişin û Efrîn weke xwe ya berê bibe. Her wiha divê dev ji gef û dijminahiya xwe li hemberî Kurdan berdin. Em dikarin li ser vê bingehê nêzî hev bibin.”

Diyalog dê hewayeke erênî ava bike

Berdevkê PYD’ê Salih Muslim di dawiyê de got, “Helbet cudahiyên rewşa li Tirkiye û Bakur, û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Evder naşibe Başûrê Kurdistanê. Em naşibin başûr, polîtîkayên me jî naşibin hev. Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn girêdayî hev e. Li her parçeyî astengiya herî mezin Tirkiye ye. Hewl didin mudaxaleyî her derî bikin. Ji ber vê sedemê, heke Tirkiye pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bikira, wê hingê dijminahiya me nedikir. Rêyên cuda yên çareseriyê dikarin bên bipêşxistin, lê di encamê de hemû rê jî digihîjin deriyekî. Vekirina rêyên diyaloga siyasî ya li Tirkiyeyê, dê hewayeke erênî ava bike.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found