Tirkiye çareseriyê asteng dike

HÊVÎDAR HERANÎ / STÊRA NEBÎ / ANHA / KOBANÊ

Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê PYD’ê Ehmed Xoce, diyar kir ku armanca lêkirina dîwarê li derdora Efrînê, parçekirina xaka Sûriyê ye: “Heta ku dewleta Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê be, aloziya Sûriyê çareser nabe.”

Dewleta Tirk a dagirker ev bêhtirî 20 rojan e dîwarê qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê lêdike. Endamê Desteya Rêbeberiya Giştî yê PYD`ê Ehmed Xoce li ser mijarê axivî.

Xoce diyar kir ku piştî ku dewleta Tirk kantona Efrînê dagir kir, rojane kiryarên hovane li ser gelê Efrînê dide meşandin û got, “Niha jî dest bi lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji axa Sûriyê kiriye. Armanca wan ne tenê dagirkirina Efrînê ye. Di heman demê de dixwazin hemû Sûriyê ji hevdu parçe bikin.”

Ehmed Xoce bal bire ser siyaseta dewleta Tirk û wiha axivî: “Dixwaze bi van kiryaran împaratoriya Osmaniyan vegerîne û dest dayne ser tevahî xaka Sûriyê. Dixwaze gelê wê koçber bike û projeya Neteweya Demokratîk û jiyana hevbeş di nava biratiya gelan de xirab bike. Ji bo wê, êdî dest bi lêkirina dîwaran dike û dizwaze ji axa Sûriyê qut bike.”

Rola hêzên navneteweyî jî heye

Xoce diyar kir ku dagirkirina Efrînê plana dewleta Tirk û hevalbendên wê bû û wiha pê de çû: “Dîwarên ku li Efrînê tê lêkirin, destê hêzên navneteweyî jî tê de heye. Ji ber ku ew kiryarên ku Tirkiye rojane dike, qanûnên navneteweyî binpê dike. Tevî wê jî civaka navdewletî bêdeng e.”

Xoce da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hertim gefan li herêmê dixwe û got, “Çawa ku çeteyên xwe li Idlib, Ezaz, Cerablus û Babê de bicih kirine, dixwaze ku tevahiya Sûriyê binpê bike. Em bêdengiya hêzên navneteweyî û rejîma Sûriyê şermezar dikin. Tevî ku îro Efrîn wekî Golanê ji Sûriyê tê qutkirin, Rejîm ti helwêstê nîşan nade. Ev jî dide xuyakirin ku hikûmeta Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ne amade ye.”

Xoce teqez kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê, dê bi rêya pêkhateyên wê be û got, “Hebûna dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê pirsgirêka herî mezin e, û heta ku dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê be, ti çareserî ji bo aloziya Sûriyê nayê dîtin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found