Trêna Reşo!

Di jiyana gundewarî de bi taybetî zivistanan, beranberî derfetên kêm ên tevgera jiyanî û hilberînê, civak di nava xwe de gelekî aktîf e.

Dîwan, civat vediguherin meydana çalakiyên cur bi cur. Dîwanên dengbêjan, lîstikên odeyan, şano, qerf, henek, vegotina çîrok û serpêhatiyan, devavêtin hin ji aktîvîteyên zivistanê ne. Di van dîwan û civatan de kes, malbat, gund an eşîr, heta  axa dibûn mijara guftûgoyan. Hin navlêkirin an lexabên li wan hatine kirin, tevî çend nifş derbas bûne jî li ser wan mane. Li gundê me, “mala kermiriyan”, “mala şepirze”, “mala gurî”, “mala mahciran”, “mala pelê” hebûn.

Pirraniya biwêjên herêmî jî di diyalog, sohbet an gengeşiya jiyana rojane ya gund an herêman de afirî ne. Hostayên pêyvê heger kesek an malbatek dane ber çavê xwe, xilasî ji destên wan tine ye. Lexaba xwestin, navê xwestin wê li wan bikin û biwêja ku bixwazin di ser wan re biafirînin wê biafirînin û di civakê de jî bidin qebûlkirin.

Heger muxatebê vê yekê bêdeng bimîne, an bikene û derbas bibe, dibe ku ji wî navî rizgar bibe. Lê belê heger muxatebê mijarê ji ber vê hewldanê bêzar bibe, hêrs bibe yanî qebûl neke û li ber xwe bide, wê demê şansê wî namîne. Ji ber ku kesên xwestin wî nav-lexabê an biwêjê biafirîne, vê carê bi kêfxweşiyeke zêtedir hewldanên xwe didomîne. Heta ku kesê behsa wî tê kirin jî rewş, nav an kirasê lê hatiye fesilandin, qebûl bike, ev hewldan didome. Li gundan pirraniya malbatan bi lexaba kesek ji mezinên wan, bi navlêkirina ji ber rewşeke wî ya taybet an biwêjek ji gotinên wî afirandine, ferz kirine, tên nasîn. Ji bo biwêjên herêmî jî dixwazim çend mînakan bidim.

Hewara Girberaz

Li herêma Nisêbînê bi taybetî li çend gundên derdora di navbera Nisêbîn û Hezexê de navdar e. Ji bo tinazpêkirin an biçûkxistinê tê bikaranîn. Wek tê zanîn ‘hawar’ tê wataya alîkariya lezgîn a demên şerê giran an kerasetên mezin. Dema şer diqewimî, mirovan radihişt çekên xwe û diçûn alîkariya xizm, dost an hevalbendên xwe. Navê vê tevgerê jî ‘hawar’ an ‘çûyina hawarê” ye. Lewma tevgereke qels, an hewldana kesekî ne xwedî taybetmendiyên rakirina bar be “hewara girberaz” tê bibîrxistin. Dirêjahiya wê jî wisa ye: Hewara Girberaz kişiya, kişiya, kişiya; Hisik û du se.”

Dîsa li gundekî Midyadê ji bo kesê dikare, lê bi xwe re nabîne bi karekî rabe, dibêjin “De rabe Cehfo”. Li gorî serpêhatiya li vî gundî, Cehfo kurekî 11-12 salî ye û li meydana gund rûniştiye. Gava çav bi grana gund dike dike hewar, “Gundîno, xeberê bidin diya min bibêjin, wî garana gund tê, Cehfoyê te li meydana gund rûniştiye, were bi hewara wî ve, yan na wê di bin lingê dewar de bimîne.” Hingê xelkê jê re gotiye, De rabe Cehfo. Li wir nesekiniye û îro jî li wan deveran ji bo kesên bixwerenedîtî dibêjin, de rabe Cehfo.

Ma bû trêna Reşo

Li herêma Gimgimê ev biwêjeke navdar e. Ji heval û dostên Gimgimî gelek caran min li versiyonên çîroka biwêja, “Trêna Reşo” guhdarî kiriye. Dema li herêmê mirovek tiştekî gelekî mubalexa bike, derewê bike, yekser refleksa, “Çawa çêbû! Ma bû trêna Reşo” tê nîşandan.

Çîroka biwêja, “Trêna Reşo” balkêş e.

Reşo yê ji Gimgibê mîna karker tê Elmanyayê û li bajarê eyaleta Westfalya  Bakûrê Renê li Wuppertalê bi cîh dibe. Bajar li her dû aliyê çemê Wupper ê ku baskekî çemê Renê ye, hatiye avakirin. Di sala 1901’ê de xeteke trênê ya daliqandî (Schwaebebahn) hatiye avakirin. Trên a daliqandî 8 metroyan ji erdê, 12 metroyan ji çemî bilindtir e. Li seranserê bajêr di ser çem re mesefeya 13.3 Km’yan diçe û tê. Ji bo tûristan balkêş e ji ber ku ji jor ve mirov dikare li bajêr temaşe bike. Her wiha di sivikkirina barê trafîka bajêr de jî roleke wê ya girîng heye.

Reşo ku demekê li Wuppertalê dixebite, dema vedigerê gundê xwe qala trêna daliqandî dike. Dibêje bi sedan mirov lê siwar dibin, tekerê wê li jor in, trên serjêr e û li hewa di ser çem re diçe…

Ev gotinên belengazê Reşo dibin sedem ku navê wî bi derewvanî derkeve. Ji wê rojê vê dema tiştek were mubalexe kirin, derewek bê kirin yekser biwêja, “Mîratê! Ma bû trêna Reşo” tê gotin.

Piştî bi dehên salan bi dehan malbatên Gimgimî li Wuppertalê bi cîh bûn û rojane li trêna daliqandî siwar dibin lê navê xirab ê Reşo li ser nehate guhertin.

Heta tê gotin ku Reşo kesekî ji gundê nêz ê li Wuppertalê xebitiye, vexwendiye mala xwe, ziyafeteke mezin dide, gundiyan tevan vedixwînê. Paşê ji kesê ku li Wuppertalê maye dixwaze qala trêna daliqandî bike da piştrast bibe ku ne derewvan e.

Lê belê ew kes dibêje Reşo li Wuppertalê trênê li ser erdê, rêyên hesinî hebûn wekî din haya wî ji tiştekî din ku tê bîra wî tine ye.

Piştî civat belav dibe, Reşo bi dilekî kul ji hevalê xwe dipirsê, ka çima piştgiriya wî nekir. Ew jî dibêje; “Rast e, ez dehan car li wê trênê siwar bûme. Lê Reşo gundî yeman in, jixwe nav li te kirine, bi xwedê tu çi bikî ev nav ma li ser te, çi heqê te li min heye ku min jî bikin şahid, duvik an şirîkê derewa te.”

Yazarın diğer yazıları