Wedat Hisên tê bibîranîn

Doh salvegera sisiyan a kuştina rojnamevan Wedat Hisên e.

Nûçegihanê ajansa Rojnewsê Wedat Hisên di 13’yê Tebaxa 2016’an de li Dihokê hate kuştin. Hisên wê di 18’ê Tebaxê de li Silêmaniyê bi merasîmekê were bîranîn. Herwiha doh jî li Dihokê ji aliyê çalakvan û rojnamegeran ve hat bibîranin.

Li Dihokê saet li 17.00’an rojnavenan û çalakvanên siyasî Wedat Hisên li ser gora wî ya li Şaxkê bibîranîn.

Di 18’ê Tebaxê de jî ajansa Rojnewsê li Silêmaniyê ji bo sêyemîn salvegera şahadeta Wedat Hisên merasîmekê organîze bike. Herwiha wê du xelat bi navê ‘Xelata Wedat ji bo azadiya rojnamevanî’ pêşkêşî rojnamevanan were kirin.

Komîteya amadekar a merasîma Dihok û Silêmaniyê bang li rojnamevan, çalakvan û kesên azadîxwaz û welatiyan kir ku ji bo parastina dengê azad û cezakirina kujerên rojnamevanan beşdarî bîranînê bibin.

Di 13’yê Tebaxa 2016’an de rojnamevan û nûçegihanê ajansa me yê Dihokê Wedat Hisên nava rojê li ber çavê xelkê Dihokê li taxa Malta hat revandin. Piştî çend saetan bi birîndarî avêtin ser rêya di navbera Dihok-Simêlê. Li ser bedena wî gelek şopên êşkenceyeke hovane hebûn, piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Heta niha ji ber vê bûyera hovane nehatiye cezakirin.

ROJNEWS / SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found