Tişta herî pêwîst tifaq bû

XELÎL ELÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

8’ê Tebaxê li bajarokê Sinûnê yê Şengalê serok û rêveberên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Partiya Pêşverû ya Êzidiyan, Partiya Demokratîk a Êzidiyan û Tevgera  Çareserî û Pêşveçûna Êzidiyan li ser tevlîbûna hilbijartina meclîsa parêzgeha Mûsilê li hev civiyan. Di encama civînê de herçar partiyan li ser 3 xalan li hev kirin û peyman îmze kirin. Endamê Rêveberîya Tevgera Çareserî û Pêşveçûna Êzidiyan (TPÇÊ) Osman Qasim têkildarî lihevkirin û tifaqa 4 partiyên Êzidî peyivî.

Ji daxwazên Êzîdiyan netirsin

Osman Qasim diyar kir ku lihevkirina wan ji bo civaka Êzidî gaveke nû ye û girîng e, û got; ”Ji bo civaka Ezidî ya herî pêwîst tifaq bû. Ji ber ku me Êzidiyan di roja fermana 3’yê Tebaxê de, ev yek ji herdemê zêdetir bi çavên serê xwe dîtin. Di nava van salan de dibe ku em car caran hatibin gel hev, lê me yekîtiyeke rast ku ji bo civaka Êzidî çênekir. Lê, armanca me divê ev be ku bi vê tifaqê em karibin rasterast bêyî ku tu berjewendiyên partiyek û tevgrekê derkeve pêş, hevî û daxwaza xelqê xwe pêk bînin be. Em ji hêzên li derveyî Ezidiyan jî daxwez dikin ku li beramberî vê fermanê erka xwe ya mirovî pêk bînin. Lazime hikumeta Iraqê daxwazên civaka Êzîdî yên rewa ji bo xwe weke xeterê nebîne.”

Peyman ji van her sê xalan pêk tê;

*Ji bo îdareyeke fermî û nû ya Şengalê û bajaroka Qehtanî ya Şengalê xebat bê meşandin.

*Ji bo parastina Êzîdxanê hêzeke hevbêş bê avakirin. Ev hêz ji sedî 50 ji hêzên Êzidî yên li Şengalê, ji sedî 50 jî, ji pêkhateyên din ên Şengalê pêk were.

*Herçar partî wê bi awayekî koalîsyonê tevlî hilbijartinên Parêzgeha Musilê û Parlamentoya Iraqê bibin. Ji bo kotaya ku ji Êzidiyan re hatiye veqetandin, wê kesên serbixwe yên ji aliyê herçar partiyan ve tên qebûlkirin, wekî namzet bên nîşandan. Eger di hilbijartinan de yek ji van partiyan zêde dengan bi dest bixe, wê demê, dema ku erkên di nava hikûmetê yan jî yên din de hatin dayîn, ev erk wê di nava çar partiyan de werin parvekirin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found