Tû û mekanê bîrê

Tû ne tenê peyvek e, bi rastî jî ji peyvê û wê de, ji bo her Kurdî bibîranînek e, heta kuliyateke bibîranînê ye. Ew ne tenê îşaret bi demekê, bi rabihuriyekê dike, ew îşaret bi mekan û zemanekî cihê yê jiyanê dike. Ne ku îro tû nînin. Heta êdî welê bûye ku mirov dikarin tûyan di wextê wan de teze ji marketan bikirin û hişkkirî jî her wext mirov wan ji dikanan peyde dike. Jixwe ya ku bibîranînê xurt dike ne tama tûyan e. Ya ku tama wan xurt dike bibîranîn e. Di tûyan de bibîranînek heye ku zarok û mezin jî bi hev re gava ku lê vedigerin, ne li darekê, ne li mêweyekê û ne jî li tamekê vedigerin. Ew li tiştekî vedigerin, û ew tişt ji ferdekî û wê de ye. Ew bibîranîn jî ne şexsî û yekkesî ye. Nizanim gelo ya her kesî wisa ye, lê ez dikarim behsa tûyên ´xwe´ bikim û ew ´xwe´ ya refleksîf ti carî li ´ez´ venagere, ileh li ´em´ekî vedigere.

Tûyên min ên li Nisêbînê her sisê sisê bûn. Yek jê hema li ber mala me bû, li erdekî ku xaniyê wê kerpîç bû. Lê mala di xênî de tenê na, tevahiya zarokên mehelê xwediyî tûyê bûn. Biqedana, mezin jî xwediyê wê bûn. Jixwe, carinan bi hev re dibûn yek û mezinan û piçûkan dadiweşandin, û li binê jî zarokan cilikeke mezin vedigirt. Hingê ew tûya me hemûyan bû, çi zarok û çi mezin. Her sê tûyên min ên din li hewşa cîranê me yê herî dûr bû, yanî êdî mehela me bi usûlê Kurmancî li wir xilas dibû. Ha di wê hewşê de ku deriyekî darî ew ji rêya navendî qut dikir, wexta tûyan em zarokên mehelê hemû hebûn. Ew hewş di çaxê tûyan de ya her kesî bû. Ji mirov we bû, heger te tû danîbin li hewşa xwe, êdî tû ya her kesî ye, û di çaxê tûyan de jî hewşa te ya her kesî ye. Te pirr qelebalix nekira, hewş her ya te bû.

Tûya min a li Kercosê li mala xalê dayika min bû, heta ku agirê tankêra bi ser Kercosê de gindirî ew şewitand jî, ew her cara em di wextê tûyan de diçûn Kercosê, tûya min bû, ya cîranan bû û nexasim a xalê min bû ku ji tevahiya cîranan re tûya xwe dadiweşand.

Tûya min a li Batmanê keda rehmetiyê kalikê min bû, yek dar lê sê tam bûn. Sê şaxên teemandî pê ve bûn. Yek digihişt û diweşiya, ya din hîna nû digihişt. Ew jî ya gundekî bû bi rastî jî. Tenê neviyên wî pêncî bûn, û me hemûyan ji wê tuyê xwariye, tevî cîranan.

Yanî tûyek nayê bîra min ku cîhnavka refleksîf ´xwe´ li ´ez´ê bike. Ileh li ´me´yekê dike. Bi ya min ya ku tama tûyan a ku êdî di xewn û bibîranînan de ye xweş dike jî ha ev yek bi xwe ye. Ji ber ku yek tûya tenê jî berê -berêya bîra min- ne ya ´min´ekê/î bû, ileh ya ´me´yekê bûye. Ev jî jêxwarineke kolektîf e ku ji berxwiriyê û wê de ye. Tama wê ne di şekir û şîrêza wê ya mîweyî de ye, tama wê di wan bibîranîn de ye ku zarok û mezin bi awayekî kolektîf dikin. Jixwe tam jî li gorî civakîbûnê diguherin. Eynî tirşika ku mirovek tenê bi xwe û yekî din bi civakê re bixwe, tama wê ne weke hev e li cem yê dixwin, tesîra dike jî li gorî vê guhertiye.

Axir doh çûme tûyan, ji qewlê me Toriyan ve, çûme ´tuwan´. Hema ji bo tama bîra berê. Lewma tû ji bo bîra min êdî mekanek e; ne mekanekî bi gewde be jî, mekanekî di xeyalê de lêkirî ye. Lê ev mekan ji bo nifşê piştî min ne lê ye. Ji ber ku bi vê dizanim jî pê diêşim.          

Yazarın diğer yazıları