Vê hefteyê TEV-ÇAND di nobetê de ye

Çalakiya nobedê ya ‘Azadî ji Ocalan re’ li bajarê Strasbourgê yê Fransayê 7 sal in didome. Nobedarên vê hefteyê yên çalakiyê hunermendên TEV-ÇAND’ê ne. Çalakiya nobedê ya bi navê ‘Azadî ji Ocalan re’, ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 25’ê Hezîrana 2012’an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 364’an de ye.

Nobedarên vê hefteyê hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Seyidxan, Zarîfe Zerrîn, Garîp Baştan, Zelal, Sozdar û Hasan Nas e. Ji çalakgeran Hozan Seyidxan diyar kir ku esareta Rêber Apo ne ya qebûlkirinê ye û got, “Gelê Kurd bi sekna xwe nîşan daye ku jiyanek bêyî Ocalan nabe.”

Hozan Seyidxan di dawî de diyar kir, hunermend xwedî li nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ derdikevin û got; ”Nobed wê heta azadiya Ocalan pêk were. Xwedîderketina li azadiya Ocalan wezîfeya însanî ya her kesî ye û bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalakiyên bi vê armancê bibe.

ANF/STRASBOURG

Yazarın diğer yazıları

    None Found