Xayîne ku bi êşa dayikan dikene!

Hesabê her komkujiyek li Kurdistanê di serî de divê ji xayîn û nokeran were pirsîn. Di dîroka Kurdan de mixabin her dem Kurd bi destê dijminan bi hev ketine. Nokertiyê mêtîngerî li Kurdistanê rewa kiriye, ew hene û dagirker ewçend hov û zalim in. Nokertiyê êşên Helebce û Enfalê bi ser me de anîne. Bêbextî û xiyanetê li ser vê xakê derveyî wêranî, êş û koçberiyê tiştek bi xwe re neaniye. Di van rojên 29. Salvegera Komkujiya Helebceyê de, dema mirov li vê rastiyê û bi hezarên din temaşe bike, Kurdan bixwe bi destê xwe mala xwe wêran kirine. Mixabin hêjî di merasima bîranîna êşa bi hezaran mirovên bêguneh ên Helebceyê de partiyên siyasî ji bo cihê kursiyê di salonê de bi hev dikevin, dixeyîdin û salonê terk dikin. Hêj di salvegera komkujiya Helebceyê de, gelek malbat ji bo dîtina zarokên xwe yên wenda û bihîstina xeberek ji wan çav li rê ne. Hêj gelek birîn nehatine pêçan ku komkujiyek din vê carê bi serê Êzîdiyan hat. Bajarên Kurdan bi erdê re bûne yek, ji cih û warê xwe bûn, hêjî koçberî, êş, kimyabaran û Enfal…

Îro di pîlana înkar û qirkirina Kurdan li Bakurê Kurdistanê de dîsa destê nokeran heye. AKP wer difikire wê di plana xwe ya operasyona li seranserî Bakur de, bi cerdevan û çeteyan bikare encam bigire. Jixwe dema dijminê gelê Kurd tengav bûye, her tim serî li Kurdên xayîn daye. Xwe avêtiye ber bextên wan. Ji bo wê jî; ji me ye halê me wiha ye! Di êrîşa li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî dîsa destên xayînan heye. Ger berê bi dizîka dikirin, îro bê şermane di nav çavê vî gelê ku ewçend êş û azar kişandine, temaşe dikin û bêbextiyê dikin. Çeteyên AKP û PDK’ê di nav çavê dayikên Şengalê ku bedena xwe kiribûn mertal, temaş dikirin û bê ku şermê ji xwe bikin, li hember wan bêhurmetî dikirin. Henek bi wan dikirin û bi hewar û fîxana wan dikeniyan. Divê mirov gelekî ji xwe dûr ketibe, gelek bêbext û zalim be ku bi êş û hewara dayikekî bikene. Xayîn bi êşa welatê xwe dikenin. Ew jî dayika ku birîna wê ya fermanê hêj nû ye, birînek nepêçayî û ew jî zalimane xoyê bi ser de dikin. Tenê bi êşên wan nekeniyan, raste rast berê çeka xwe dane sînga dayikên êşkişandî û gule bi ser wan de barandin. Ger PDK ne hevkarê AKP û DAIŞ’ê ye, ger bi lihevkirinekê Şengal radestî DAIŞ’ê nekiriye, wê demê çawa dikare berê guleya xwe li sînga jinên Şengalê bigire. 

Çeka ku berê wê li sînga zarok, jin û dayikan be, çeka faşîzm, zilm û xiyanetê ye. Her guleya sînga pîroz a jinên vî welatî parçe dike, guleya mirin û teslîmbûnê ye. Ev guleyên îro berê wan li sînga dayikên Şengalê ne, guleya qirkirina Kurdê azad e. Hinek alî û kes dixwazin mijarê vegerînin şerê di navbera du partiyan de, dibêjin şerê birakujî û nizanim çîrokên bi vî rengî. Ev şerê tinekirina Kurdê azad e. Ev şer ne şerê di navbera partiyan de ye, şer û têkoşîna li dijî hişmendiya ku Kurdê kole û noker dixwaze li hemû parçeyan bi Kurdan bide qebûlkirin e. Ev şerê xiyanet û dagirkeriyê ye. Kes bila behsa şerê birakujiyê neke, ji ber yê beramber ti peywendiya wan bi biratiyê re nîne. Ew xayînên welat in, berê çeteyên DAIŞ’ê dan Kurdistanê. Paşê pişta xwe danê û reviyan. Paşê dema Şengal hat rizgarkirin, destê xwe hejandin û hatin di çend avahiyên Şengalê de rûniştin. Ew Walî, Qaymeqam û fermandarê ku rojek beriya komkujiyê reviyan û paşê leşker û karmendên xwe jî ji Şengalê vekişandin, çek, tank û topên xwe bi dizîka şandin Dihokê, Şengal bê parastin hiştin, çawa li ber çavê me hemiyan îro li Şengalê rûniştine. Çawa şerm nakin ji rûyê zilhimî yên zarokên Şengalê ku li ber çavê wan serê bav û dayika wan hat jêkirin. Çawa şerm nakin û li nav çavê keçên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne mêze dikin û dibêjin me hûn rizgarkirin, em qehremanê we ne! Belê mixabin ev rastiya xiyanetê tiştek wiha ye, te dikuje, destdavêje ruh û bedena te, paşê dibe qehremanê te, evîndarê te û xwediyê te! Heta efendî û ezbeniyên xayîn li Kurdistanê wisa bi hêsanî li nav çavên me temaşe bikin û wek ku ti sûcek nekirine, biaxivin û zimandirêjiyan bikin, em ê ne salekî, sedsalên din paşde biçin. Dîsa wê navê me ji pelên dîrokê were avêtin, dîsa em ê werin Enfalkirin, dîsa wê bi darê zorê berê me bidin sînoran, dîsa em ê parçe bibin û tine bibin…

Yazarın diğer yazıları