Tirkiye labaratuwara faşîzma cihanê ye

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Serkarên dewleta Tirk xwediyê hin karekterên gelek taybet û hov in. Ew xwînxwariya xwe tim di wê demê de pêk tîne ku mij û moran li cihanê dihêwire, û ew derfetên di nava hêzên cihanî de reqisandinê bi dest dixe. Di xwînxwariyan de bi giranî hêzên çete, derdorên mejî bi dîndarbaziyeke tund şûştî û talankerên paramîlîter bi kar tîne. Di heman demê de hewl dide ku vê xwînxwariya xwe wekî ew mafdar be, ev kirin tişteke bivê nevê be, bi cihanê dide pejirandin. Di encamê de jî, tewnê li wan çete û tundrawan bar dike û dewleta xwe ji sûc û guneh dişo. Wê di her demên dîrokê de wisa kiriye, lê lutkeya wê wehşetê, jontirkên nijadperest bûn. Wan di rêveberiya nijadperestên wekî Enver û Talat Paşa de, bi geflêxwarinên “şerê îslam û xiristiyanan derxistinê” û bi piştgiriya împaratoriya Elman; Ermenî, Suryanî, gelê Rûm û beşeke Kurdan da ber komkujiyê. Dîktatoriya Erdogan, qoyayeke wê bi heman azînan tevdigere.

Hêzên Ewrûpayê yên serdest wek Ingilîz, Spanî û Fransî di sedsala 19´an de pirraniya cihanê di nava hev de parve kiribûn. Elman û Îtalî dereng ketibûn û ji vê parvekirinê bêpar mabûn, ji bo bikanin xwe bigîhînin çavkaniyên enerjiyê, hewl dan ku hin welatên xwedanê dewlemendiyên xwezayî ne, dagir bikin. Ji bo bikanin bigihîjin armancên xwe jî, dewleta Osmaniyên li ser têkçûnê bû, bi rihetî kete xizmeta wan, wan jî ew wek labartuwareke nijadperestî û amadekariya şer û komkujiyên nijadperest bi kar anî. Ev bû bingehê şerê cihanê yekem yê parvekirina koloniyan. Lê Elman li aliyekî û Îtalî li aliyê din di vî şerê parvekirinê de cihê xwe girtin û herdu jî bi ser neketin.

Piştî şerê cihanê yê yekemîn, baye Sosyalîzma Reel ji Rûsyayê tevahiya cihanê dabû ber xwe, wekî tirseke têkçûnê li hemû dewletên Ewrûpa û DYE´yê geriya. Ev dewletên kapîtalîst ji bo ku bikanin pêşî li vî bayê Sosyalîzma Real bigirin, bi her awayî ketin nava hewldanan. Ji bo amadekirina şerekî li dij Sosyalîzma Reel a Sovyetê, dîsa berê xwe dan dewleta Tirk û di navbera salên 20-40´î de jî rasterast Kurd kirin goriyên vê labaratuwara amadekirina faşîzmê. Faşîzma Hîtler û Musolonî li aliyekî li ser bingehê komkujiyên Osmaniyan yên sala 1915´an bilind bûbû, li aliyê din jî, rasterast li ser bingehê komkujiya Kurdan ya bi destê komara Tirkiyeyê ku wek cihê ceribandina komkujiyên dema komaran hatibû hilbijartin, ezmûn civandin. Rayedarên faşîzma Hitler ev yek bi aşîkarî got. Ango piştî vê komkujiyê, meylên nijadperest ên Ewrûpayê wêrekî hildan û berê xwe dan faşîzmê ku neteweyên xwe li ser bingehê nijadperestiyê bi hêz bikin, li hemberê dijberên xwe yên li walatên xwe û Sosyalîzma Reel bi ser kevin û welatan dagir û talan bikin.

Dawiya sedsala bîstan û di vê destpêka sedsala 21.´ê de jî, hemû dewletên di warê aboriyê de pêşketî, di warê Aborî-Fînansê de di nava krîzeke pirr mezin de ne. Ji bo ku ji vê krîzê derkevin, dîsa berê xwe dan Rojhilata Navîn û xwerû jî Tirkiyeyê ku wek labaratuwara amadekirina şer, faşîzm û komkujiyan e. Listîk heman lîstik e, li aliyekî amadekirina hêzên paramîlîter yên wekî El Qaîde, El Nusra û DAIŞ, li aliyê din bi destê Elmanyayê bikaranîna labaratuwar û motora xwînxwarî û faşîzmê, Tirkiye derxistin ser dikê. Hemû xwînxwar û mêjîgeniyên cihanê di ser Enqerê re derbasê Suriyê kirin. Gorî dîsa Kurd bûn, Kurdên welat û giyanê wan parçekirî, li cihanê bê dost û bê pişt in. Di vê lîstika bêbext de hemû hêzên cihanê di nava yekitiyekê de rolên xwe wergirtine û bi awayekî bê şerm û bê wijdan dilîzin. Ji hemû kirinên xwînxwarî û wehşeta şefê labaratûwara amadekirina faşîzmeke cihanî Erdoganî re çavên xwe miç dikin, ango kor, kerr û lal in. Dîsa di vê labaratûwara faşîzm û xwînxwariyê de wehşeteke gerdûnî amade dikin.

Ev rastiya Tirkiyeyê wek labaratuwara faşîzmê bikaranîn, gelek zelal e. Rayedarên Yugoslavyayê di warê wehşet û xwînxwariyê de şagirtê serkariya Erdogan jî nayên, her tişt aşîkar li ber çavên cihanê pêk tê. Heger bi rastî jî dadeke cihanê heba; mijara Efrînê tenê bi serê xwe dikanî tevahiya rayedarên labaratûwara faşîzma Tirkiyê di dadgeha navneteweyî de bidarizîne. Lê na Ingilîz ew vexwendin qesra qiraliyetê, DYE´yê bi aşîkarî û bi dizî piştgirî dayê. Destê Rûsyayê tim li piştê ye. Ango ev tê wê wateyê; hîna encamên têr ji vê labaratûwara faşîzm, wehşet û xwînxwariyê negirtine. Kengê encamên li gor xwe kêrhatî bi dest bixin, ew ê wê çaxê dîsa hetanî demekê vê labaratûwarê bigirin. Divê em Kurd li gor vê rastiya heyî amadekariyên xwe bê kêmasî bikin, kom, komik û partiyên alavên vê labaratûwarê ne jî baş binasin û li gor wê têbikoşin.

Yazarın diğer yazıları