Xaka me ruhê me ye em ê ruhê xwe nefiroşi!

Xwendevanên hêja; Demekê ji ber hinek kar û xebatan, min nekarî binivîsim ji bo wê jî daxwaza lêborînê li we dikim û hêvî dikim di dema nû ya nivîsê de karibim bibim dengê dil û ruhê we. Di nava aloziya li herêmê de careke din em gihiştin hev. Wek ku ji rehên vê xakê re sond hatiye xwarin ku wê rûyê rojeke xweş nebîne. Dema şeva 16’ê Cotmehê weke ku DAIŞ’eke din hatibe, xelkê herêmên Kurdî yên derveyî Herêma Kurdistanê ji cih û warê xwe bûn, rûyê herî tije gotin û awirên ku mêjû tewanbar dikir û wicdanê mirovahiyê hişyar dikir, yê jinan bû. Jinek dema ji Kerkûkê derdiket û cilê reş hêj li ber bûn, wiha ji nûçegihanan re digot; "Hûn dizanin hêj ev cilê reş çima li ser min in, dilê min jî wek dilê vê Kerkûkê birîndar e, heta rûyê Kerkûkê nekene, heta ew dilxweş nebe, ez jî nabim, bila vê her kes bizane!" Ev peyama hemû jinên êşkişandî ye ku her carê ji ber şer, talan û dagirkeriyê berê xwe dane nediyariyê. Belkî jî tenê Kerkûk bi êşa wan jinan dihese, ji ber ku di heman demê de ew jî bûye şahidê Enfal, dagirkerî û siyasetên erebkirinê. Kes wek jinan bi êşa Kerkûkê nizane, ji ber ku bi hev re taliya van rastiyan tam kirine û çiqasî jî dişibin Kerkûkê, jinên Kurd. Dema jina Kurd li ber xwe daye, welat jî bi ser ketiye, dema bê parastin maye, welat jî wek wê li ber lingan çûye. Kobanê û Şengal du mînakên zindî li ber çavê me ne. Jina ku bixwe, çavkanî û afirênera jiyanê be, paşê zarokên bêxêr, pehînekê li keda wê ya hezarê salan bidin û wek îro hemû nirx û wateya jin-dayîkê bê perwa li bazaran bifiroşin. Çiqasî jî Kerkûk îro bi vê rastiyê birîna xwe nû dike. Kerkûk hemû cîhanê têr dike, di xwe de wateya mezin a yekîtiya gelan dihewîne, lê îro bûye navenda hemû şerên berjewendiyan. Ew jî wek jinê tê talankirin, mêhtin û di şerê parvekirinê de di bazarên sermayeyê de tê firotin. 

Ya li Kerkûk, Germiyan û Şengalê bi serê jinan de hatî, di dîroka dûr û nêz de tê zanîn. Ji bo Kerkûk neyê erebkirin gelek jinan ji bo nasnameya xwe ya neteweyî, êşkence kişand, di zindanên Sedam de, dergûşa xwe li pişta xwe kir û sînor bezandin. Gelek jinên Germiyanê di pêvajoya Enfalê de, hatin wendakirin heta peravên Nîlê hatin şandin û ti caran li çarenûsa wan nehat pirsîn. Hê jî jinên Germiyan û Xaneqînê newêrin behsa ya di dema Enfalê de hatî serê wan bikin, hê jî bi dizîka di guhê zarokên xwe de behsa kimyabaranê dikin. Hê jî gelek jinên Êzîdî wenda ne û birîna Şengalê nehatiye pêçan. Heta ev birîn taze bin, heta jinên Kerkûk, Xaneqîn û Germiyanê cilên reş li xwe bikin û şîna Enfalê bikin, nabe em destê xwe bidin ser hev û temaşeyî dagirkeriyê bikin. Bihost bi bihost xaka welatê me tê dagirkirin. Her kes di berdêla berjewendiyên xwe de vî welatî difiroşin. Niha diviya Kurdan qiyamet rakirina. Divê niha xelkê wan herêman ne ku pişta xwe bidana bajarê xwe û vala bikirana, pêwîst bû daketana qadan û li ser statuya xwe israr bikirana û li gel gerîlayan herêmên xwe biparastana û sengerên xwe bernedana. Heger gel daketa qadan, helwêst nîşan bida û daxwaza Kerkûkê yan jî Germiyaneke serbixwe bikirana û xeta parastinê danîna, gelo hêzên herî mezin jî dikarîn li hember îradeya gel a rabûye serhildanê, bisekiniya? Ma ne di serî de jin û gelê Başûr bi destpêkirina Raperînê hêzên Sedam paş ve dan û şoreş kirin. Wê demê hêza jin, ciwan û bi taybet neteweyên cuda yên herêmên li gorî madeya 140´ê bi danîna şertên xwe, divê ji niha ve nehêlin tankên dagirkeran pêl nirxên wan bike. Her wiha ne tenê ev herêm, pêwîst bû tevahiya Kurdistanê li dijî vê dagirkeriyê bisekiniya. Li hemberî operasyonên dagirkirina Kurdistanê divê gelê Kurd bêdengiyê nepejirîne û dakeve qadan. dewletên Kurdistanê di bin mêhtingeriya wan de ye, dixwazin karesatên din li Kurdistanê dubare bînin serê gelan bi taybetî jinan. Ya herî zêde êşa dagirkeriyê kişandiye, dîsa jin in. Divê jin bi feraseta ku xaka me ruh û bedena me ye, em ê destûr nedin vê destavêtinê, di xweserî û statuya welatê azad û demokratîk de israr bikin. Em jin in û xaka me ruhê me ye, kes nikare ruhê me bifiroşe!

Yazarın diğer yazıları