Vereşîn

Kurdên ku ji ‘kerwanê dewletbûyînê’ şûn de man, wisa dixuye piştî têkoşîna salan û destkeftiyên ku niha li ne bakur ne jî li qetê rojhilat di mazatê de naxuyin, bi hewldana avakirana yekitiya neteweyî, qet nebe dixwazin hêzên siyasî ên li çar parçeyan bînin ber bi hev ve, û di konferansekê de bikin ku her hêz ‘heftokên di biwarê çareseriyê ên di dawe xwe’ de vala bikin erdê.
Siyaseta dewletên ku ew ax ji xwe re kirine zevî û zol, û ji salan ve diajon û hiltînin û datînin; ew e ku her qet di nava sînorê ‘dewleta xwe de’ pirs û pisgirêkeke navxweyî be û wisa bimîne da bi destên xwe bifetisine!
Heke pirseke navxweyî be, çi îşê hêzên Îranê li çiyayên Kurdistanê, li ser axa Kurdistana bi Iraqê ve girêdayî, heye?
Heta ku Davutoglu neçû seredana îmaman, îmaman berê leşkerên xwe yên qiyametê dan Qendîlê?
Baweriya min a ji salan de ev e: Li tevî ku axa kurdan di nava axa Îran û Iraq û Sûriyeyê de ye; heke ne ji astengkirin, rêlibergirtin û bersîngkirinên Tirkiyeyê bûya niha li Rojhilata navîn ne Kurdistanek; kurdan deh Kurdistan ava dikirin.
Ji şerê Çaldiranê ve ye ku Tirkiyeyê bûye ‘pîrika germ kirina ava serê kurdan: Her ku têkoşîna kurd li qetekî gur û geş bibe, ew jî êzingan’  diavêje agirê di tifika av li serê.
Peymana Cezayirê ya ku bi serkêşiya Tirkiyeyê dewletên ku kurd li hev par ve kirine werînin bîra xwe, û vê dawiyê çûna ber piyê Sedam a Ecevîtê ku rehma Xweda di ser re biqevize….
Di vê babetê de, hinek di dil xwe de bibêjin ‘di destpêka avakirina komarê de kurd û tirk bira bûn, herdu çêliyên gura bûn’ jî; tirkên ku bi saya serê kurdan bûn xwedî dewlet, mafdarbûn ku kurdan bifiroşin îngilîzan û peymana navdar a ku tirk û tirkitî ji sînorê kêja tûnebûne vegerand, Lozanê şanenav bikin.
Tirkiye çiqasî û çendî wesfê xwe bi Lozanê bide, hindik e!
Diviya bû ve roj jî wekî rojeke neteweyî daxuyanda û ew kiribûya cejn û bi coş pîroz bikira.
Ji ber ku, wê bi vê peymanê dest û piyên kurdan li qeyd û merbedan da!
Tirkiyeya ku ji wê rojê de dev li kurdan guhert û  heta niha rojekê jî negot xwezî bi îro, û hema bêje nîvê dewlemandiya xwe di oxira  qira kurdan: rijandina xwînê, rêşkirinê, paqijkirinê, sêdarkirin û serjêkirina kurdan de da, heke sînorê wê yê mîsak î millî, ji Edirneyê xwe li paytextê Soranistanê li Silêmanî dabûya, dewleta ku bi serwerî û rêberiya îttîhatçiyan hate avakirin, dê di bin serweriya kurdan de bûya an dê tirk xwedî û xudanê wê dewlêtê bûna?
Li gorî min, tirk bi aqil derketin, ku kurdên ku dê bibûna beleya serê wê- ku bele ne, duh jî bele bûn, îro jî bele ne- kirin bela serê sê welatên din, û bi vê belebelavkirinê barê xwe sivik, karê xwe hesan kirin.
Ma ne peyva wa ne, ‘parçe bike, bike qet û daqurtîne’?
Wan, piştî rûxîna tacidariyê gelek kêmar daqurtandin, gelek baweriyên olî ên ne îslam, bêyî ku ‘parî’ di ber wan de bimîne, xwarin û negotin ‘elhemdilla’ jî!
Lê tiştek di ber wan de ma: kurd!
Wekî zîheyê ku tiştekî ji xwe xişintir dabelîne û nikaribe bigirivîne; rayedar û rêveberên ku ermenî bi çola xistin, dewlata ku laz ji potnusuyê guherandin tirkbunê, kirin û nekirin nekarîn kurdan dabeliînin!
Bi taybetî jî piştî PKK’ê.
PKK’ya ku sih sal in îman lê çikand, kir ku dilê wê li hevkeve, bixele!
Kir ku hemû tiştên ku dabeliandine derxine der, verşe!

Yazarın diğer yazıları

    None Found