Wê bibe herêma ’ewle’gelo?

DYE, Îngîlîstan û Fransa yên di Koalîsyona Navnetewî de cih digirin dixwazin herêma “ewle” ya li ser sînor di kontrola wan de be. 

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan rojên dewî bi mijarên “herêma ewle” di rojevê de ye. Destpêka hefteyê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE’yê James Jeffrey li Enqereyê hevdîtinên têkildarî van mijaran pêk anî. Di heman kêliyan de jî Serfermandarê Hêzên Navenda DYA’yê (CENTCOM) Kenneth McKenzie jî li Hesekê li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî hevdîtinek pêk anî. DYE, Koalîsyona Navnetewî û QSD di mijara “herêma ewle” de xwedî fikrekê ne. Lê dewleta Tirk jî li wan ferz dike ku herêm di bin kontrola wan de be.

5 kîlo metre paş ve

Hat zanîn ku dewleta Tirk ji bo bigîhîje armanca xwe gelek mijar danîne ser maseyê û di hevdîtina li gel DYE’yê de encam bi dest nexistiye. Dewleta Tirk bi sewqiyata li ser sînorê Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê gefan dixwe. Hat zanîn ku Dewleta Tirk di civînê de gotiye “lazime herêma ewle di bin kontrola min de be” ferz kiriye. Vê ferzkirina Tirkiyeyê rê li ber xitimandina civînê vekiriye. Di hevdînan de QSD jî xwestiye bi rêya muzakereyan pirsgirêkan çareser bike.Tê gotin ku dê 460 kîlometre li ser sînorê Tirkiye û Rojava plansaziyek “herêma ewle” bê çêkirin û gelek aliyên vê planê hene. Dê firehiya wê 5 kîlo metre be. Wê kî çawa bê bicihkirin ne diyare û nîqaş li serê didome. Ev mijar di nava aliyan de nelihevkirinê jî bi xwe re tîne. QSD dixwaze hêzên xwe 5 kîlo metre paş ve bikişîne û vê herêmê radestî meclîsa eskerî ya herêmî bike.

Ji Kobanê heta Qamişlo

Qada 5 kîlo metre ji bo bajarên wek Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê, Dirbesiyê, Amudê û Qamişlo ye. Heke pêşniyara QSD’ê ji aliyê DYE ve bê qebûlkirin wê pêşniyara wan li navenda bajaran û derdoran wan pêk were. Tê gotin wê li vê herêma “ewle” nokteyên çavdêriya Koalîsyona Navnetewî bên avakirin û wê vê herêmê kontrol bikin. Heke şertên aliyan bên qebûlkirin tê diyarkirin ku wê nûnerên Tirkiyeyê jî di van nokteyên çavdêriyê de hebin.

Dewleta Tirk çi daxwaze?

Tê ragihandin, James Jeffrey di hevdîtina li gel rayedarên Tirkiyeyê de pirr germ li pêşniyarên Tirkiyeyê mêze nekiriye. Tirkiye dixwaze ku herêm di bin kontrola wê de be û eskerên Tirk çavdêr bin. Ev pêşniyarên Tirkiyeyê ji aliyên hêzên navnetewî û herêmê ve bi awayek erênî nehatiye pêşwazîkirin. Serfermandarê Emerîka Kenneth McKenzie jî li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî hevdîtin pêk anî. Van hevdîtinên hemwext gelek bal kişandin ser xwe. Di hevdîtina her du fermandaran de hat gotin ku QSD bi awayekî germ li pêşniyarên Tirkiyeyê mêze nake. Helwesta Tirkiyeyê di civînê de rê li ber xitmandinê vekiriye. Hat zanîn ku hevdîtinên li ser herêma ewle wê dewam bikin û heyetên Emerîka bi her du aliyan re dîsa hevdîtinê bike.

NAZIM DAŞTAN / KOBANÊ/ MA

Yazarın diğer yazıları

    None Found