Weke xweparastinê hilbijartin

LUQMAN GULDIVÊ [email protected]

Di sîstemên bi nûnerî ango wekîliyê demokratîk de mesele ji cihbicihkirina demokrasiyê û wêde, rewakirina desthilatê ye. Ango destketiyên demokratîk ên civakan dema digihîjin radeyekê, êdî ew nikarin werin tinekirin. Hêzên ku xespkirina desthilatê yan jî li şûna rêxistina civakê ferzkirina desthilatê ji xwe re kirin adet, hingê ji bo bikaranîna wan a xirab yan jî ji maneyê şûştina wan rê û rêbazan diceribînin. Helbet hin meydanên piçûk ên biryar û rêxistina demokratîk hîna jî ji bo gelek civakên sedsala me parastî ne, lê tehlûkeya biryara desthilata navendî ya ku xwe li ser wan ferz dike, her heye. Em berfirehiya vê mijarê ji careke din re bihêlin, berê xwe bidin meseleya rewakirina desthilatê û hilbijartinan.
Di sîstemên demokrasiya bi wekîlî de hilbijartin rêya diyarkirina nûneriya raya xelkê ye. Xelk hem dikare nûneran hilbijêre, hem jî dikare serokdewletan hilbijêre. Li gorê sîstemên cihê ev dikare biguhere. Bi her halî meclîs yan jî senato ku tê de nûnerên hilbijartî hene, hem beramberî hikûmeta parlamenterî hem jî beramberî serokdewletekî hilbijartî yê ku hikûm dike yan jî bi erka hikûmetê radibe, vediguherin organên kontrolê yan jî erêkirin û nakirina rewabûna desthilatê.
Li vir tişta muhim em bibêjin ew e ku weke derfeteke destwerdana hikûmet û desthilata heyî, hilbijartin qismî jî be dikarin bi rolekê rabin. Li aliyê din ji bo nûneriya hin beş û komên civakî jî hilbijartin dikarin bibin derfeteke tesîrkirina li hikûmet û desthilata siyasî.
Li Tirkiyeyê 24 Hezîranê hilbijartinên giştî û serokkomariyê hene û di van hilbijartinan desthilata R.T. Erdogan a xwe disipêre koalîsyoneke faşîst û nijadperest dixwaze xwe careke din bide erêkirin û pê re jî derfetên qehîmkirin û dewamîkirina desthilata xwe deyne. Li beramberî vê jî tevî tevahiya manîpulasyon, propagandaya newekhev û neheq, girtina bi hezaran siyasetvan û endamên HDP û DBP´ê jî, derfeteke dawîanîna li rewabûna vê desthilata faşîst û nijadperest li pêşiya Tirkiyeyê heye. Ji bo Kurdan li vir mesele bi hesta xweparastina beramberî siyaseta qirkirina Kurdan diyarkirina helwêstê ye. Ango halê hazir koalîsyona nijadperest û faşîst a desthilat tehlûkeya herî mezin a li dijî Kurdan e; ev koalîsyon ji xwe re dike armanc ku li seranserê dinyayê destketiyên Kurdan tine bike û heger jê bê Kurdan bi her şêwaza mumkin qirr bike.
Beramberî desthilateke bi vî rengî bikaranîna derfeta hilbijartinan bi awayekî erênî heyatî ye. Ango, “ez dengê xwe nedim wê çi be?”, “yek deng e, bidim jî dibe nedim jî dibe!”, “ti maneya hilbijartinan jixwe nîne wê ti tişt neguhere!” ji wan argumanan in ku desthilata niha bi xwe ji bo daîmîkirina hebûna xwe dixwaze di nava dijbereyê de bi cih bibin û heta veguherin gotareke sereke di navbera dijberên desthilata heyî de. Lewma her mixalifê neçe sersindoqê misogertir dike ku desthilata AKP-MHP´ê ji bo dehsalên li pêşiya me xwe rewa bike. Maneya vê ji bo Kurdan jî ew e ku hewldanên qirrkirina Kurdan di pratîkê de wê bi awayê herî dijwar û fizîkî dewam bikin; bi ser halan de jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li devera Kurdistanê, li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ew ê bibe pêşengê qirrkirina Kurdan.
Heger em bi vê bîreweriya civakî û siyasî, bi hesasiyeteke qewmî li hilbijartinan binihêrin, em ê karibin çêtir pêşiyê li qirrkirina Kurdan bigirin. Di encama van hilbijartinan de ne tenê derfeta îhtîmala xurtbûna siyasî li pêşiya Kurdan heye, beriya her tiştî derfeta dawîanîna li vê qirrkirina bêperwa a koalîsyona nijadperest û faşîst a AKP-MHP´ê heye ku xêra wê wê bigihîje tevahiya Kurdistanê.

Yazarın diğer yazıları