‘Tola wan li erdê namîne’

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gelê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a di berxwedana salên 2016-2017 de nexasim jî di berxwedana Nisêbînê de têk çûyî hewl da bi operasyonên berfireh ên li eyaleta Mêrdînê re vê têkçûna xwe ya mezin ji holê rake. Biryargeh di daxuyaniyê de bi bîr xist ku li gundên Xerabê Bava û Talatê, di 11’ê Sibatê de operasyonekê bi 20 rojan domî dest pê kir û got: “Di vê operasyonê de fermandarê me hevalê Soro Amed tevî komek ji hevalan şehîd bûn.”

Sora bibû tirsa dilê dijmin

Biryargeh di daxuyaniya xwe de eşkere dike ku Soro Amed, di nava gerîla de bi ked, afirînerî, pêşengtî û wêrekiya xwe mohra xwe li dîroka berxwedaniya PKK xistiye û wiha didomîne: “Ji hemû şervanên xwe di bin fermandariya xwe de bû çavkaniya bawerî û wêrekiyê. Pêşengekî leheng bû, ku ji plansaziya her çalakiyê heta kêliya encamgirtinê, di her qonaxê de cih digirt. Hevalê Soro Amed, tevî hêza çareserî û biryara rast, sekneke fermandariyê ya ku hunera bicihanînê bi xurtî di kesayetiya xwe de afirand, temsîl dikir. Bi taybet taybetmendiyên xwe re, bi kesayaetiya xwe ya milîtaniya fedakar, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li eyaleta Amedê û herî dawî li Eyaleta Mêrdînê ku bi fermandariya eyaletê radibû, pêşengî ji têkoşîna şoreşgerî re kir û bû tirsa dilê dijmin.”

Sembola gerîlayên jin: Zinarîn

Di daxuyaniyê tê diyarkirin ku yek ji şehîdên din  Zinarîn Botan e û wiha tê gotin: “Hevala Zinarîn, weke jineke Kurd a leheng ku xwe bi kevneşopiya berxwedêrî û welatparêzî ya Nisêbînê xwedî kir, mezin bû û bi bandora serhildanan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevala Zinarîn her tim li cihên herî zêde pêwîstî bi fedakariyê hebû ma û her tim bi coş û kelecana xwe bi barê xebatê rabû. Bi coş û îdîayeke mezin tevlî pêngava Rêberê Azad û Kurdistana Xweser bû. Di asta têkoşînê ya eyaleta Mêrdînê de, ku dijmin tevizand, rola hevrêya me gelek e û çalak e.

Hevala Zinarîn bi taybetî jî di berxwedana xweseriyê û xwerêveberiyê de bêyî bêhnvedanê şer kir û hevrêyên xwe jî da şerkirin. Fermandarek bû ku bawerî, dewlemendiya taktîkê û serketin dida derdora xwe. Bi çalakiyên xweser re, ku bi xwe koordîne dikir, bû sembola gerîlayên jin ên Kurdistanê. Hevala Zinarîn, ku heta fîşeka xwe ya dawî li dijî faşîstên kujer ên ji bilî bikaranîna teknîkê ti çareya xwe nemaye, heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe da, rê li ber jinûve vejîna nirxên azadiyê yên Kurdistanê vekir û di vê oxirê de tevlî karwanê nemiran bû.”

Nasnameyên her du gerîlayan

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her du gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye:

Nasnav: Soro
Nav 

Nav û paşnav: Salîh Kaplan


Cihê jidayikbûnê: Amed


Dem û cihê şehadetê: 11’ê Sibatê-1’ê Adarê 2017 / Mêrdîn

Nasnav: Zinarîn Botan

Nav û paşnav: Hacîre Talhan


Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn


Dem û cihê şehadetê: 11’ê Sibatê-1’ê Adarê 2017 / Mêrdîn

Yazarın diğer yazıları

    None Found