UTAMARA’yê dê û zarok hewandin

Bernameya havinê ya Navenda Civanê Jinan a UTAMARA´yê bi dawî bû. Di  betlaneya havînê ya dibistanan de UTAMARA her sal ji bo zarok û dayikan bernameyên cûr bi cûr û dewlemend li dar dixe. Derfetên her dayikê nînin ku di betlaneya dibistanê de zarokên xwe bibe welatên xwe, ji ber  vê yekê, zarok û dayik bi kampên havînê yên UTAMARA´yê gelekî kêfxweş dibin. Îsal jî dayik û zarokan gelek elaqe nîşan da.

Bernameya zarokan ya îsal di navbera 19 û 21´ê Tirmehê de bi beşdariya  23 zarokên 8 ta 12 salî hate lidarxistin. Di nava bernameyê de aktîvîte û perwerdeyên li ser têkilîya navbêra zarokan, bi hêza xwe û bi xwe bawerîanîn, ruhekî nerm û ji stresê dûr, li hemberî tundûtûjiyê xwe parastin, hebûn.  Di bernameya ji bo dayik û zarokan de di navbêra 26´ê Tîrmehê û 1´ê Tebaxê de bi beşdariya 10 dayik û 22 zarokan hate li darxistin.

Di vê kampê de semînerên fena yên xweparastina ji stresa rojane, tekoşîna li dijî cinsiyetperestiya civakî û yên tenduristiya jinê hatin lidarxistin. Wekî din beşdar û organîzator li ciyên dîrokî geriyan û bernameyên cûr bi cûr bi rê ve birin. Roja dawî jî UTAMARA´yê bernameya xwe şahiyekê bi dawî kir.

BONN 

Yazarın diğer yazıları

    None Found