Tirsa xwezayî

Tirs diyardeyeke giyanî ye û di xwezaya heyîyên zindî de heye. Tirs bertekeke li dij talûke, metirsî û felaketan e. Her mirov yan jî her zindî bi awayekî xwezayî li rûbalê tiştên ku nayê zanin, yan jî wek tehdîtek li ser jiyanê ye vediciniqe û ditirse. Di rewşên xeternak de, yan jî talûkeya mirinê de zindî dikane şoke bibe û felc lêxe. Li gor psîkologên wek J. B. Watson, Paul Ekmen tirs di bûyînê de wek tanceke xwezayî di nava hestê mirovan de heye.

Ajal ji cinawiran, mirov jî ji karesetên xwezayî û cinawiran ditirsin. Ji wê di her zindiyê de di encama peresenê de hin organên xwe ji talûke û tiştên tirsnak parastinê pêkhatiye. Mînak guhên kêvroşk, xezal û hin ajalan hem mezin û hem jî gelek zîz in, dengên frekansê wan li ba mirovan rolekê nalîzin jî dibîhîsin. Dîsa tê zanîn ku di dema erdhejan de pisîk, hesp, kûçik û hin ajalên din pir pêş de wê xurîna tevgera erdê hîs dikin û ji cihê talûke dûr dikevin. 

Tirsa tewanbariyê

Mijara me ne ev tirsa xwezayî ye. Ev ne erka me, erka psîkolog û pisporan e. Bila ew serê xwe bi van mijareyan re biêşînin. Mijara me tirsa tewanbariyê (sûcdarbûnê) ye. Mirovê ku li hember ajalan, li hember mirovahiyê rureşiyek kiribe, ji derketina rastiya wê rûreşiyê ditirse. Ji tolegirtin û cezakirinan ditirse. Her roj, her gav di nava sendroma tirsê de ye. Lema ji gotineke piçûk ê ku tewana wî/wê tîne bîra wî/wê jî ditirse, gelek caran reng diguher e.

Dîktator hetanî digihîjin wê merheleya dîktatoriyê, li dij mirovahiye dikevin nava sûcên herî mezin. Ji bo ku bikanin sûcên xwe veşêrin, pêşî li darezandina xwe bigirin, li ser hev bi boneyên cuda sûcên di dereceya wehşetê de pêk tînin. Ji ber vê xwînxwarî û cinawiraya xwe jî, tim di nava sendroma tirsê de ne. Hewl didin ku hemû zagonan li gor tewana xwe ji nû ve rêorganîze bikin. Pergala dadê ser û bin dikin. Bi giranî jî ji bo ku bikane gel bixapîne û bi xwe ve girêde, saziyên dîn (ol), netewperestiyê wekî mertal bikartînin. Lê ev jî, wê tirsa wan nakewîne. Herî zêde jî ji mirovên li der û dora xwe dikevin gûmanê. Lema bê navber wan diguherîne.

Dema mirov li RTE dinêre, ne tenê tevgera psîkopatî, ew tirsa tewanbariyê di axaftin, mîmik, tevger û nêrînên wî de bi awayekî wisa vekirî diteyîse, zarokek jî dikane wê psîkolojiya sendroma tirsa tewanbariyê jê bixwîne. Carnan çav li ser dilîzin, bi awayê serokê çeteyên sangole yê ku yê hemberê xwe tehdît dike, diaxive.

Ji bo ku tevanên xwe yên xwînxwariyê, nebîhîse, nexwîne, yan jî kes wan nebîhîse, tevahiya çapemeniya muxalif daye girtin, heta yên welatên din jî tehdît dike. Gelek caran hin rojnameger û ramenwerên xwe yê wek mûrîd jî ji ber ku tirsê di gotinên wan de hîs dike, ji kar dide avêtinê. Dema şivanekî jî gotineke tewana wî tîne bîra wî dibêje ew bersiv dide. Du zarok pevdiçinin, dîsa ew bersiv dide. Di romana min ya bi navê  “Asoyê Dînan de” karekterê bi navê “Dergo” heye, ew ji siya xwe ditirse. A ev RTE e jî wekî wî êdî ji siya xwe ditirse.

Ew qesra di nava wê daristanê de ji ber tirsê, tirsa xweparastinê da avakirin. Ew TV ya serokkomariyê jî berhema tirsê bû. Dema bi trimbêlê diçe derekê 15-20 erebeyên panzerkirî li pêş û paş trimbêla wî diçin, hemû riyan dide girtin, kuçe û kolanên nêzê kolana ew tê re derbas dibe jî tên girtin. Kêliya diçe bajarekî her der tên kilîtkirin, li ezmanê bajêr bê navber helîkopter digerin. Roja 29 cotmehê li Anitkabîrê generalên xwe jî bi mirovên xwe da kontrolkirin. 

Di cihanê de hê tişteke wiha nebûye, ne Hîtler, ne Somoza, ne Îddî Amîn, ne jî Saddam ketibû nava psîkolojike wisa xirab. Ew bi hemû şaneyên xwe ve di nava tirsa tewanbariyê de dilerize. Eger bi tesadûfî li nêzê qesra wî çend teqîn pêk werin, dibe ku dilê wî bisekine û her kes jê bifilite. Wî tevahiya rayedarên AKP´ê, walî, dozger û dadwer jî bi tewanên xwe re kirine hevpar. Ji we tevahiya AKP di nava sendroma tirsa tewanê de digevizin. Bê vê anor û mirovbûna hemû rayedarên dewletê jî têkbiriye, ti sinc û exlaq nemaye. Bi raperîneke bihêz wê tev de yan birevin û yan jî dest bi xwekujiyê bikin.

Yazarın diğer yazıları