Tirkiyeyê qirrkirineke duyem kir

Jinan li Wanê Komkujiya Şengalê ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê şermezar kir. Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê di salvegera çaran a Qirrkirina Şengalê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê qirrkirin şermezar kir.

Rêveberên HDP, DBP’ê yên Wanê, parlamenterên Wanê, Nûnerên KCD’ê, dayikên aştiyê û hevşaredarên ku şaredariyên wan bi qeyûman hatin dagirkirin jî di çalakiyê de hazir bûn.

Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Akdag daxuyanî xwend. Akdag li ser qirrkirina Şengalê got, bi hezaran jin û zarok ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin û hê jî bi aqûbeta 3 hezar jin û zarokî nayê zanîn.
Akdag bal kişand ser berxwedana jinên Êzîdî û got, parastina xaka xwe kirin û Meclîs ava kirin, bi hêza xwe hewl dan ku birîna xwe bikewînin.

Akdag her wiha got piştî Fermanê gelek Êzîdî koçberî Bakur bûne. Qeyûman kampên şaredariyên DBP’ê çêkirî, girtine, û kirine ku Êzîdî berê xwe bidin deryayan û bikevin destê bazirganên mirovan. Akdag got, bi vî rengî Tirkiyeyê qirkirineke duyem li ser Êzîdiyan kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku 3’yê Tebaxê bibe Roja ‘Qirrkirina Jinê û Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Qirrkirinê.’  MA/WAN

Bêdengî hevkarî ye!

Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), bi boneya 4’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Meclîsa Jinan a DÎK’ê got, “Hemû perestgeh û îbadetgehên Êzîdiyan hilweşandin. Ji 5 hezarî zêdetir Êzîdî, ji ber bawerî û nasnameyên xwe hatin qetilkirin. Hê jî bi hezar jin û zarok dîlgirtî ne. Gelê Êzîdî yê ji ber qirrkirinê reviya, bi rojan tî û birçî ma.

Li ser rêyan ji zarokan bigirin heta kal û pîran, mirovan jiyana xwe ji dest da. Hê jî di destê DAIŞ’ê de 3 hezar jinên Êzîdî hene. Komkujî li ber çavê cihanê pêk hat. Her kes bêdeng ma. Bêdengiya li dijî komkujiyê hevkarî ye. Em van kesên ev zilm kirî, yên li hemberî vê zilmê bêdeng mayî û hevkarên vê zilmê, şermezar dikin. Li ku devera cihanê dibe bila bibe, ji kîjan bawerî, nasname, ziman û nijadê dibe bila bibe, em têkoşîna hemû jinan silav dikin û êşa jinên Êzîdî parve dikin.” NAVENDA NÛÇEYAN

Fermana 74´an jenosîd e

Qubad Talabanî qirrkirina Şengalê û bêparastinhiştina Êzîdiyan weke lekeyeke reş li ser gewdeya niştimanî ya Kurd bi nav kir.

Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî têkildarî salvegera fermana Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji bo ew hovîtiya li dijî gelê Êzîdî pêkhatiye weke jenosîd were naskirin ew ê kar bikin.

Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bi rêya malpera fermî ya YNK’ê têkildarî salvegera 4. a fermanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Talabanî diyar kir ku ya li Şengalê li dijî gelê Êzîdî DAIŞ’ê kirî, Jenosîd e. Talabanî hovîtiya ku li Şengalê pêkhatî weke lekeyeke reş li ser gewdeya niştimana Kurd bi nav kir.
Qubad Talabanî di dawiyê de got, ew ê hewl bidin ku hovîtiya li Şengalê pêk hatiye di asta navneteweyî de weke jenosîd were naskirin. SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları