Wêneyê tinekirinekê

Beriya bi sedsalekê -1912 -, li bakurê bajarê Artvînê wêneyek hatiye girtin; ne dûrî deryayê, qederê 30 kîlometroyan tenê dûrî peravên Deryareş, li gundekî bi navê Kvartsxana ku îro li şûna wî stûnên mezin ên elektrîka xurt û çend gundikên bela wela bi navê Bakirkoyê hene. Ha ew wêne ji me re bûye çîrokbêjek: Dêyek û 3 zarokên wê, hemî jî bi cilûbergên Kurdî li zozanan rûniştine. Ji cilûbergên kurê li aliyê rastê rûniştî diyar e ku elaqeya wan bi Kurdên Başûrê Kurdistanê re heye; gelekî muhtemel e ku Şêxbizinî bin.

Wênegir Mixaîlovîç Prokudîn-Gorskî, gava ev wêne li ber perê Çemê Çoruhê, li ser

Çiyayên Kaçarê girtiye, gotiye jina Kurd tevî zarokan li Artvînê. Wî di pênasekirina wêne de gotiye, Kurd yek ji miletên deverê ne. Ha li vir, ez dixwazim bi benê meselê bigirim û ji vê gotara xwe re bikim babet. Îro li wê derê Kurd nînin, hebin jî ne weke yekî ji miletê wir, lê weke karker, weke koçber, bi rengekî ku nasnameya xwe jî eşkere nekin hene.

Ya qewimî çi ye? Ya qewimî qirrkirineke bi pîlan a dewleta Tirk e ku ji 1925´an ve bê navber dewam dike. Pîlana Islahkirina Şerqê ya ku 24 Îlona 1925´an bi biryarnameyeke “gelekî nihênî” ye du biryarên sereke yên wê li Kurdistanê lê bûna, ha ev bûn:

Xala 13´an: Li navendên van bajar û navçeyên li jêr ên ku bi eslê xwe Tirk in û li hemberî Kurdîtiyê êdî bi bin dikevin, yanî li Meletî, Elezîz, Diyarbekir, Bedlîs, Wan, Mûş, Riha, Erxenî, … Xelat, Semsûr, Besnî,… Çermîkê, li avahiyên hikûmet û şaredariyê, li dem û dezgehan, li dibistan, çarşî, sûk û bazaran yên ku ji bilî Tirkî zimanekî din bi kar bînin, bi cezayê muxalefet û muqawemeta li dijî fermana dewletê û şaredariyê tên cezakirin.

Xala 16´an: Kurdên ku li rojavayê Firatê li hin deverên hin wilayetên me bela wela bi cih bûne, divê Kurdî teqez li wan bê qedexekirin, û pê re jî girîngî divê bi dibistanên keçan bê dayîn, bê misogerkirin ku jin bi Tirkî bipeyivin.

Min berê li ser wêneyê li jor nûçeyeke agahdarkirinê amade kiribû, hem li ser wêne, hem mekan û hem jî li ser wênegir û teknîkên wî, min agahî dabûn. Li vir ez wî wêneyî di peywenda Pîlana Islehkirina Şerqê de bi cih dikim û careke din lê dinihêrim: Ev wêneyê hanê roja îro, yanî piştî bi 107 salan qirrkirinekê, tinekirinekê û tinebûnekê êdî îfade dike. Wêne tiştên berê heyî nîşan dide û tiştên îro nînin, hatine tinekirin jî îfade dike. Çima? Ji ber ku Kurd “ji miletên Artvînê” bûn û îro ne wisa ne. Ji ber van herdu xalên li jor jî, em bela xwe ji qirrkirina madî û materyal berdin ku li Qoçgirî, Geliyê Zîlan û Dêrsimê bi dehhezaran û belkî bêhtir mirov ketin ber şûrê jenosîdên dewleta Tirk, bi siyaseteke pîlankirî Kurdî hat tinekirin. Ya ku bi Kurdî re hat tinekirin, Kurd jî bûn. Ji ber wê jî bi awira Kurdekî gava li meseleyê dinihêrim, di wî wêneyî de ez qirrkirinekê dibînin, yanî tinekirinekê.

Ji awireke bi îdîaya bi temamî bêalî jî, belkî mirov behsa tinebûnekê bike – bi ya min ne wisa ye -. Bi her du halan jî ya li Artvîn û jê û wêde qewimî, Kurd, Kurdî û Kurdbûn ji cografyayeke mezin birin, ew hersê li wê cografya fireh tine kirin. Li Erzincanê, li Erziromê, li Meletî ye, li Mereşê, li Entabê, heta radeyekê li Semsûr, Rihayê. Ev tinekirina hanê neqediyaye û îro dewam dike, li Amed, li Mêrdînê, li Hekariya, li Şirnexê, li Wanê, li Mûşê, li Agiriyê û li seranserê Bakurê Kurdistanê û jê û wê de li Efrînê jî. Ha ji ber wê ev wêneyê hanê wêneyê tinekirinekê ye û îro jî dewam dike, bi wê biryarnameya gelekî nehênî ya Pîlana Islehkirina Şerqê, lê bi navên nû yên weke “Plana Têkbirinê”.

Yazarın diğer yazıları