Tu bi qurbana zarê xelkê bî!

Luqman GULDIVÊ

Peyv bi serê xwe, dema mirov dibêje û dibihîze tesîrekê dike ku ji “peyvên” din bêhtir e. Ez bibêjim “evîn”, ya ku tesîrê dike maneya wê û têkiliya bi maneyan re ya wê peyvê bi xwe ye! Pê re jî ew asosyasyonên ew peyde dike yanî tiştên ew bi bîr dixe tesîra wê diyar dikin. Lê dema mirov “peyv” dibêje, bi tena serê xwe giraniya wê tesîreke wisa dike ku mirov dibêje, efsûn e, efsûn nebe, efsûnî ye. Muhtemel e ku sedema vê yekê ew be ku mirov bi rengekî ji rengan û xweber hay ji wê yekê hene ku vedîtina herî mezin a insanan, peyv bi xwe ye.

Jixwe, wisa ku di gelek tesewurên avakirina dinayayê de mirovan li “peyvê” hêza afirînerî bar kiriye; yanî Xwedê gotiye, “bibe” û “bûye”. Êdî nivîsandina vê “peyvê” meseleyeke din e. Nivîsê xwe weke zerûriyeteke civakî, a ku bi bazirganiyê û bi mezinbûna serjimara gund û bajaran, yan jî bi berfirehbûna perîferiyên navendan xwe ferz kir. Ji ber wê jî her miletî nekarî wê efsûna pîroz bidin ber xetên tarî (siyên nivîsên bizmarî, rengên li ser zemînên gewr û zer). Gotin afirîner in, yanî bi rengekî ji rengan çalak in li cihê xwe nasekinin, her miletî nekarî wan sabit bike. Nedikarî bixwaze vê bike… Lê hukm, berfirehiya wê û wê rojekê gelek ji van miletan neçar bikirana ku dest bi xêzkirina xetan bikin. Miletên Îranê jî yek ji van in ku dereng jî be dest bi nivîsê kir, lê her tişt nenivîsî: herjmara pez, bac, xelatên ji melik re, pêdiviyên aborî û eskerî, merasîmên mezin ên bi minasebeta bûyerên diyarker ên siyasî û eskerî, lê gotinên pîroz ên xwedayî, ezmanî, nedibû ku ew bi nivîsê bên lewitandin.

Helbet bi rûbirûbûna tesîra Xirîstiyaniyê re û tehlûkeya ku ev dînên xwedî kitêb erdên wan ji dest wan bistînin, wan biryar da ku Gatayên (gotin, peyv) xwe jî binivîsin. Pêvajoyeke zehmet a ku tesîrên derve nexasim diyarker bûn, di dawiyê de peyva çalak a devkî hema hema li cem hemû miletan, ne bi zimanê wan ê qedîm be jî bi nivîsê hat sabitkirin. Vê yekê jî ya rastî ew giraniya peyvê kêm kir; ji ber wê jî diviyabû bi gotareke taybet pîrozî û ew efsûna peyvê li peyva nivîskî bihata barkirin. Xwendina metnên pîroz, û ferz û rîtuelên elaqedarî vê babetê ev pîrozî li peyvê ji nû ve bar kir, lê sabitbûna wê ma û ma…

Civak guherîn, nivîs ji bo veguheztina mayeyên teknolojîk û zanînên din veguherî navgîna sereke. Îro di kontrola civakê de bi sîstemên perwerdeyê jî veguheriye navgîna herî belav, tevî ku berê navgîneke elîtan bû ku pê dibûn xwedî îmtiyaz. Heta em îro dikarin îdîa bikin, civakên ku zimanê xwe nekarîn di perwerde, ragihandin û bazarê de her wiha bi nivîsê bikin xwedî dewra sereke a danûstendinên civakî, bi tehlûkeya marjînalbûn û qirrkirinê re her rûbirû ne.

Ji ber wê jî her mekanê belavkirina zimanekî di medyayên nivîskî de, vê tehlûkeyê nisbî kêm dike. Ji ber wê heger îro em berê xwe bidin parvekirin û reaksiyonên van parvekirinan ên di medyaya civakî de, em dibînin ku destpêkê rastnivîs (bi alfabeya kê -Tirk, Elman, Ereb – xwende bûbin, bi wan alfabeyan dinivîsîn) û rêzimana tişta nivîsandî (helbet mirov lê bikole wê rêzimaneke herêmî, sosyolojîk peyde bikira) ne meseleya sereke bû. Meseleya sereke ew bû ku gelek kesan di bin hesabên cihê de dest bi nivîsandina Kurdî dikir. Hêdî hêdî reaksiyoneke belavkirin û fêrkirina rastnivîs û rêzimanê jî xwe bi rêya hin hesabên li ser van meyayan belav û nisbî jî ferz kir. Nivîsa bi Kurdî ya ku di sîstema perwerdeyê de di nava sînor û qedexeyan de pelçiqandî, dikarî bi vî awayî meydaneke têra xwe fireh a azadiyê peyde bike.

Niha gelek hesab hene ku tenê bi Kurdî parvekirinan dikin û tesîra van hin caran ji rojname û kovaran bêhtir e, ji ber ku kesên van hesaban dişopînin, ji xwînerên çapemeniya nivîskî ya Kurdî, bêhtir e.

Li ser Twitterê hesabek heye bi navê Torî Xan (@gulsumake) ku li ser dîwaran bi Kurmancî dinivîse û mohra xwe jî li binê wan weke Gulsumake dinivîse. Ew wêneyên van nivîsan digire û li ser hesabê xwe belav dike. Yanî ew hem li taxekê, kolanekê, ser dîwarekî malekê wê Kurmanciyê sabit û mayinde dike, hem jî bi rêkûpêk digihîne xwînerên Kurmanciyê yên medya civakî. Di parvekirina dawî de jî Gulsumake nivîsa li ser dîwarekî ya weke “Tu bi qurbana zarê xelkê bî” parve kiriye. Ez dibêjim, sihet xweş.     

Yazarın diğer yazıları