Xelata Azadiya Ramanê dan Weşanên Avestayê

Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) her sal Xelata Azadiya Ramanê dide kes û dezgehên rastî zext û zehmetiyan tên. TYB’ê di warê sazî de îsal ev xelat da Weşanxaneya Avestayê. Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin pêr li Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasimek xelata xwe ji destê Serokê TYB’ê Kenan Kocaturk girt.

TYB’ê di warê kesan de xelat da Gerînendeyê Weşanê yê Odatv.com Bariş Pehlivan û Midûrê Odatv Bariş Terkoglu. Di warê pirtûkfiroşiyê ku yên kedê didin de jî da Ozan Sanatevî.

Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn piştî xelata xwe girt axaftina spasiyê kir. Keskîn got, di salên destpêka weşanxaneyê de li dor 20 kitêbên wan hatine qedexekirin lê wan ti demê ev dernexistiye pêş ji ber ku gelek karên ku wan bikira hebûn.

Keskîn di dawiyê de got, ew vê xelatê diyarî Ekrem Yaşli (li Çanakkaleyê ji ber ku bi Kurdî axiviye hat derbkirin) û Şîrîn Tosun (li Sakaryayê ji ber Kurdî axivîbû hatibû lînckirin û di encamê de piştî 50 rojên li nexweşxaneyê şehîd bûbû) dike.

Li dor 700 pirtûk çap kirine

Weşanên Avestayê di sala 1995’an de hate avakirin. Ji wê rojê ve di bin qederê 50 beşî de qederê 700 pirtûkî çap kirine.

Di navbera salên 2018-19’an de li dor 14 pirtûkên Avestayê ji aliyê dadgehên cur bi cûr ve hatin qedexikirin.

DIYARNAME/STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found