Wezîra Swêdê jî beşdarî galayê dibe

Rêxistin û partiyên siyasî yên Swêdî û Kurdistanî ji bo piştevaniya Rojava li paytexta Swêdê Stockholmê galayeke mezin pêk tînin.

Hatina ji galayê wê ji bo şandina Rojava radestî Roja Sor bê kirin. Di galayê de wê Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde beşdarî galayê dibe û wê tevî Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî biaxivin.

Gelek hunermendên Swêdî û Kurdistanî yên naskirî wê beşdarî galayê bibin û piştgiriya gelên Rojava bikin. Ji hunermendên pop ên naskirî yên Swêdê Zara Larsson, Benjamîn Ingrosso û Ciwan Haco wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Gala wê bi dirûşma Humanity For Change in Rojava-Syria pêk were. Gala wê di 24’ê Mijdarê saet 15:00 li City Conference Center a li nêzî meydana Norra Bantorgetê bê kirin.

ANF/STOCKHOLM

Yazarın diğer yazıları

    None Found