Vê carê xwezayê dişewitînin

 Ev demeke bê navber xweza û zeviyên Kurdistanê dişewitin. Derket holê dewleta Tirk û çeteyên wê li pişt van şewatan e. Heta niha bi hezaran donim zevî şewitin û ji ber şewatê du kesan jiyana xwe ji dest da.

Di demên dawî de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê rojane bi sedan donim zeviyên xelkê bi zanebûn tên şewitandin. Li gundê Huşê yê Komelgeha Tilbinat a Şengalê doh bi şev saet 19.00’an agir girte zeviyên cotyaran û heta derengiya şevê ji ber bayê dijwar agir nehat vemirandin. Tîmên agirkujiyê û welatiyan bi derfetên xwe hewl dan agir vemirînin, lê nekarîn agir kontrol bikin. Li gorî çavkaniyên herêmê, li pişt van şewatan dewleta Tirk û çeteyên wê hene. Heta niha li Şengalê 10 caran şewat der ketiye. Di encama van şewatan de bi dehan donimê ceh û genimê xelkê şewitiye. Herwiha li Komelgeha Borikê ji ber şewatê 2 kesên ku hewl didan agir vemirînin jiyana xwe ji dest dan.

Eskerê Tirk agir bi zeviyan xistin

Eskerên  dewleta Tirk a dagirker ku li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê bi cih bûne, agir berdan zeviyên li ser sînor. Di encama şewatê de zeviyên gundê Keşto yê girêdayî Serêkaniyê şewitîn bûn xwelî. Welatiyên herêmê û tîmên vemirandina agir, her çendî agir vemirandin jî 25 donum zeviyên xelkê bûn xwelî.

Gelek zirarên madî çêbûn

Li aliyê din doh agir bi zeviyên gundên başûrê navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ket û piştre şewat derbasî bakur û rojhilatê navçeyê bû. Welatî û tîmên agirvemirandinê berê xwe dan cihê bûyerê û hewldanên ji bo vemirandina agir dewam dikin. Heta niha bi sedan hektar erd şewitiye û gelek zirarên madî gihîştin herêmê.

Li Hewlêrê bi sedan zevî şewitîn 

Doh piştî nîvro li gundê Sifeye yê bajarokê Xebat a ser bi parêzgeha Hewlêrê jî agir bi zeviyên xelkê ket, di encama şewatê de bi sedan donim zevî şewitîn û deraseyek ku di nava zeviyan de karê dirûnê dikir ew jî şewitî.

Tîmên agirkujiyê bêxemin

Yek ji cotyarên ku zeviyên wî şewitîn Beşdar Elî têkildarî şewatê peyivî û got: “Yek ji zeviyên ku agir pê ketî jî zeviyê min bû. Tîmên agirkujiyê xemsar tevgeriyan, nêzî saetek bû me telefona wan kir lê ew nehatin.”

Gundê Sifeye dikeve bakurê rojavayê Hewlêrê, nêzî 45 km dûrî Hewlêrê ye û piraniya runiştvanên wê Kakeyî ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found