Wê bi êşên îroyî birînên salan bikewin

Gelê Kurd li heremeke wisa dijî ku nakokiyên civakî, çandî, olî û miletî ji rojaroj û heta îro bê navber dewam dikin. Min ne bawer e ku gelên vê herêmê çend dehsalekî tenê jî be, bê şer û pevçûn bênderên xwe hilanîbin, çûbûn ser miştaxên xwe û bi şêrîniya dims û beniyan serê xwe danîbin ser balgiyan, bi heman rengî jî, koçeran bi ewlekarî karîne keriyên xwe bi geya û çiloyên li mêrg û zozanên xwe çêran dibin, bazirgan û firoşkaran jî bi dilekî ewle rastmalên xwe zêde kiribin û projeyên nû ava kiribin.

Herwisa jî ev warê ku bi berên xwe yên cuda navdar e heremeke kevnar a jiyana çandinî, çandî û civakîbûnê ye. Ji ber vê sedemê ye ku herdem vizêniya tîran, çingêniya şûran, teqîna çekan digel kilam û çîrokên pêşiyên me Kurd û gelên cuda yên cîranê me tevlihev bûne. Qedera van gelan ya bixweşî û nexweşî mîna keziyên dayikan di nava hev û din de hatine hûnandin.

Mixabin xweşî û aramiya bêhnvedanî ya li binya çardaxên dêliyên tîrî yên li keviya bi dehan çeman, paldana li ser singa zozanên ji gul û kulîlkan xemilî, ewlekariya di kelekela havînan de li binya quntarên çiyayên serspî yên di rengê çarîka dayikên me Kurdan de zêde dewam nekirine.

Herdem gelên cuda yên welatê me ber li pêş, dil li paş sirgûn bûne. Her ku hêzeke nûhatî zora yên axirzemanî biriye; sirgûnîkirin, nefîkirin û revandinê dest pê kiriye. Alên nû di dewsa alên kevn de hatine daçikandin. Olên serketî yên binketî di bin xwe de di nava çar dîwaran de heps kirine û nefesa jiyanê li wan teng kirine. Loma jî gelek çand û şaristanî bêxwedî û sêwî li rastê mane.

Ev li aliyekî lê li aliyê din jî, tevî van şerên bijan û êşên dijwar jî, gelên herêmî heta ku ji wan re serifî ye nexwestine dev ji vê ax û holejînê berdin. Dema êriş giran bûne, wan xwe li himbêza çiyayên xwe yên asê girtiye, mîna qertelan hêlînên xwe di çavê zinaran de ava kirine û di şevên tarî de jî, ketine keftelefta vegerandina talanê xwe yê warî, çandinî û çandî.

Wek me li jorê hinekî behs kir, ti gel û civak bi dilê xwe dev ji welatê xwe bernadin, keda xwe ya hevbeş a bi sedê salan bêxwedî û ji kavilbûnê re nahêlin, bax û baxçeyên xwe, goristan û ayingehên xwe ji ber ku aciz bûne, hema wilo, li pey xwe nahêlin û mala xwe bar nakin û xwe li waletên xerîb û xurbetê nagirin.

Gelê Kurd ne bi qasî Ermenî û Asûriyan be jî, ji demên dawî yên Împaratoriya Osmaniyan û ji avabûna komara nû ya Turkiyeyê û heta îro ji ber zextên van her du hêzên Tirk naçarî koçberiyan bûye û niha jî dibe. Koçberkirina Kurdên Êzdî ya bi darê zorê ber bi Sovyetê ve mînaka herî nêzîk û biêş a koçberiya me Kurdan e. Wekî din jî bi qanûna bi navê “Mecbûrî îskan” ê gelek malbatên Kurdên welatparêz hatin sirgûnkirin û zarokên wan hatin asîmîlekirin.

Koçberkirin û sirgûnkirin bêguman ne tenê ji aliyê dewletên Tirkî li dijî gelên herêmê pêk hatiye û tê. Dewletên wek Sûrî, Iraq û Îranê jî ne kêmî Osmanî û Kemalîstan bûn; dema gotin dihat ser înkara mafê gelan. Niha du stûnên vê zordariyê hema bêje hatine ber herifîne; Îran û Tirkiye mane ku hê jî bi mantiq û têgeheştineke yeknijadî dixwazin hemû gelên din di nava nijada xwe de bihêrin û bi vê rêyê koka hemû gelên din bînin. Lê ev her du dewlet jî îro baş dizanin ku di serî de gelê Kurd û hemû gelên din ên zora wan çûyî di nava berxwedanekê de ne. Hevîrtirş û havênê vê berxwedanê jî tevgera gelê Kurd e. Perspektîfên wê yên berhimbêzkar û armanca wê ya hûnandina jiyaneke hevbeş a bi rengên cuda wek dînamîtekê di hîmê van netewedewletên yekmiletî de diteqe.

Loma jî dewletên Îran û Tirkiyeyê ew qas bi dijwarî bi ser Kurdên berxwedêr ve diçin. Ew ji wê ditirsin ku dê aqûbeta wan bibe wek a dewletên Sûrî û Iraqê. Bi taybetî dewleta Tirk di nava tirseke wisa de ye û loma jî bi şev û roj dibêje; pirsgirêka me ya paşerojî heye. Bi vê çavsoriyê êrişî gelê Kurd dike û dibe sedema êşên dijwar. Lê ew ê gelê Kurd bi êşên berxwedana xwe ya îroyî; hem birînên xwe yên kevnare bikewîne û hem jî jiyaneke azad û wek hev bihûne.    

Yazarın diğer yazıları