Torbendên Medya û tevnepîrika dîktator

Ev dema dijîtal demeke taybet e. Şerê herî dijwar di qada medyayê de ye. Torbendên medya navneteweyî, xwerû jî medya dîjîtal di destê kê de be, ew dikane li gor berjewendî, cihan û bîrdoza xwe hetanî radeyekê rê bide ber civakan û wan manîpûle bike. Ji ber vê rastiyê jî di siyasetê û manîpulasyona rastiyan de medya bi rola herî girîng radibe, bêguman di şiyarkirin û rastiyan ragihandinê de jî dîsa medyayê rola bingehîn wergirtiye.

Hêzên cihanî û serkariyên dîktator ne tenê pergalên xwe yên sîxwirî, hemû derfetên dewletê û têkiliyên xwe yên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe dixin nava tevgerê. Bi taybetî jî bi rêya şêwirmend û komisyonên xwe yên lêkolînê vê qada bi bandor ji her kesî çetir dizanin û giraniya xwe didin vî warî. Hemû derfetên xwe yên heyî bikartînin, bi giştî medya û medya dijîtal dixin xizmeta xwe.

Mînakên bi zelalî li ber çav in, pir in: Wek nimûne: Berluskonî li Îtalyayê bi rêya torbenda medya xwe xîtabê hilbijêran kir û bi wê rêyê kanî were ser kar. Lê ji ber ku nekanî tevahiya derfetên medyayê kontrol bike, dest bavêje medya navneteweyî û bandorê li saziyên dadê jî bike, hewldanên wî pûç bûn û têk çû. 

RTE-AKP ne tenê ji mînakên dîktatorên Rojhilata Navîn sûd wergirtiye, xwerû ji vê mînaka Berluskonî ders girtiye. Ji wê, berê li aliyekî mijara kurd derxist pêş û agirê nijatperstiyeke herî zir gur kir, li aliyê din mixalefeta berê xwedanê serkariyê bû, pir baş bi kar anî.  Pişt re jî bi dek û dolaban pêşî li medya azad girt û medya mixalîf hemû da girtin. Medya ku ji berê ve wek medya "Babê Alî" dihat zanîn, bi formên cuda kir xizmeta xwe. Li gel wê pergala zagona dewletê ya heyî jî pelişand û li gor xwe ji nû ve rêorganîze kir ku her tiştî kontrol bike û bikane bi derewên medyayê rê bide ber civaka ku di xewê de hatiye hîştin. 

Dewleta Tirk êdî dest avêtiye torbendên medya dijîtal ya navneteweyî jî. Mînak: Torbenda Eutelsatê. Ji ber ku pirraniya medya wan ya dîjîtal jî bi wê torbendê ve girêdayiye, li aliyekî ev hêza xwe ya aborî bi kar anîn, li aliyê din peyayên xwe yên di vî warî de pispor di nava vê torbenda Eutelsatê de dane bicihkirin. Lewma diwêrin bi biryara RTUK´ê hewl bidin ku pêşî li TV´yên Kurdî bigirin.

Divê mirov vê rastiyê jî bibêje; êdî pisporên RTE-AKP´ê di nava medyayên dijîtal ên navneteweyî hemûyan de rûniştine, heta di xalên herî bi bandor de ne. Mînak: Peyayên xwe bi awayekî rengê sîxwirî di gelek fîrmayên Elman û navneteweyî de jî dane bicihkirin. Ev fîrmayên medya dijîtal, bi boneyên pirr piçûk mînak "Ev ne tu yî?" Mirov nasnameya xwe jî dişîne, bi wêneyê xwe jî weşanê dike; ew dibêje: "Me got ne tu yî, xilas!" Yan jî dinivisînin "Tu çima pirr peyva dîktator bi kar tînî… lewma me hesabê te girt…" Li gel wê komên hacker damezirandine, bê navber  êrişên malper û hesabên dijberan bi giştî dikin.

Îro ne tenê di nava medyayê de, êdî di nava dada welatên Ewrûpayê de jî peyayên wan hatine bicihkirin. Hozanekî Kurd yê bi nav û deng, li Elmanyayê serî li saziya pêneberiyê dide, ji bo îfadegirtinê, wî derdixin rûbalê dozger. Ew çi dibêje; dozgerê nijadtirk dibêje: "Tu derewan dikî, Tirkiye ne wisa ye!" Lewma pêşniyaza me ji bo hemû kesên ku serî li pênaberiyê danin, hemû Kurdên derdikevin dadgehan, bila teqez dozgerên nijadtirk red bikin. 

Her çendî li ser vê mijara sîxwiriya dewleta Tirk, li welatên Ewrûpayê bêdengî hebe jî. Di van demên dawiyê de mijara karên saziyên sîxwiriya Tirk li Elmanyayê gelek aktuel e. Lê divê mirov vê rastiyê bibêje. Edî saziyên sîxwiriyê wisa ketine nava hev, Tirk wisa di nava saziyên sîxwirî, torbendên medya, medya dijîtal û dîtnêr a Elmanyayê de bi cih bûne, Elmanya ji aliyekî ve xwerû ji ber berjewendiyên xwe yên aborî, ji aliyê din ve jî, ji ber vê tevnepîrika ku ta di dema Hîtler de bi Tirkên ji navenda Asyayê hatîn ve, destpê kiriye û êdî bûye parçeyekî wan, gelek dijwar e ku ew bikanin vê tevna qirêj ji nava xwe paqij bikin. 

Ji ber van rastiyan divê em Kurd di serî de tevdîrên xwe bigirin, li hemberê van pîrik û mozqirtikên sîxwiriya di nava saziyên welatên Ewrûpayê de şiyar bin. Ti firsendê nedin wan, li gor derfetan wan deşîfre bikin.

Yazarın diğer yazıları