Wêneyê yekbûyînê

Di qada polîtîk de nîqaşeke bêdawî ye… Bi salane qala yekbûyîna Kurdistanê tê kirin; hin caran bi deveke nerm, hin caran bi dengekî tûj û tund, hin caran bi awayekî bêdengkî, hin caran bi qêrînê, carinan bi coş, carinan bi tirs û hêrs, car car tevî xeberan, car car bimebestên kêmxistin, kêndîtin û bi armancên biçûkxistinan ve, hin kes bi hesteke qehirî, hin kes bi hêviyeke coş ve, lê belê bi çi şewazî dibe bila be, mijara yekbûyîna Kurdistanê her tim naveroka nîqaşên pirsgirêka Kurd tijî kiriye.
Em dikarin bêjin; bi taybetî jî li Tirkiyeyê heya niha çaresernebûna pirsgirêka Kurd, bi vê sedemê ve girêdayî ye. Ji ber ku her çiqas Kurd bêjin “armanca me ne veqetîn e” jî, ber tirsên ku di dilê rayedarên mêtinger de têra giraniya xwe rûniştiye, baweriya wan pê nayê û çavê wan ji tirsan venabe. Di mêjiyê wan de ‘her tim têkoşîna Kurd ber bi yekitiyê ve diçe û îro nebe jî sibe yekbûyîna Kurdistanê wê pêk bê’.
Ji bona vê, mijara yekbûyînê ji dema avabûna PKK’ê bigirin heya niha, tu car ji holê ranebûye. Ji bona vê, di qada polîtîk de nîqaşeke bêdawî ye. Ji bona vê, mijara yekbûyînê, tu car di çerçoveya rastiya xwe de nehatiye ziman.
Bi rastî jî wateya yekbûyînê, ji bo gelê Kurd û ji bo rayedarên Tirk cuda cuda ne. Heta em dikarin bêjin ew wate, ji bo herdu aliyan berovajî hev in. Dewlet û rayedarên Tirk, ji yekbûyîna Kurdan ditirsin, lê gelê Kurd him ji bo xwe him jî ji bo Tirkan jinaneke wekhev, jiyaneke bi piştevaniyê ve xemilandî, jiyaneke naveroka xwe bi biratiyê ve tijî, wek jiyaneke nirx û rûmetên gelan dihesibînin. Ne tenê ji bo Kurd û Tirk, di çavê Kurdan de yekbûyîn; di heman demê de ji bo gelên ku li ser vê axê dijîn temam ji bo wan gelan xwezayeke xemilandî, wêneyeke estetîk, hunereke însanî, birdoziyeke mirovahiyê dibînin. Ji ber ku Kurd, ji yekbûyînê re wekî rayedarên Tirk bi awayekî serwerane wateyên berjewandiyê bar nakin.
Ji bo şoreşger û şervanên Kurdan, ji bo mîlîtan û rêvebirên Kurdan, yekbûyîn yekbûyîna mirovahiyê ye; yekbûyîn li gel hev hatina gelan e. Yekbûyîn gel hev hatina rengan e. Yekbûyîn gel hev hatina çand û huneran, gel hev hatina dengan, bajar, bajarok û gundan e, yekbûyîn yekbûyîna çiya, zozan û şikeftan, li gel hev hatina nebat, heywan û însanan, gel hev hatina zindiyan e, ji bo hevjiyana hemû hebûn û dewlemendiya xwezayê ye. Li, gorî vê nerînê her çi ku ji Xwedê hatiye û heyî bûye, her çi ku ji xweza û ji dirokê virve hebûye û tena bi vê sedemê jî xwedî mafê hebûnê bûye, ji bo van hemû hebûnan e yekbûyîn.
Ên ku bixwazin dilsoziya van gotinan biceribînin; bila wêneyê ku doh li ser manşêta rojnameya Ozgur Politikayê hatibû danîn, binêrin. Lê tenê bi nêrîneke bêalî lê binêrin. Wêneyekî bi êş. Wêneyekî tijî xem…
Ka lê binêrin, hemû ciwan, hemû di bihara jiyanên xwe de, hemû nîşaneyên fedakariyê, hemû qehreman, hemû wêrek, hemû kar û peywirên ku li ser milê wan çi ne zanin, hemû bi berpirsiyartiyên xwe û nirxên mirovatiyê ve girêdayî deh însan… Deh wêne… Her yek ji cihekî Kurdistan in. Hin ji wan xort, hin ji wan jin in… Hin ji wan ji Başûr, hin ji Bakûr, hin ji Rojhilat û hin ji wan ji Rojava ne… Di giyana wan de yekbûyîna Kurdan ji berê ve ava bûye. Demeke dirêje ku Kurdistan a Yekbûyî ji wêneyên wan ve ava bûye. Ji ber wê bi mijara yekbûyînê ve girêdayî tirs û hêrs êdî bê bandor e…

Yazarın diğer yazıları

    None Found