Werin ji Wedat ve em bijmêrin birînên xwe…

Gava ku dengê tifingan li ber deriyê her rojnamegerekî çokê dayika sist bike û kur yan jî keça xwe li ber çavê xwe bibîne ku bê qetilkirin, li wê derê  pênûs şikestî ye. Zarokên Kawe Germiyanî wê li şûna pênûsan li ser deftera xwe wêneyên tifingan xêz bikin û di bin de jî binivîsin; Pênûsa bavê min şikandin! Li Başûrê Kurdistanê di dema Sedam de xelkê bi wê hêviyê ku rojek aram bibînin, êdî zarokên wan li pêş çavê wan neyê gulebarankirin û kuştin, êşên Enfal û kimyabaran tehemul kirin. Gotin rojên rohnî wê misoger were ku êdî kes bê sûc neyê înfazkirin. Lê îro tiştek nehatiye guhertin. Dîsa dengê çekan û kiryarên çavtirsandinê gotina destpêkê dibêje. Dîsa serê tifingê di sînga parlamento, qanûn û hemû sazî û dezgehên vî welatî de ye. Ji bo wê jî li cihê dengê tifinga zorê were, li wir kes naaxive, kes nahizire û kes nanivîse. 

Bûyera qetilkirina rojnameger Wedat Hisên Elî, bûyerek ne jirêzê ye. Peyama ku divê her kes rast bixwîne. Em ê heta kengê çavê xwe ji kiryarên PDK’ê re bigirin gelo. Di van rojên dawî de Îran bi hovane ciwanên Kurd bi her behaneyekê bidarve dike, bi rojane dayikên Kurd ên Rojhilat ji tirsa ku xebera darvekirina kurê wan were, çavê xwe nedanîne ser hev. Li Rojava bi hezaran ciwan di oxira azadiya xaka xwe de şerê tarîtiyê dikin. Li Bakur jî her wisa, gelek dayik wek dayika Hurşîd Kulter li benda hatina kurê xwe ne. Yan jî di nava goristanên bêkesan de li pey şopekî digerin. Di demek wiha de ku gelê Kurd bi bedelên giran û qehremantî û fedakariya zarokên xwe ber bi rojên azad ve diçe, gelo îja yên xwe wek Kurd binav dikin, çi dixwazin ji birîna kûr a vî welatî. Wedat penaberek ji Bakurê Kurdistanê ji bajarê Serhiladanê Geverê bû. Wî wek her zarokek Kurd di temenê xwe yê biçûk de tama koçberiyê temijand. Dema ji aliyê sînor derbasî aliyê din ê Başûrê Kurdistanê bû, ji bo wî wateya sînoran qet nebû. Ji zilma Tirkan berê xwe dabû Başûr û bajarê Dihokê. Lê belê rastiya bi êş a xiyanet û nokeriyê ya ku aliyê tarî yê dîroka Kurdan e, ji roja destpêkê ve dilê wî yê biçûk hejandibû. Ti caran ev rastî qebûl nekiribû û heta kêliya dawî hêvî dikir ev rastiya qirêj li ser sînga vê xakê paqij bibe û welat neherimîne. Bi hêviya Enfal û koçberiyek din rûyê zilhimî yê zarokên vî welatî birîndar neke, rêya heqîqetê şopand û li pey hêviyên xwe çû. 

Ger mirov temaşeyî hovîtiya ku li ser bedena Wedat hatiye kirin, bike, mirovê bi vê yekê bihese. Sînorê hovîtiyê nîne. Bi bivir û kêran Wedat qetil kirin, şopa yek guleyekê jî li ser bedena wî nebû. Ev kîna çi ye gelo, hêrsa çi ye ku wisa bi awayekî wehşiyane qêmîşî canê bedew ê Wedatê bê guneh dikin. PDK bi derxistina rojnameger, parlamenter û çalakvanên siyasî û medenî ji nava sînorên xwe dixwaze rêveberiyek çawa ava bike gelo. Dîwarê Kurdistana ku bi netewperestiya Kurd were danîn, xîmê wê ji niha ve wêran e. Ji ber ku dema netew dewleta ku dîktatorên wek wan bi salane ceribandin, êdî bidawî dibe. Di nava wê dîwarê de navê wê çi dibe bila bibe, her hinek girtî ne, wê demê Kurdistana azad û serbixwe hemû çîrok in. Di nava wê Kurdistana qaşo serbixwe de ciwan bê guneh bi biviran serê wî tê parçekirin. Ferqa vê dîwarê bi dîwarê zîndana Urmiyê, zîndana Amedê re çi ye gelo. Li ber deriyê êşkencexaneyên vî welatî heta dayik qêrîn û hawar bikin, wê demê em nikarin behsa azadiya bîr û ramanê bikin. Her çend PDK divê hesabê gelek tiştan bide, lê bi ya min divê di dadgeha wîjdana Kurdan de, kesên Wedat wisa bi hovane kuştin, bêne dadgehkirin. Werin em ji Wedat ve destpê bikin û bijmêrin navê birînên xwe yên ku bi destê me bixwe li ser vê xakê vebûye û nayê pêçan…

Yazarın diğer yazıları