Warê Ferhat û Şîrîn jî Bestûn e

Rêya dîrokî ya Kirmanşanê bi Ekbatanayê (Hamedan) ve girê dide, ne tenê rêyeke dîrokî ye, hawîrdora wê rêya dîrokî hem kan û warê dîroka me ye hem jî bingehê wêjeya me ya qedîm e. Lê hezar car mixabin ji ber bindestiyê, em Kurd vî cihê dîrokî ku piraniya dîroka me ya berê Mîladê tê de veşartiye nanasin. Mînak  di “Tepeyî Nu Jiyan“ de avahiyên di dema Medan de bi kerpîçên pijandî û bi mîmariyeke xwerû hatiye çêkirin derketine, wek roja nû hatî lêkirin maye, hê îro jî ew forma avahiyan di nava Kurdan de serdest e. Her wisa devera “Taqi Bostan“ jî cihekî dîrokî ye û hê bi her aliyê ve nehatiye kolandin.

Ne tenê di warê relyef, nivîsên mixî û avahîyên dîrokî de, di warê wêjeyê de jî çîroka ku bandora xwe li tevahiya wêjeya Rojhilata Navîn kiriye jî, li vir e û navê wê “Ferhat û Şîrin“ e. Ev çîroka evînê li gor daneyan di navbera salên 590 – 628´an piştî Mîladê, di dema serwerê Sasaniyan Xusrevê III. de qewimiye. Li Rojhilatê çiyayê zinarîn ê ku relyefê Darios û Gaumada li ser e, çiyayekî bi qasê du km. dirêj dibe, heye, dema mirov ji dûr ve yan jî ji hewa ve bi çavekî çivîkî lê binêre, ew çiyayê xwerû rasterast wek jineke razayî xuya dike, lema gelê me yê herêmê (Kelhûr) jê re “Şîrînî Xefte“ yanê Şîrîna di xewê de dibêjin. Her wisa li pêș relyefan goleke piçûk, yan jî hewzeke mezin heye, ji wê re “Hewza Ferhat“ ava wê hewzê jî ji kaniyeke di wê șikefta di nava zinaran de ye derdikeve re jî kaniya Ferhat dibêjin.

Ferhat şêwekar û peykertrașekî bi nav û deng e û Kurdekî ji wê herêmê ye, ango Kurdekî Kelhûr e. Li ser fermana Xusrev Perwîzî III. divîbû wî wek mînaka relyefê Darios relyefeke pesindanê ji bo Xusrev Perwîzî li ser Zinarên çiyayên Bestûnê bikola. Ferhat bi qasê 400 metre li Rojavayê relyefê Darîos dest bi xebatê dike. Ev cih relyfê Ferhat li ser zinêr kolaye, niha bi navê “Taraşî Ferhat“ tê zanîn û navê fermî jî ev e. Lê ji ber ku mijara qesra Xusrew III. derdikeve, wê relyefê temam nake, di divêtiya neqișandina qesrê de dimîne.

Mijara Şîrîna ku bi xweșikî û jîrîya xwe nav û deng vedaye, li gor hin daneyan yan xwişk, yan jî dotmama Mîhrîbanû ya serwera bajarê Azerbeycanê Arrenê ye. Xusrev III. evîndarê wê ye, wê ji xwe re dixwaze û destgirtiya tîne ba xwe. Jixwe ev mijar bi aliyê hemû kesên li ser çîrokê ketine nava hûr û lêkolînan ve hatiye destnîșankirin.  Çîrok berê bi destê Fîrdewsî wek “evîna Xusrew Perwîzî û Şîrînê“ di Şahnameyê de bi çend malikan tê nivîsandin. Li gor wê çîrok wiha ye:

“Dilê Xusrev Perwîzî III. dikeve xwișka Mihrîbanû ya mîreka Arrenê/ Azerbeycan Şîrînê. Ew wê dixweze û tîne, ji bo wê koșkek dide lêkirin. Dema Ferhat koșka ji bo Şîrînê bi motîfên cûda dineqișîne, Șîrînê dibîne û evîndarê wê dibe, her wisa Șîrin jî. Kêliya șah Xusrev Perwîzî III. bi vê evînê dihese, har û dîn dibe, li Ferhat dixe, lê ji ber ku hostayekî wekî wî nabîne, di cihê kuștinê de șertekî derê derfetan datîne ber wî û ji wî dixwaze ku ew çiyayê Bestûnê qulbike, ava kaniya piștê çiyê di wir re bîne, ew ê li wir jî koşkek çêke. Ferhat vê dipejirîne û bi xwe bawer e. Piștî mehan kêliya qedandina tunêla avê nêzîk dibe. Xusrev pîrejineke wek pîrhebok dișîne gel wî, pîrik radigîhîne wî ku Şîrîn miriye. Ew vê nûçeya bêyom ranagire û ji qehiran dimire, pișt re jî Şîrîn dimire.“

Ev çîrok çawa bû tirkî û hat Amasyayê, mirov matmayî dimîne. Bi awayê Dizan ji dizan dizî ye. Mirov nizane pê bikene, yan jî pêșiya hespê çêran berde û bila rabe çarnalan û têke hîrehîr. Em vê mijarê jî piçek vekin.

Hekîm Senaiyê Îranî vê çîrokê ji Şahnameya Fîrdewsî digire û bi awayekî wêjeyî dinivîsîne. Dû re helbestvan Nîzamî vê çîrokê di forma mesnewî de ji nû ve dixemilîne. Tirkiya wê li gor hinan berê di sala 1854 bi zimanê osmanî û dû re di salên 1930 de jî bi tirkiya demê tê nivisandin. Wêjewanên Tirk di dizînê û ji xwe re malkirinê de gelek hosta ne, yanê bi awayê sor û morkirina qeyseriyan, bi wê hostatiyê çîrokê ji Bestûnê radikin û tînin li Amasyayê asê dikin. Lê ne reng û motîfên çîrokê, ne jî navên qehremanên çîrokê li Amasyayê nayê. Carê Amasya hetanî sedsala bîstan cih û warê Ruman bû, li wir ne Mîhrîbanû û Arrene, ne navê “Ferhat,“ ne jî yê “Şîrînê“ hebû, “Nîko“ hebû, “Despîna“ hebû. Hê jî ev navên kurdî li wê heremê tunene. Tenê “Döndü Dana, Satilmiş û Kakilmiş“ hene.

Hin qaşo lêkolînerên Tirk jî ji bo ku ev çîrok wek malê Kurdan neyê zanîn, anonîm bimîne, vê çîrokê dibin bi Hînt û Maçînê, hin jî bi evina xwedawendên Someran “Bael û Îștarê“ ve girê didin, lê çîroka wan bi awayeke din destpê dike û bi formeke gelek cûda diqede.”

Leyla û Mecnûn, Kerem û Aslî“ jî li ser bingehê vê çîroka qewimî, hatine nivîsandin, yanê bi awayekî qopya vê çîrokê ne. Lê Mem û Zîn ne ji vê çîrokê ji destana Memê Alan hatiye girtin û bi aliyê Ehmedê Xanî ve bi hostayî adapteyê demê hatiye kirin. Destana “Memê Alan“ destaneke berê Mîladê ye. Li gor daneyên berdest û motîfên tê de hene, dibe ku çîroka Zeine Alyanîs û Aştiyago be ku ez di wê baweriyê de me.

Em ê her û her rastiyên dîrok û çîrokan derxînin, lîstikên dagirkerên talanker pûç bikin û bi rastiyan wan rûreș bikin.

Yazarın diğer yazıları