Wî sembola şoreşê xêz kir

Ferdinand Victor Eugène Delacroix ew şêwekarê Fransî ye ku ew wêneyê bûyî sembola Şoreşa Fransî (1789), yê bi jineke pêsîrên wê tazî û di destê wê de alaya Fransayê pêşengiyê ji xelkê serhildêr re dike, xêz kiriye. Lê ya rastî, wêne ji bo serhildaneke sala 1830´î hatiye xêzkirin. Navê wêne jî La Liberté guidant le peuple (Azadiya pêşenigiya xelkê dike) ye. Ev wêne tevî wêneyê hunermendî yê ku wê bi xwe xêz kiriye, li ser banknotên 100 Frankî hebûn. Ev şêwekarê 26ê Nîsana 1798´an ji dayik bûyî, sala 1863´yan weke îro (13´ê Tebaxê) wefat dike. Eugène Delacroix ji bilî vî wêneyî, ji ber bikaranîna rengan a zengîn û xurtiya wî ya di xêzkirina zindîbûnê de weke amadekar û pêşengê împresyonîzmê tê qebûlkirin. Wî ev wêneyê li jor 1855´an xêz kiriye. Ev wêneyê bi navê “Jaguarek êrişî siwarekî dike” jî eşkere nîşan dide ka çima wekî ji pêşengên împresyonîzmê tê qebûlkirin.

PARÎS

Yazarın diğer yazıları

    None Found