Warisên nemerdiyê

Nemerdî ne qisûreke bêhemd e. Xwe dispêre fêrbûneke ji nifşekî û wê de. Ango mirovek dikare xirab be, dikare dilxirab be, dikare xeter be, dikare neqenc be, dikare fenokî be, derewîn be, diz be û, û, û,… Helbet ji gelekan ji van re jî fêrbûn divê. Lê ya nemerdiyê fêrbûneke bi esas a kollektîf, dewletdar û rûniştî ye ku divê ji dehan heta sedan nifşî ve zanîna wê hatibe berhevkirin.

Ji bo bi hêsanî mirov tê bigihêje, em ê berê xwe bidin gotara dewleta Tirk a li ser dewletdariya “miletê Tirk”. Li gorî vê gotarê, miletê Tirk ji berê ve dewletdarbûye û xwedî dîrokeke kevnar a dewletdariya xwe dispêre artêşekê ye. Heman gotar îdîa dike ku miletekî bi vî rengî ji ber rêûresma xwe ya ji gelek nifşan ve tê veguhestin mustehaqê vê dewletdariyê ye. Gava mirov berê xwe dide vê dewletdariyê jî tişta herî zêde balê dikşîne ser xwe xiyaneta li hev, dek û dolabên desthilatdariyê, şerên nemêranî û beriya hertiştî nemerdî, nemerdiya li hember tebayên xwe, dijminên xwe û dostên xwe. Bawer dikim mirov rabe, hewl bide mînakan bike rêz wê ansîklopedî jî têrê nekin.

Ha ev nemerdiya li jêr heke beşek ji wê rêûresmê be ku dike mustehaqê miletekî ku bibe dewlet û heke bi rastî jî ev milet xwe warisê wê rêûresmê dibîne, ser çavan û ser seran bila weke we be. Lê rastî bi vî hawî ye, bi awayekî din e… Warisê vê rêûresmê sazî, dezgeh û beriya hertiştî sazûmana dewletê bi xwe ye. Ji ber vê jî dema mirov berê xwe bide dewleta Tirk ya muhim ne ew e mirov li klîşe û pêşhukmên li dor miletê Tirk hûnandî binihêre, ya muhim ew e ku mirov li rêûresmên sazûmanî yên wan dewlet û rêxistinên civakî binihêre ku xwe weke warisê wan dibîne: Împaretoriya Osmanî, Împaretoriyên Selçûqî, … Ev herdu yên herî nêzî me ne û dîroka ya vê dawiyê jî bi gelekan ji me nas û nêz e.

Ji xisletên vê dewletê ye ku ji bo rewakirina desthilatdariyê kuştina bira û xizmên mayî bi qanûnan bi rêkûpêk bike. Ango gunehê mezin ê qetlê ku di hemû kanonên (û qanûnên) sereke de weke gunehê sereke hatiye binavkirin, qetl, bi rengê xwe yê li gorî mîtolojiya Îbrahîmî yê destpêkê, ango kuştina bira bi destê bira, di vê Împaretoriyê de bi qanûnê tê birêkûpêkkirin.

Sedema vê jî misogerkirina desthilatdariyê ye ku ji bo împaretor a herî girîng e. Ango di xanedanê de kurek tenê ku bibe împaretor bifilite, yên mayî ne muhim in. Êdî heke ev zêhniyet be mîrateya ji dewleta Tirk a roja me ya îro re mayî, zehmet nîne mirov tê bigihêje ku ev nemerdiya sazûman di hemû şaneyên wê de heye û jê şerm nake, bileks, bê serfiraz e.

Ev behsa nisbî dirêj a li ser nemerdiyê, ji ber siyaseta dewleta Tirk a li Rojava min ji xwe re kir derd. Sîxûrên dewleta Tirk zarokên Cerablûsê yên ku azadkirina wê ji destê DAIŞ a ji mirovahiyê re dijmin, danîne ber xwe, ji xwe re kirin hedef. Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Minbicê El-Cadir beriya bi sê rojan piştî îlankirina meclîsê qetil kirin. Ev nemerdî bi tenê li vê rêûresma dirêj a nemerdiyê ya dewletdarî tê. Ji bo ku Kurd, cîranên wan û xelkên ew bi hew re dijîn bi îradeya biryarekê nedin, nikaribin xwe bi rê ve bibin, û ji bo xeyalên desthilatdariyeke berfirehtir a împaretorwarî de her nemerdiyê dikin.

Di nava vê her nemerdiyê de ne bi tenê, derew, dek û dolabên wan li Bakurê Kurdistanê hene ku zarokên pitik û şahiyên dawetan ji xwe re dikin hedef, lê her weha xirakirina her tifaqa muhtemel a di nava Kurdan de, ya Kurdan bi cîranên wan re û tifaq û peymanên heyî yan jî muhtemel ên bi hêzên herêmî û global re jî heye. Ji ber vê, wê ne şîreteke xeyalî be mirov ji rayedarên di nava siyaseta Kurd de bixwaze di vî warî de hişyar bin. Lewma ji dijminên gelê Kurd û dijminên azadiya miletan her nemerdî tê û ew ê texsîr nekin ku vê nemerdiya xwe di her ast û qonaxê de bikin.

Yazarın diğer yazıları