Tu ji gulan bû gula Nesrîn

Demeke dirêj e hewl didem çîrok, navarok û serpêhatiya stranên klasîk ên Kurdî şirove bikim. Bêgûman dengbêjî an wêjeya devkî ya Kûrdî mîna daryayekê heye ku pêwistî bi lêkolîn û xebatên akademîk heye. Mîna stran, kilam, destan û berhemên dengbêjan gelek stranên serdema me yên em guhdar dikin jî xwedî çîrok-serpêhatiyên balkêş in.

Mixabin mîna stran an klamên klasîk em van stranan jî beyî ji naverok, serpêhatî û hêza wêjeyî heydar bin guhdar dikin. Bi taybetî jî gelek stranên ku di dawetan de ji bo govendê hunermend, an stranbêj li pey hev pêdixin an mîna potporî dibêjin û sivik sivik di ber guhê me re derbas dibin; hin ji wan gelekî bi nirx in; hêjayî lêkokînê ne û pêwîst dike ji her alî ve li ber çavan werin raxistin.

Yek ji van stranan jî ‘Nesrîn’ e. Strana ‘Nesrîn’ ya bi navûdeng ku dema navê Mihemed Şêxo derbas dibe tê hişê mirov xwedî çîrokeke balkêş e. Bi piranî mîna ku helbest jî ya nemir Mihemed Şêxo ye tê zanîn. Ya rast şêwaz, stîl û ji dil gotina Mihemed Şêxo ya vê stranê têrê dike ku mirov bikeve şaşiyeke bi vî rengî.

Lê di rastiyê de strana ‘Nesrîn’ helbesta Xelefê Zêbarî ye. Rojnamevan, nivîskar Xelefê Zêbarî pêşmergeyê serdema Mele Mustafa Berzanî bû, her wiha piştî têkçûna Şoreşa Başûrê Kurdistanê ya mîna aşbetal jî tê nasîn penaber bû. Pêşî li Îranê paşê jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ma. Zêdetirî 20 salan di Radyoya Dengê Emerîkayê de xebitî. Ji Aqrê ya Başûrê Kurdistanê ye. Di sala 1970’yî de Zanîngeha Mûsilê qedand û paşê tevî şoreşa Başûr bû û di Radyoya Dengê Kurdistanê de xebitî. Wê demê Mihemed Şêxo jî ji Rojava beşdarî têkoşîna Başûr bû û mîna pêşmergeyekî hunermend tevgeriya. Ew jî mîna Xelefê Zêbarî sirgunî Îranê bû, lê paşê vegeriya Rojava.

Di hevpeyvîn a sohbetan de Xelefê Zêbarî li ser strana ‘Nesrîn’ tenê dibêje, “Helbesta min bû û min da Mihemed Şêxo û wî jî kire stran.” Ji bilî ’Nesrîn’ hin helbestên din ên Zêbarî hene ku bûne stran.

Lê çîroka nivîsandina vê helbestê min ji kesekî ku nemir Mihemed Şêxo jê re mijar gotibû guhdar kir.

Xelefê Zêbarî dema li Mûsilê zanîngehê dixwîne ew û qîzek a navê wê Nesrîn ji hev hez dikin. Hemû hewldanên ji bo zewaca Xelef û Nesrînê ji aliyê bavê wê ve têne astengkirin. Bavê wê bi biryar e ku keça xwe mîna berdêlî bide û xwîşka kesê Nesrînê bidiyê jî ji kurê xwe re bîne.

Malbata Xelef qelenê zêde, zewicandina lawê wî jî pêşniyar dikin lê belê îqna nabe û dawiya dawî wê bi kesekî din re dizewicîne.

Piştî Nesrîn dizewice rojekê li pazara Mûsilê Xelef rastî Nesrînê û kesê pê re hatiye zewicandin tê û ew dîtina dawî ye.

Helbesta ‘Nersîn’ jî jixwe hestên wê kêliyê îfade dike. Tişta herî zêde tesîrê li wî dike çavên Nesrînê yên reş in û wê rojê bêdeng digirî. Diyar e bandora rondikên Nesrînê dibin sedem ku helbest were nivîsandin. Jixwe Xelefê Zêbarî ji Mihemed Şêxo re dibêje barandina rondikan û çavên reş ên Nesrîn tim li ber çavê min in û ez ê ti caran ji bîr nekim. Diyar e ku serpêhatiyê gelek bandor li Mihemed Şêxo kiriye, her wiha di pêvajoyên dijwar ên pêşmergetiyê de guhdarkirina vê çîrokê û helbestê bandor li Mihemed Şêxo kiriye ku mîna serpêhatiya wî bi xwe be ji dil gotinan mîna zêmarekê dinihurîne…

Beşa yekemîn û duyemîn a helbestê ravekirina xemgîniya Nesrîn û Xelef piştî ji hev qûtbûnê ye. Her wiha êş û azara rû bi rû mayina ku careke din hevûdin nabînin e. Lewra wiha dibêje;

Demê min to dîtî Nesrîn

herdû çavêt di reş digrîn

ewan çavan digote min

careka dî to min nabîn

dil û can li min bibîne xwîn

Ji hemîla min vebûn birîn

Ji ber şenga didan zêrîn

Ji ber şoxa bejin şêrîn

Te dêm têkel befr û xwîn

Tu j’gula buy gula Nesrîn

Beşa sêyemîn a helbestê jî teşbîha balkêş a li ser kesê Nesrîn pê re hatiye zewicandine, her wiha bêzarî û bêçareyiya Nesrînê îfade dike. Kesê Nesrîn bi zorê pêre hatiye zewicandin temen mezin û ji aliyê fizîkî ve bêteşe ye. Lewra Xelef wî mîna ‘Kevnenêrî’ yê li ser bedewiya gulistanekê diçêre teşbîhê dike:

Buhar behî, Nesrîn werya,

Kevnenêrî li ser çêrya

Heyfa min têt Nesrîn girya

Rondik weryan ser wan rûya

Ew çavê reş gelek girya

Beşa dawî ya helbestê jî bi tevahî birîna hêviyê û vergerandina evîneke ‘îlahî’ ya gihiştina hev û din li exretê ye. Bi gotineke din; têkçûna hêvî û xeyalan û xwezî anîn an bêzariya çima di zaman û zemînekî din de ew û Nesrîn li rasta hev nehatin e ye.

Nesrîn xwezî te bibînim,

Tu şîn bibî careka dî

Ne li vê dinê li dinek din

Ne li vî warî li warekî din

Nesrîn di Kurdî û Farisî de tê wateya gul a bejî û gula ne di serdema gulan yanî di biharê de vedibe. Mîna ‘Gula Tebaxê’ jî tê binavkirin.

Lewra rêzika ‘Tu j’gula buy gula Nesrîn’ ya herî bi bandor û xwedî hêz a evîneke ne gengaz a nîvcomayî îfade dike…

Yazarın diğer yazıları