Xamineyî û Erdogan Du dîktayên Feqîh!

Du hêzên hegemon ku sedema sereke ya kûrkirina şerê di navbera mezhebên Şîe û Sunî de ne, Îran û Tikriye ne. Herçend pêkhateya dewleta Îranê û kevneşopiya wê ji dewleta Tirk  cêwaz be jî, dema mirov roja îro li poziysonê her du dewletan temaşe bike, li gel nakokiyên bihevre, êdî di dawiya rêyekî de gihiştin hevdu. Ji ber hevrikiya di navbera du mezhebên cuda de dikin, ne dijber, berovajî her ku diçe dişibin hev û wek hev dibin. 

Dema mirov li rewşa niha ya Tirkiyê temaşe dike, pêvajoyek lez a şekilgirtina Şîetiya Îranê, bi taybet piştî hatina Xumeynî derdixe pêşiya mirov. Ango Tirkiyê bi lez xwe gihandine asta melayên Îranê. Di qanûna esasî ya niha li Tirkiyê de mirov rastî şopên hukmê mutleq ê îslama hişk a wek Îranê tê. Bi taybet erkên ku ji Erdogan re tê dayîn, heman erk in ku îro rêberê Îranê Elî Ekber Xamineyî li ser xwe girtiye. Elî Ekber Xamineyî navê wî yê din Wilayeta Feqîh e. Ango li gorî Şîetiyê piştî Îmam Zaman (Îmam Mehdî, îmamê 12. ê Şîeyan ku dibêjin wenda bûye û wê rojekî derbikeve û were), erka birêvebirina cîhana îslamê li ser milê Wilayetê Feqîh e. Bi şoreşa îslamî ya Îranê ya sala 1979’an Xumeynî bû Wilayetê Feqîh. Piştî Xumeynî mir, êdî rêberê niha yê Îranê Elî Ekber Xamineyî bû nûnerê xwedê li ser erdê! Wilayetê Feqîh heta ku Îmam Zaman peyda nebe, dernekeve û neyê, divê li ser desthilatdariyê bimîne. Ger bimire jî wê nûnerê ku bixwe berê destnîşan kiriye, li şûna wî rêbertiyê bike. Mebesta min ji vegotina vê yekê ew e ku Wilayetê Feqîh di rastî de xwedî wilayeteke mutleqe, bê qeyd û şert dikare mudaxeleyî tevahiya siyaset, civak û aboriyê bike. 

Qanûn hemû li gor erkên Wilayetê Feqîh hatiye nivîsandin. Kes jî nikare vê qanûnê biguherîne. Qanûn jî wek erkên Xamineyî mutleq e. Saziyên wek parlamento, dad û saziya serokkomariyê hemû tiştên şematîk in. Ya esas saziya serokatiyê ya Xamineyî (Şûrayê Nigehban) e ku Îranê birêve dibin. Hilbijartin yan jî tevlîbûna siyasî ya gel û demokrasî hemû di rastî de çîrok in. Niha tişta ku Erdogan dixwaze bike, heman tişt in ku min behsa wan li jor kir. Erdogan bûye Xamineyî û xwedî Wilayeta Mutleq û bê şert û merc. Çawa Xamineyî îdia dike ku wê mezheba Şîetiyê li tevahiya cîhanê belav bike, Erdogan jî li pey wê ye ku Sunîtiyê bi darê zorê li ser tevahiya gelan serwer bike. 

Li Îranê her çend gelek ol û netewe hene, xwedî çandeke gelekî dewlemend e lê belê rejîma mutleq bi hezar û yek dek û dolaban dixwazin pergalek yekdest li ser civakan ferz bike. Ev rejîmek dîkta ye ku di oxira parastina wilayeta xwe de ji darvekirinê bigire heta recimê ji bo xelkê rewa dibîne. Her kesê li dijî van qanûnan ango Xamineyî derbikeve, tê wê wateyê li dijî nûnerê xwedê li ser erdê yan jî li dijî xwedî derdikeve. Cezayê kesê li dijî xwedê derdikeve jî mirin e bêguman! Kesê li dijî Wilayeta Erdogan jî wê were kuştin û ji komkujiyan ve derbas bibe. Niha qanûna li Meclîsa Tirk tê derbaskirin, kopiya qanûna esasî ya Îrana îro ye. Lê ez vê jî bêjim qanûna esasî ya Îranê hîn demokratîktir e ji ber qet nebe di wir de behsa mafê netewan dike, navê netewên din tê de heye. Li Îranê ji ber vê yekê sîstema çend partiyan nîne, tişta ku Erdogan dixwaze li Tirkiyê bike jî ew e ku ti partiyekî nehêle. Erka Serokkomarê Îranê tenê ewe ku destûra Wilayetê Feqîh praktîze bike. Lê Bînelî wek serokwezîr di vê pergalê de ti cihek wî nîne, yanî tişên Hesen Rûhanî wek Serokkomar dike, Bînelî Yildirim êdî nikare nîvê wê jî bike. Ji bo wê jî em dikarin bêjin Tayip Erdogan, Wilayetê Feqîh ê Tirkan e, Wilayetê mutleq e. Çawa Xamineyî bû rûyê herî kirêt ku gelên Îranê li hember xwedî kîne û hêrs in, Erdogan jî wisa bûye û ber bi wê ve çûye.

Yazarın diğer yazıları