Tu çi bikî tu şaş î

Hetanî mejiyê mirov neyê dagirkirin, giyan nayê dagirkirin, beden girtî jî be giyan li rêyeke rizgariyê digere. Lema dagirker tenê welatê mirovan dagir nakin, ew hewl didin mejiyên mirovan jî dagir bikin, da ku bindest li ti rêya li xwe û mafê xwe xwedî derketinê negere. Çavên bindest tim li destê dagirker, guhê wî li fermana dagirker be! Dagirker bi hemû hêza xwe ve dixebite ku her kirina bindest, çi erênî çi nerênî, wek şaşiyên bêkêr bi bindest bide pejirandin. Her kirina xwe ya derê mirovî jî wek rastî yan jî divêtiyekê bi kotekê di mejiyê mirov de daçikîne. Hemû tevger û hewldanên li xwe xwedî derketina bindest jî; wek xiyanet, wek gasikê destê dijmin, wek sorkirina dijminan destnîşan dike. Mînak; wekî hemû tevgerên Kurd, bi salan Şêx Seîd wek ajanê Ingilîz nîşan dan. Lê ti belge û rastiyeke wê tune. Bi gotineke kurt û Kurmancî, bi tevahiya saziyên xwe ve hewl dide ku piçûkxistina bindest bi bindest bide pejirandin.

Bi xwe, bi her awayî têkiliyên destmaçkirinê, li ser bingehê firotina welêt û anorê bi hêzên der, yan jî sereke yên cihanê re datîne, lê vê wek dîplomasiyeke aqilane difiroşe. Tenê hin rayedarên wan carinan hin tiştan ji devê xwe dişemitînin. Li ser mijareya protestoyên Ciwanên Şoreşger, Serokkomarê wan Cevdet Sunay wiha gotibû: "Hetanî derpê we jî ji Amêrîkayê tê! Hûn çi li dij Amêrîkayê derdikevin!"

Wan ev polîtîka li ser bingehê dijminê der û hundir di mejiyê her ferdî de ku ji nijada xwe dihesibîne, dane rûniştin, lema di her rewşê de bertekên wiha nijadperest ên Tirkên ji rêzê jî derdikevin pêşberê mirovan. Li vir, Ewrûpayê, dema me hê nû destpêkiribû em bi Ewrûpiyan re têkilî daynin, ev mijara piçûkxistina bindest bi hemû zîşti û heqareta xwe ve derket pêşberê me.

Carê, di civîna organîzekirina şahiyekê de jineke Tirk ya bi navê Tirkan hatibû, nêzîkê min bû û got: "Hûn bisekinin, hûn nizanin, em bi navê Tirk û Kurdan diaxivin!" Min jî jê re gotibû: "Na xanim efendî, tu di cihê xwe de bisekine, tu zir nezanî, ez bi navê Kurdan û Tirkên Kurd diaxivim." Dema wê ev gotina min bîhîst, dîn bû, got: "Ajanê xiristiyanan te ev cesaret ji ku girtiye?" Min jî bersiveke li gor wê da. Mijar dirêj e, lê ji bo têgihîştina rastiyê, ewqas bes e.

Îslamîst û çepgirên Tirk jî wisa ne. Li hemberê Kurdan, partiyên Kurdan, Tevgera Azadiyê tim bi argûmanên dewleta xwe ya dagirker, nezîk dibûn û dibin. Bi xwe tûwaletên partiyên Ewrûpayî paqij dikirin, lê dema me têkiliyek bi kom, komik yan jî partiyeke Ewrûpî re daniya, ji me re digotin; "Hûn li pey dêliya Ewrûpiya ketine û hûn cehştiyê dikin!"

AKP- RTE vê polîtîka dagirkeriya Tirk xwerû bi alîkariya saziyên xwe yên dînî di her qada jiyanê de ji bo xwe bi kar tînin. Mirov li serî de, tifê bike, rezîlê alemê bike, silav bidiyê, bê deng be, gotineke dostî bêjê, çi jî bike; ew hewl dide vê ji bo xwe û dewleta xwe biguhezîne alaveke serketinê, li gel wê wek tewanekê, piçûkxistinekê, têkçûneke Tevgera Azadiyê nîşan bide. Ji bo vê hemû hêza torbendên medya qirêj ya bi xwe ve girêdayî, bi kar tîne.

Di vê dema dawiyê de jî li ser heman bingehê sextekariyê; wê mijara ku rojnamegereke Ingilîz avêtiye ber wan, bi kar tînin. Qaşo hêzên QSD bi DAIŞ´ê re têkilî daniye, li hev kirine û DAIŞ vekişaye, çûye, (hele li vê virê!) bi kar tînin. Ango bi her awa sextekariyê, hewl didin ku tewana xwe kirinên xwe li tevgera gel bar bikin. Her kes dizane ku wan bi taybetî li Carabulusê û Îdlîbê wisa kiriye. Lê qirêja xwe davêjin ser hêzên berxwedêr.

Dagirkerên Tirk ên reng AKP´yî ev nexweşiya dagirkeriyê di mejiyê, kom, komik û partîkokên Bakur (Çembera Stockholmê) û Başûr de jî dane rûniştin û carinan rasterast, carinan jî bi awayê ne rasterast bi kar tînin. Ev komikana jî; dema Tevgera Azadiyê di divêtiya şer de bimîne, şer bike, dibêjin, "Hûn çima şer dikin?" Dema derfetên çareserkirinê derdikeve û şer radiweste jî dibêjin, "Hûn çima şer nakin?" Gava em silavê li wan bikin, dibêjin, "Hûn çima silavê li me dikin!"

Torbendên Medya bi PDK´ê ve girêdayî jî li ser heman xetê ne. Dema mirov çav lêdigerîne, dibêje, qey ew medya Tirk a AKP´ê ye. Bi xwe, 15´ê mehê bi serokkomarê Iraqê re peyman îmze kirin, biryara vekişandina pêşmêrgeyan dan, lê xwe kirin qehreman û aliyê din jî kirin xayîn. Bi wê jî neman, hewl dan ku bi mijara Şengal û wê mijara rojnamegerê Ingilîz Tevgera Azadiyê tewanbar bikin.

Divê mirov li dij van dek û dolabên dagirkeriyê, saziyên wê yên bangaşiyê şiyar be û ti nirxekê nede wan. Gotinek di nava gel de heye, wiha ye: "Tu biçizî, neçîzî, tu qencelîz î! Ezê te bixwim!" A polîtîka dagirkeriyê ya herî qirêj ev e. Divê mirov li hember vê şîyar be! 

Yazarın diğer yazıları