Welatiyên xwe bibin!

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 100 jin û zarok teslîmî Kazaxistanê, 100 jin û zarok jî teslîmî Kosovoyê kirin. Lê ji ber ku pirraniya hikûmetê welatên rojavayî berpirsiyariya xwe beramberî welatiyên xwe nabînin, rêveberî bi gazin e.

EKREM BEREKAT / ANHA / QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî qanûnî 222 kes, di nav de jin û zarokên DAIŞ`î jî radestî hikûmetên welatên wan kirin. Li aliyê din, çaranûsa 30 hezar kesên din ku li kampên rêveberiyê ne, hîna ne diyar e.

Çeteyên DAIŞ`ê di dirêjahiya 4 salan de gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Reqa, Minbic, Dêra Zor, Şedadê, Til Hemîs, Til Birak, herêmên başûrê navçeyên Çilaxa û Girkê Legê dagir kiribûn. Bi hezaran çete ji dewletên Ewrûpa, Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn di sînorên Tirkiyeyê re tevlî nav refên çeteya DAIŞ`ê bûn. Tirkiyeyê derbasbûna van endamên çeteyê hêsan kir û hemû derfet ji wan re peyde kirin. Ev rastiya hanê heta niha bi sedan belgeyan hate piştrastkirin.

QSD‘ê di çarçoveya pêngavên xwe yên navbera 2015`an û 2019`an de, ji pêngava rizgarkirina Holê heta bi baregeha herî dawîn a di destê DAIŞ`ê ya li bajarokê Baxozê ya ser bi Dêra Zorê de, bi hezaran çete girtin. Ji ber rêgez û exlaqa QSD`ê ya ku serketinên xwe bi qasî giyanên ku rizgar kirine dipîve, bi hezaran jin û zarokên DAIŞ`ê xwe radestî hêzên wan kir.

8 hezar girtiyên DAIŞ’î

Piştî rizgarkirina Baxozê ji aliyê QSD‘ê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serjimarek ji hejmara girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên xwe radest kirîn, çêkir. Li gorî serjimarê zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ`ê li girtîgehên Rêveberiyê de ne, jê hezar ji nasnamyên biyanî ne (ji 50 dewletên Ewrûpa û Asyaya Navîn). Tevî wan zêdetirî 30 hezar kes ji malbatên DAIŞ`ê di nav de jin û zarok li kampên Rêveberiyê dimînin di nav de 8 hezar zarok û 4 hezar jin ji Ewrûpa, dewletên rojavayî û Asyaya Navîn hene.

Hin dewletan hîna ti gav neavêtine

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîsteyên navên çeteyên biyanî radestî dewletên wan kirin da ku agahiya wan ji hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î hebe. Li gorî berdevkê Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif, wan dewletan heta niha bi awayekî fermî têkilî bi Rêveberiyê re ava nekirine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan zarok û jinên DAIŞ`ê radestî dewletên wan kirine. Ev yek li ser bangewaziyên malbatên wan ên ku zext li hikûmetên xwe kirîn da ku zarokan di hawîrdoreke guncaw de dûrî fikrên DAIŞ`ê yên tundraw mezin bikin, pêk hat. Heta niha çarenûsa bi hezaran jî ne diyar e, ji ber ku hikûmetên dewletên wan ti gav ji hêla xwe ve neavêtine.

100 radestî Kosovo hatin kirin

Akif diyar kir ku Rêveberiya Xweser di meha Adarê de 5 zarok  radestî Wezareta Derve ya Fransayê, 5 radestî Meclisa Duma ya Rûsyayê kirine. Di meha Nîsanê de jî 5 zarok radestî Wezareta Derve ya Sûdanê kirine. Li gorî Akif hemû zarok sêwî bûn û temenên wan di bin 10 salan de bûye.

Akif eşkere kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 100 jin û zarok radestî hikûmeta Kosovoyê kirine. Di 6`ê Gulanê de 70 zarok û 30 jin radestî hikumeta Kazaxistanê kirine. Di nav 70 zarokan de 10 zarokên sêwî hebûn. Di 7`ê Gulanê de 7 zarok ji heman malbatê radestî nûnerên derve yên Swêdê kirine.

Hikûmeta Holandî xwe nade ber bar

Akif bal kişand ser wê yekê ku Rêveberiya Xweser zarok û jinên DAIŞ`ê radestî malbatên wan ên radeya duyemîn dikin, piştî ku hikûmeta dewletên wan peywendiyan bi Rêveberiya Xweser re deyne. Akif wiha domand: “Malbatek Holandî heye bi Rêveberiya Xweser re di nav têkiliyan de ye da ku 5 zarokên sêwî ku malbatên wan di nav refên DAIŞ`ê de mirine, wergire. Lê heta niha hikûmeta holandî ti helwêst nîşan nedaye. Ji bo wergirtina zarokan bi awayekî fermî divê hikûmet bi Rêveberiya Xweser re peywendiyê deyne.”

Li ser endamên DAIŞ`ê Akif destnîşan kir ku pêwîst e hevkariyeke navdewletî ji bo çareserkirina vê dosyayê hebe û got, “Zêdetirî 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê ji nasnameyên Sûriyê, Iraqî û hin welatên din ên Erebî, hezar çete ji nasnameyên biyanî ji derdora 50 dewletan di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne. Ew tehlûke ne, divê doza wan bi lez were çareserkirin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found