Vê carê konê wan şewitî

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Li wargeha Serdeştê ya li Çiyayê Şengalê agir bi gelek çadiran ket. Xelkê Serdeştê banga alîkariyê kir. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran kes hatin qetilkirin û revandin. Bi sed hezaran jî neçar man penaber bibin. Xelkê Şengalê ji ber zilma çeteyan xwe gihand çiyayên Şengalê. Niha 2 hezar û 300 malbat li Serdetşa çiyayê Şengalê di konan de dimînin.

Kel û pelên me şewitîn

Welatiyê bi navê Zêdan Elî ku beriya çend rojan agir bi çadira wî ketibû, got; “Ji ber germa havînê, bûyerên şewatê li nava wargehê zêde dibin. Beriya bi çend rojan agir bi çadira me ket, baş bû ku kes di çadirê de nebû. Lê hemû kel û pelên me şewitîn.

Zêdan banga alîkariyê li şaredariya Serdeştê kir û got; “Hîn jî metirsî heye, ji ber ku gelek bûyerên şewatê rû didin. Em dixwazin şaredarî hîn zêdetir alîkariya me bike. Ji ber ku kesekî din bi me re nabe alîkar.

Em di xizmeta gelê xwe de ne

Rêveberê şaredariya Serdeştê Ziyad Şengalî jî li ser mijarê got, “Di demên dawî de li wargehê şewat çêdibin. Em li gorî derfetên xwe bi hewara xelkê ve diçin. Bi hevkariya gel, me di demeke kin de agir vemirand. Rojane em di nava amadekariyan de ne. Dema ku bûyerek çêdibe, em yekser xwe digihînin cihê bûyerê.

Yazarın diğer yazıları

    None Found