UNESCO´yê jî pesnê Rojava da

ALAN ROJ/ ANHA

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve tevî kuştin, dizî û talankirinan, ji aliyê komên çekdar ve gelek cihên dîrokî û şûnwar hatin talankirin. Lê ev tişt li herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi saya xebatên Desteya Turîzm û Şûnwaran pêk nehat ku xebatên desteyê bûn cihê spasdariya saziyên eskerî yên Bakurê Sûriyeyê û rêxistinên navdewletî yên têkildarî parastina şûnwaran.

Destpêkê, hêzên YPG/YPJ’ê parastina cihên dîrokî hilgirt ser xwe. Di salên 2012 û 2013’an de gelek komîte ji bo vê xebatê çêbûn.

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava di 21/1/2014’an de, desteyeke têkildarî kar û barên turîzm û parastina cihên dîrokî li ser asta her sê kantonan Efrîn, Kobanê û Cizîrê hate avakirin. Ji ber dewlemendiya herêmê, zêdetirî hezar û 300 girên dîrokî tenê li kantona Cizîrê, xebatên desteyê destpêkê gelekî dijwar bûn.

Têkildarî armancên desteyê, hevseroka Desteya Turîzm û Şûnwaran a Kantona Cizîrê Bêrîvan Hiso got, “Armanca me ya yekemîn û bingehîn xurtkirina çanda parastina cihên turîzm û dîrokî li gel civakê. Li gel wê, amadekirina qanûn û çaraseriyên guncaw e. Her wiha em kadroyan perwerde dikin û ji bo têgihîştina bi rêxistin û aliyên têkildar kar û barên dîrokî em mekanîzmayeke hevkar ava dikin.”

Parastin û gihandina civakê weke erka sereke

Bi armanca zêdekirina bîreweriya parastina cihên dîrokî, Desteya Turîzm û Şûnwaran gelek hemleyên zanebûna civakî bi rê ve birin û her wiha gelek pêşangeh li dar xistin.

Desteyê hemû lêkolîn û kolanên cihên dîrokî li Geliyê Xabûr, beravên çemê Dicle û Geliyê Firatê bi wêne û nivîs belge kirin. Her wiha gelek komîte û nobetdaran çavdêriya girên dîrokî li hemû kantonan kir. Gelek parçeyên dîrokî yên serdema Arî bi alîkariya zanyarên şûnwaran ên navdewletî hatin parastin û restorekirin. Mînaka wê tabloyên mozayîk li herêma Şyox a rojavayê Kobanê hatin parastin.

Raporên sala 2016-2017’an ên desteyê bûn cihê pesinandina 150 aliyên têkildarî parastina cihên dîrokî û bi taybet rêxistina UNESCO´yê.

Di dirêjahiya 4 salan de desteyê gelek cih û parçeyên dîrokî  yên ku di encama kirinên DAIŞ‘ê de wêran bûbûn, bi alîkariya hêzên eskerî vedîtin û parastin.

Gelek gorên dîrokî û tabloyên mêxî li herêmên geliyê Xabûr û Firatê, parçeyên xêzkirî yên mezin li herêmên Reqa, Dêrazor û Kobanê hatin vedîtin. Deste, ji bo parastina van parçeyan û ji bo bikevin xizmeta civakê û xwendekaran, dê di siberojê de di muzexaneyeke niştîmanî de wan pêşkêş bike.

Yazarın diğer yazıları

    None Found